Titel: Solidaritätskonzert für den kurdischen PEN


Autor: Xeribo

Bilder Erdal Karaca

 

 

Am 10.10.2004 fand in den Räumlichkeiten des Yezidischen Forums Oldenburg e.V. ein Solidaritätskonzert zugunsten des kurdischen PEN statt. Es war ein Tag der Freude, Musik und des Tanzes. Über 500 Besucher konnte die Veranstaltung verbuchen. Das Yezidische Forum und der Kurdische PEN hatten für ein buntes und abwechslungsreiches Programm gesorgt. Viele berühmte Musiker hatten sich bereit erklärt für den guten Zweck aufzutreten. Als besonderen Gast konnte Gülistan Perwer gewonnen werden. Die Einnahmen der Veranstaltung kamen dem kurdischen PEN zugute. Als Moderator fungierte Herr Siddiq Düzgün. Die Weitern Künstler waren Hozan Seran, Hozan Xebat Sakir, Hozan Dilges, Hozan Mahmut Qizil und Hozan Ekrem Reso. Gegen 20 Uhr ging dieser Event zu Ende.

*******************************************

 

 

Niviskar: Dr. Eskerê Boyik

Wêne: Erdal Karaca

 

 MALA ÊZDIYAN   piştgirya PEN a Kurd kir

10 ê cotmehê, salona MALA ÊZDIYAN, ya bajarê Oldênbûrgê tije evd bûbûn. Eşq û şahî, sitiran û dîlan bûn. Wê rojê ji bo alîkarya Navenda PEN a Kurd ew şahî hatibû darxistin. Bawarkî 450-500 kes ji endem-xerxwezên Malê û kurdên heremê di wê şahya xweş da li hev civya bûn. Ji wan ra MALA ÊZDIYAN û Navenda PEN a Kurd bernemeke dewlemend hazir kiribûn. Hozanên hizkirî amade bûn. Rengekî şaynetyê hunermenda bi nav û deng Gulistan PERWER ê dida şahyê…Dengbêja hizkirî ji bo alîkarya PEN ê hatibû.. Aborya ku ji wê şahyê dihate komkirin digihîşte Navenda PEN a Kurd.

 Di peyva xwe, ya kurt da, Serokê Malê Têlîm Tolan xêrhatina endemê Malê, beşdaebûya, hozana û komîtêya birêvabir ya Navenda PEN a Kurd kir û got: “ MALA ÊZDIYAN li dervayî welêt ocaxeke Kurdên Êzdî ya olî, civakî, çandî ye. Vira e’yd-e’refat, due’a-dirozge, e’yd, şîn-şayê Êzdiyan têne kirin, gelek malên Êzdyan roja de’wata ewledên xwe  bûk û zevê  tînine zîyaretyê li  ber Malê. Malê da konfêrans û seminaran li ser dîrok, ziman, folklor û çanda kurdî tên derbaskirin. Meremê Malê ewe, ku ji welêt dûr karibin nirxên vê ola kevnar, ya kurdewarî xweyî bikin, li pêşya asîmlasyonê bigrin, nehêlin ziman, e’rf-e’detên meye qedîmî bêne ji bîrkirin, êzdiyatyê cihanê bidine nasandin. Mal tu hêzên sîyasî va girêdayî nine.”

” Îsal yanzdeh sale ev komele hatye demezirandin. Me ev avayê delal bi alîkarya civaka Êzîdyan ava kirye, bi alîkarya endem û xêrxwezên xwe kar-barên  êzîdîtyê bê rewestandin dimeşînin. Di nava wan yanzde salan da pir kar hatye kirin. Ev mala bûye wek merkezeke ol û çanda Êzîdiyatyê. Gelek zanyar, nivîskar, sîyasermendarên kurd yên bi nav û deng bûne mêvanê me, ji mera sêmînar derbaz kirine û bûne xêrxwezên malê… Pêwendyên me yên hevkaryê di gel pir komelên Kurdan ra hene, çawa li dervayî welêt, usan jî di welêt da. Hevkarî li nav komelên Êzdiyan yên li Almanyayê hatye demezirandin.

Me gelek xêrxwez li nav gelên chanê da  jî qazanc kirine. Xêrxwezn vê Malê çawa di nav zanyar, nivîskar, siasetmedar, oldarên  Almanyayê, usan jî  yên cihanêye  naskirî da hene.

Saya meşandina xebata rast ev Mala wek merkezeke Êzdînasyê cihanê da hatye naskirin. Di salên  karê xwe, yên ewlin da me guhdarya mezin danye li ser karên rewşembîryê. Heta niha  9 hejmare kovara me DENGÊ ÊZÎDIYAN hatine weşandin. Derheqa ol, dîrok, civak, bawarya Ezdîyatyê da Malpera DENGÊ ÊZÎDIYAN bi gotarên bi zimanê kurdî, almanî, tirkî dagertîye. Me sê pirtûk weşandine. Salê bi dehan konfêrans, sêmînar, civînên here bilind da hevalên me derheqa Êzîdîyatyê da pêşda tên. Gelek zanyar, hunermend, nivîskar, dîrokzamên cihanê, yên pirsgirêkên Kurdên Êzîdî va mijûl dibin yan têne cem me, yan jî pêwendya bi rêya îmêla, nema  meva datînin.

Jimere cîhê kêfxweşiyê ye ku Êzîdiyan di rewşenbiriya Kurd de roleke mezin û bingehîn leystine. Xebata Erêbê Şemo, Heciyê Cindî, Kanatê Kurdo, Şakiro yê Xudo û gelek gelekî din di temamiya Kurdistanê naskirî ye.”

Paşê Serokê MALA ÊZDIYAN got ku xebata ji bo meşandin û pêşxistina Êzîdiyatyê wisa jî bo pêşxistina Kurdîtyê ye. Derê me li ber her rewşembir û ronakbirê gelê me vekirîye. Em dibêjn ji bo pêşxistina  ziman, dîrok, çanda kurdî  çi bikeve ser mile me emê bikin. Em hêvîdarin her nivîskarekî Kurdê vê male mala xwe hesavke û di karê rewşembîrî da alî me bike Ji bo wê jî tiştekî ecêvnayînê nine ku îro em û PEN a Kurd di gel hevin û bi mecalên xwe yên kêm em alîkarya  wî dezgehê nivîskarên Kurd yê Navnetewî dikin.

 Dewyê da Serokê MALA ÊZDIYAN wa got: “Em xêrhatina hemê hozanên vê şahyê û bi xisûsî hunurmenda gelê Kurde  bi nav û deng   Gulistan Perwerê dikin, jêra serketinê dixwezin, bi gumanin ku hatina wê li MALA ÊZÎDIYAN wê ne ya dewyê be. “  Bangî  hemû dezgehên kurdaye welatparêz kir ku çev bidine wan. ”Sûretê pêşdaçûyîna her gelekî êdebyeta wêye. Gel gerekê piştgirya edebyeta xwe, nivîskarên xwe bike”.

Pirîzîdêntê Navenda PEN a Kurd, Dr. Zerdeşt Haco bi kurtî derheqa dîrok, armanc û karên PEN a navnetewî da axivî: “Sala 1921 ê, ango berî 83 salan nivîskareke înglîz, ya bi nave Catharînê Amû Dawson- Scott da ber xwe, ku rêxistineke nivîskarên dinyayê ava bike, yên ku dixwezin pênivîsên xwe, ango qelemên xwe di ber lihevkirina mirovan, jihevtêgihîştina gelan, bîr û bawarya azad, di ber aşîtî û wekehevyê û li dijî zordatî û bindestiyê de bidin xebatê.”

“Îro nivîskarên bêtirî ji 134 neteweyên dinyayê endemên vê rêxistina navnetewî ne. Di her PEN ekê da nivîskarên here bi nav û dengîn. Giranya PEN ê di sîyasya dinyayê da û  ya PEN a her weletekî jî di sîyasya wî weletî da heye”.

“Navenda PEN a kurd ji sala 1988 an ve dest bi xebata xwe kirye. Birêz Hisên Erdem bû ku dest bi avakirina vê rêxistinê kir û ew li qada navneteweyî da pejirandin.”

“ Navenda PEN a Kurd xebateke gelekî girîng li ser qada navneteweyî dike, di komîtêyên herî girîngî vê rêxistina Navneteweyî de ji bo parastin û bipêşvebirina ziman û wêjeya gelê me bê hedan dixebite.”

“ Rêxistineke nivîskarye weha girîng û serbixwe ( tu rêxistineke sîyasî va girêdayî nine) nikare tenê bi pereyên endemên xwe vê xebata berfire biajo û nûnerên xwe her sal  bi balafira bişiyêne kongirêyên PEN a Navneteweyî, yên ku her sal li welatekî dibin, heqên otêlan bide.”

“ Jib o vê yekê ev rêxistina kurdistanî pêwîstî arîkariya welatparêzên Kurdistanê ye”.

Dr. Zerdeşt HACO  wa dewî axaftina xwe anî: „ Ciyê serbilindî û şahnaziya me hemyan e, gava em dibînin, ku hunermenda meye mezin, ya ji gelê me va hizkirî, xwişka GULISTAN bi sedê kîlomêtran, bi cefa û westan ev rêyên dûr dane pişt xwe û hatiye, da piştgîriya  xebata Navenda PEN a Kurd bike. Herweha chihê şahnaziya me hemûyan e û em pê serbilind in, ku xwişk û birayên me ji MALA ÊZÎDIYAN bi dilekî germ destê arîkaryê bi merdî dirêjî me kirin û di birêxistina û birêvebirina vê şahyê de ji sêrî de bi me re bûn. Dimêne ku ez bi nave komîteya  birêvabira giştî û hemû endemên Navenda PEN a Kurd sipasya we xwişk  û birayên beşdar bikim.”

Hunermenda bi nav û deng  GULISTAN PERWERÊ  şahî xemiland.

Germayîke xurt usa jî hozanên hizkirî  Dilgeş, Memûdê Qizilî, Şêran, Xebat, Ekrem Reşo bi kilam û mûzîka xweş dane şahyê…

Şahî pir bi serketî  endemê komîtêya MALA ÊZÎDIYAN ya rewşembîrî  Sadîk DIZGÛN rêva bir…




















<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=176