NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


TAWIS (SENCEQ) DI ERMENISTANÊ DE

Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan

Êzîdî berî dema Þîxadî - Beþa 2

Êzîdîtî berî dema Þîxadî 1

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye

Şehda dînî

ŞÊXANÎ-Navên ocaxên Şêxa

Pîralî û Batizmî

Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de

Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

"Cilwa" û "Meshefa Reþ"

Durr u padşa

Rojî li cem Êzîdiyan

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

ÇARŞEMÊN HESAVA

Bisk hildan

ÊZDÎTÎ

PÎRANÎ-Navên ocaxên Pîra

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

 

 

yeziden.de Şêx Fexirê Adiya Qewilvan   

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

Xêrî Bozanî

Pêşgotin :

Her çende peyva (folkilor) gelek meydana ji keleporê neteweyî, bi xweve digire,bigre ji paşmayên cil û bergên milî yên kevin..
heta nexiş, nîgar, aman, corên xiwarnê, amûretên çandinê û pîşeyên dî yê destkrid, kû taybetmendiyek a kevin bi xweve girtibe..Dibêjnê destkirdê folkilorî.
Belê berhemên dî yên hunerî(yên hizrî)mîna:sitran-çîrok hozan-metel-nukte-musîk..htd, dibêjnê hunerên folkilorî yan edebê folkilorî, di virde zanayên folkilorî,tayekî dî edebî didin nasîn,ewjî edebê milî ye. Bi xwendina herdu edeban(milî û folkilorî)û rawestan li ser pênasên wan, dikarin bêjîn edebê folkilorî,ji kevin de edebê milî bû, çunkî her têkstekî hunerî ji:sitran-musîk-dastan- hozan..htd, yekem car berhemê take kesî bû ye,belê jiber ku ev berhem bi terzê zarkî ango ne bi nivîskî û tomarkirin jimere hatine, Dibînîn navên danerên van berhema, gelek cara digel berhemên wan nehatiye jiberkirin, belku hatiye jibîrkirin û tiştê may jî tenê naveroka berhemê wan bû ye. Bi vê çendê, ew têkistên hunerî,yên keftîne dixana edebê folklorî de, pey wê ya folkilornasa diyarkirî, ku di edebê milî de danerê têkstî yî diyare, belê di edebê folklorî de, daner nediyare û her berhemekî xwedanê wî diyarnebê dibe milkê hemû xelkê,kes nikare xwe bi xwedanê wî danê.
diser vê yekê re, edebê milî mil bi milê edebê folkilorî,terzê jiyara kevin ya miletî diyar dike, bîrûbawer û şêwê hizirkirna wî xweyadike êş,azar,keyf û xweşya wî dide rû..
Divê vekolînê de,dê hewldîn,tîroşkeka ronayê xîn ser alyekî veşartî,ji edebê milî yê kurdî, ewjî edebê dînî yê kurdên Êzdîye,ku bi sala ye disîngên xweragiran de hatiye parastin û divan salên dawiyê de nebe, ronayî nedîtîye.
Bi vekirna dergehê vî babetî, çendîn encamên başû ji hejî dê kevne dest, jiber ku edebê dînî yê kurdên Êzdî,aliyekî giringe ji edebê milî û foliklorî yê kurdan û şirovekirin û ravekirna têkstên vî edebî, aliyekî here giringî jiyan û bîroboçûnên wan didin xuyakirin,Zêdebarî diyakirna jiyana hozanvanekî8helbestvaven), ku eve berî 800 sala xizmeta edeb û zimanê kurdî kirî.Belkî ev vekolîne bibe handerek bo hindek xemxorên dî,kû qelemên xwe divî berokî de bixebitînin,yanjî bi kêmayî rexne û têbînî û pêşniyarên xwe li dor vî babetî-pêşkêşkin,heta ku zêde mifa(sûd) jê bê girtin: Her berekî dirust li ser dîwarê vî babetî bê danan,dê be ciyê dilxweşiya me û xizmeteke bo edebê netewa me û wefadariye bo pêşengên edebê meyê kurdî.
nebûna jêderan li demê berhevkirna vê vekolînê,mezintirîn arîşebû ketiye dirêya meda,lewma me tenê pala xwe da têkistên qewl û beyta û hind zaniyariyên dî kû bi şêwê zarkî bi dest me ketin, herdu pertokên(Êzdiyatî û Gundiyatî)û çend jimar ji govara Lalişyên dîjî ra û boçûnên me ne.
Pêşniyar dikîn, navê van têkstên dînî-yên Êzdiyan-her bi navê xwe bimînin(Qewl-Beyt-Qesîde..)jiber ku van têkistan bi vî navî ciyê xwe linav Êzdiyan girtiye, nexasim bi çavekî pîroz berê xwe didinê,lewma heger bên guhorîn bo(helbest yan hozan yan honirawe yanjî ş´êr..)dê bite ciyê dilmana wan, vêca divekolînan de heger her bi navên xwe bimînin, dê taybetmendiya xwe jî dinav zaravên dîyên edebî de wergirin , ku taybetin bi edebê dînî yê kurdên Êzdî ve.


Sebaret edebê dînî yê Êzdyan

Ji aliyê me ve taybet divê vekolînê de ne giring e kû gelye Lalişê berî hatina îxadî,ciyê perstina mîsraya be yan agirgeha Zerdeştiyan be yanjî dêreka feleha be, heger ev raûboçûn yên rastjî bin, dikarîn bêjîn vî gelî, hind navudengê xwe, dijêderên kevin de nebû ye, hindî navûdengê xwe hey, piştî akincîbûna Şîxadî di vî gelî de.
Her çewa be,Şîxadî bi hêzûşiyan û zîrekiya xwe..Karî xwe bi ser xelkê sade û hejarê deverê de bisepîne û di encam de xelkek zor li xwe xirvekir.Şîxadî,her wekî gelek jêder didin xweyakirin, mirovekî sofîbû, herdem mijûlî perstinê bu..Piştî li sale(1162)z,çû ye ber dilovaniya xwedê,kurê biraziyê wî, Şîxadyê duyem celewa rêveberya deverê girt destê xwe û karî xwe digel wan bigunce û hind bîrûbawerên nû têkelî bîrûbawerên wan yên kevin û dêrîn bike.
Pştî Şîxadyê duyem çûye ber dilovaniya xwedê, kurê wî Şêx Hesen(1246-1194)z. rêveberiya Êzdiya girte dest xwe gelek jêder demê basê wî dikin rêdikeve ku, Şêx Hesen mirovekî jîr û zanabû, û karîgeriyek mezin li xelkê deverê hebû, digelek têkistan de bi xwedawendek hatiye li qelem dan.

Di vir de bi peydabûna şîxadiyê yekem û duyem li deverê û belavkirna hindek bîrûbarwerên nû dinav xelkê de û xwe sepandina vê binemalê, core duberiyek dinavbera vê binemalê û binemala Êzdîne Mîr de, ku Şêx Şemis û Şêx Fexir nûneratiya wan dikir peydabû.
Hindî binemala Adiyan bû, ku Şêx Hesen serkêşiya wan dikir, diviyan bîrûbawerên ji pêşiyên xwe wergirtîn, dinav Êzdîyan de biçespînin, belê binemala Şemsaniya diviyan bigerin ser bîrûbawerên dêrîn yên Êzdiyan.
Divir de kêşek û hevrikiyek hizir û bîran(fikrî)peydabû, bi vê çendê danûstandinên corawcor dinêv wan de dihatin kirin. Ev yek û hind egerên dî livînek fikrî li cem xelkê deverê peyda kirbû, bi taybet di nav çîna hoşmendan de stayişkirin bo xwedan deselatan,nav lêdana bo ew kesên li pey hizrên wan di meşiyan, diyarkirina bîrûbawerên kevin û dêrîn.. sepandina hizir û boçûnên nû, têkel kirna hizrên nû bi yên kevin re.. htd, bûn babetên berhemên komek rewşenbîr û qewilvanên wî serdemî û demê dahatî bi vê yên mîna(Şêx Fexirê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevind, Şêx Mend, Pîr dawid, Pîr Şeref..htd.)peydabûn, ango ew hizir û boçûn û barûdoxê wî serdemî bûn kerestek xam bo vehûnandina qewil, beyt û qesîdan.
Dibe gelek egerên din yên mîna(dildarî, dilêrî, daşorîn..htd)bune egerê dahênana berheman, lê ji ber ku berhemên wan ne di nivîsî bûne, bi tenê ew têkistên peywendî bi dînî ve hey zindî mane, ji ber ku xelkê bi nerînek pîroz temaşay van têkistan kiriye, ji ber ku wî sedemî jî gelek pûte bi van têkistan hatiye dayîn, wî serdemî jî perda dîn hemû aliyên dî yên jiyanê nixamtibûn.
Di ser hindêjî re, hind têkistên dî mîn(Lavje, Payîzok û xizêmok)heta niho mane lê bi rêjek kêm.
Vêca eger geliyê Lalişê, navûdengek zor piştî akincîbûna şîxadî di wî gelî de hebûbê, bi dîtina me dê geliyê Lalişê navûdengek pitir heba eger di wî demî de ew bizava edebî ji qewil, beyt, qesîde, çîrok, dastan, evsan, lavje, payîzok û xizêmok..htd serbestban, bêy tirs û sehim di nav xelkê deverê de hatiban diyarkirin û belav kirin.
çima edebê dînî nehatiye nivîsîn, komkirin û ravekirin?
Her wek çewa vekolîn liser edeb û kultûrê kurdî bizehmet bû, jiber xemsarî yan destkurtî yan jî ji ber rewşa kurdistanê bi giştî ku serxwebûn nedî ye.Vêca vekolîn li ser edebê kurdên Êzdî gelek zehmetir bû jiber:
1-Ji ber ne xwedewariyê yan tirsa derdorên xwe, qewilvanan nikariye berhemên xwe binivîsin,heger hatibin nivîsîn jî niho nemane, lewma bi terzî zarkî(davkî) ji me re mane, ku di bêjinê zanîna sersing, ya zehmet jî ew bû heta ku ew zanîn ji wan sîngan derdiket, berî çend salan gule jî bi wan sîngan ketiban jê derne diketin.
2-Nebûna navtêdanê bo xemxwerên folkilorî.
3-Belavbûna nexwedewariyê bi taybet xwendin û nivîsîn bi zimanê kurdî.
4-Hevahengiya Êzdiyan bi tevgera xwe ya azadîxwez a neteweyî a kurd metirsiyek bû, zêdebarî gelek egerên dî.
Bo vejadina vî wêjey(edebî): îroj baştirîn derfete,nivîser û nivîs dostên Kurd, li vî wêjey xwedî derkevin û vejînin, ew jî bi rêya komkirna têkisan û dirustkirna ferhengogekê bo her yekê û paşî ravekirna wan li pey bîr û boçûnên Êzdiyan û berhevkirna vekolîna li ser zimanê van têkistan û rewanbêjiya wan, binemayên hinerê wan, ruxsar, ziman û naverokê bi şêwek giştî.

 

Jiyana Şêx Fexirê Adiyan:
Derwêşê xwedênas pêsojê eşqa manewî ya rêya îmanê, qelender û extiyarê ber derê qapiya mergehê, dîndar, aqildar, suhbet xweş, serkêşê dîwan û civatan,belavker û rênasê ol û îmanê,xwedanê xeyal û endêşşa fireh, zanayê gewhernas, melevanê deryayên: qewil, beyt, qesîdan, çirayê geşû bilbilê ser çikên geliyê Lalişê, têniyê ava zimzim û omêdewarê ava kewserê, babçakê aştîxwaz Şêx Fexirê Adîyan, kurê Êzdîne Mîr(1), ku di sedsaliya(12)an de z.li peristgeha Llişjiyaye(2)ji gundê migêrse ku dikeve bakûrê peristgeha Laliş(3).
Êzdîne Mîr,çar kur hebûn( Şêx Şemis, Şêx Fexir, Nasirdîn û sicadîn). şemis birayê mezin yê fexir bû,herdu kurên Sitî zînê bûn ku bi sitî Kurd binav û deng bibû her wek di vê sebeqê dediyar dibe:

Şemsedîn û Fexredîn e
Herdu pisên sitya zîne
Herdu xelefên Şêx Êzdîne(4)
Herdu neviyên Şerfedîne(5)
Heger rêzka dawiyê ya vê sebeqê be, yan ŞŞerfedîn navê babê Êzdîne Mîr e yan jî navê babê Sitiya zîn e ji herdu aliyan ve Şefedîn navê bapîrê wane, lê para pitir bapîrê wane ji aliyê
babê ve.
Erê peywendiya vî Şerfedî di gel Şerfedînê niho navdar li nav Êzdiyan çi ye ?
Bi baweriya min hiç peywendî dinav wan de nîne, ji ber ku ev Şerfedînê niho yî navdar kurê Şêx Hesenê kurê Şîxadîyê duyem e, ku li sala 1257 Z. çû ye ber dilovanîya xwedê.
Dîsan,her ji bo biratiya Şêx Şemis û Şêx Fexir, me gelek girovên dî hene bo nimûne, di sebeqek ji beyta sibê de hatiye:
Şemis û Fexir Biran e
Li dergeha rawestan e
Wê maşan didin mêran e(6)
Belê Nasirdîn û sicadîn ji deykeka dî bûn digotinê Sitî Ereb ku xweha Şêx hentûşbû.
Ji bo biraniya Şêx(Fxir, Nasirdîn, sicadîn) temaşey van sebeqên qewlê Ferwarê bike:
Birayê nav Sicadî
Digrî û damayî
Ew yekê bi ferwara,
me şêx fexrê Adîya re tayî

Birayê nav Nasirdîne
hêstira li rû darehîne
Got: birayo, biratî çiqas şirîne

birayê nav Nasire
Bi rûhan de hat hêstire
Got:birayo, kafir jî li wir de nemînin bê bira

Melek Fexredîn Got: birano, hûn birayên minin
Çû nederan li min negrin
Say kin emê bimrin

Şêx fexir du kur û keçek hebûn navên wan(Şêx Mend, Şêx Bedir û xatûna fexra-hind dibêjin navê wê xezal bû hindjî dibêjin Eyşê bû). Heta niho jî gelek li wê bawerêne ku Aqûbê Mûsa kurê Şêx fexir bû, navê deyka wî Gulê ye ku keça Şêx Mûse û dibêjin piştî şêx fexir çûye ber dilovaniya xwedê, Aqûbî, bi zîrkiya xwe ciyê wî girt û xwe kêşaye pêşbirayên xwe li ser bisatê runişt û bû Extiyarê Mergehê, Şêx fexir bi saxiya xwe diviya bo Şêx Mend be.. her wesa dibêjin: Şêxên Fexra yên niho neviyên Aqûbin.
Heger em bi hûrî berê xwe bidinê dê berovajî vê yekê ji mera diyar be, ango Aqûb nekurê Şêx fexir bû, girovên mejî bikurtî evin:
1-Heger raste Aqûb kurê Şêx fexir bû û piştî wî bibû Extiyarê Mergehê çawa mirîd nînin? û kesî Şêxên Aqûbî yan mirîdên Aaqûbî ne bîstiye û nînin. Ne her eve belkî heta niho pê negotiye Şêxjî.
2-Her yek ji xas û babçakên Êzdîyan, nîşanên xwe li peristgeha Lalişû li nav gundên Êzdîya hene, heta niho kesî çi nîşşşan û qubên Aqûbî nedîtine.
3-Govara Roj(8) jimare(1)di berperê 40 de, babetek li dor Extiyarên Mergehê û silsila babên Şêx belvkirbû.. têde navê pitir 19 ji kesên buyîn babê Şêx hijmartibûn, Belê navê Aqûbî
têde nehatibû destnîşankirin.

4-Heta niho,bigre ji dastan,çîrok,Qewl,beyt,qesîdên Êzdiya,
diyarnekiriye ku Aqûb kurê Şêx fexre.bitnê efsanek dînî
heye-bikurtî-dibêje:(..jinekê binavê Gul daxwaz ji Şêx fexir kir,ku piştiyê wê yê dara, bihlîne ser piştê,vêca Şêx fexir ji edeb û heya,destên xwe nehavêtin piştiyê dara, dwakrin û bi
wakazê xwe(koçan-Gopal) piştiyê dara hiland ser pişta wê.. efsane dibêje:
Ji kerema xwedê,sura Şêx fexir gehişte jinê û zarokek kefte
bedena wê û piştî neh meha (Aqûb)dahir dinê..!).
lê em hemû dizanîn ku efsane bara pitir bo mebestekê hatine
vehandin û dirustkirn efsana diprin ji çîvanoka..Li gur vê çendê em nikarin vê efsanê bekeyn
grove bo kur û babînya Şêx û Aqubî.
5-Qewlê(ferwarê) basê qedemguhastina(9)Şêx Fexir dike,wesa
diqewlî de xuya dibe, ku hemu xizim û lêzmên wî berhevdibin û
rondika(hêstira) jêre dibarînin û serumalê xwe qurbandikin,belê divê(suhbetê de)çi basê Aqwbî nayêkirin.
6-Li ser van girovên navbrî, dê şorbîne nav reh û rîşalên
(Qewlê Şêx û Aqub)(10), çend girovên dîjî diyarkin:
a-di sebeqa(5)de, Şêx daxwazê ji Aqub dike,ku hêşta bergehê
tiştî nehatî,behsê neket û rastya dilê xo bo kesî nebêjit û bi erzanî ne firoşe û herwesa nebe hijmekarê îman li koşa..

Aqubo peza bi stewrî nedoş
rastiya dila bi pûla nefiroş
û nebe muhbê îman li koş(11)

Aqub bersiva şêxî dide û dibê:Ya seyda,axftinên xwe
belavneke û xelê baş,ji yê xirab û xam cuda bike û vavêre, çunkî zarok li eslê dayê nayên:
Ya seyda zêra mehavê zikaka
Jêk veke xamiyan û paka
Zarok nayên li eslê maka
Erê boçî Şêx Fexir dibêje Aqûbî(nebe muhbê îman li koş) û bo çî Aqûb dibersivê de dibêje:(zarok nayên li eslê maka)?.
erê ev çende wê nagehîne ku( deyka) Aqûbî her ne Êzdîjî bûye?
. Paşî Aqûb dibêje Şêxî: heger yekî yek xweşşviya, pênevê lê bi gûman bikeve, çunkî çi cara hemû tişt wekî dilê mirov nayê:
Kesê kesan xweşdivî
Kêr nayê lê bi şik bikevî
Tov nayê li qama zevî
b- di sebeqên(15-16)Şêx Fexir û Aqûb, bi vî şêwey digel hev dipeyvin, Şêx dibêje:
Aqûbo demê ji pişta babê hiryay
û li ber dayê meşyay
Ji kengî were bi vê marîfetê hisyay?
Paşî Aqûb dibersivê de dibêje:

ya Seyda, demê ji pişta babê bûme
li ber rêya dayê perwerde bûme
Ji hingî were bi vê marîfetê xebîr bûme

Başe heger Aqûb kurê Şêxî ye, çewa Şêx nizane kengî û çewa û bi çî rê, Aqûb fêrî zanîn û marîfetê bû ye? heta ew rabe û pirsiyarê jê bike çaverênê bersiva wî be?!.
c-di sebeqên(27-28)Şêx û Aqûb bi vî away, nav li xwe didin Şêx dibêje:
Aqûbo ezim lawê rewalê
Min goy revand ji nav(124)siware
Ez dê çim û min rastiya xwe negote hemû yare

Paşî Aqûb dibêje:
Ya seyda ezim Aqûbê Mûsa
Hey Fexro îy Fêrisa
Tû rewanî li meclisa

d-di be Aqûb qutabiyê şêxî be çunkî şêx dibêjê(Aqûbo)û Aqûb dibêjê (Seyda).
h-di sebeqa(68) aqûb dibêje:
Ez Aqûbê mitirbim
Ez hatime dê li vir bim
Heta mirinê dê li ber qedemgeha Şêxê xwe yê pirbim

Ev sebeqe wisa diyar dike ku Aqûb ji ciyekî dî hatî ye û sozê dide şêxî, ku heta mirinê dixizmeta wîde be.
niho piştî ji aliyê xêzanî û xizm û lêzmên(Şêx Fexir) yek alî bûyin, dê careka dî vegerin ser jiyana wî ya taybet, mektûb,ku di sedê(12)z. jiyay, belê diviya heta radeyekê pitir şorbîne nav babetî û salên ji deykbûn û mirina wî destnîşan kîn, helbet eve karekî hêsan nîne, ji ber ku çi jêder û destnivîs li ber destên me nînin vê cendê xuya bikin.
Her wesa heta niho çi qewl û beyt û qesîdên Şêx Fexir bidestê me neketine ku deykbûna xwe têde aşkira kir be, dîsan- li pey pêzanînên me kesekî dî jî di çi têkistan de basê vê yekê nekir ye, jibilî sebeqekê ji qewlê(Ferwarê) ku dibêje:
Dilê min yî bi xeme
Ezê li alemê pirsiyar keme
Ezîz melik Fexredîn li çarşemê bûye,
û li çarşemê guhast qedeme

 

Xwezî ewa vê sebeqê, roja bûn û mirina wî dest nîşankirî, wesa sebeqeka dî sala bûn û mirina wî dest nîşan kiriba.
Di virde çu bi destê me namîne, ji bilî ku bizanîn: Erê hevdem û hevtemenên Şêx Fexrê Adîyan kîbûn? û kengî jiyane?.
Piraniya jêderên(12) basê( Şêx Hesen kurê şêxadî yê duyem)kirîn jiyana wî têxin navbera salên(1194-1246)z. ku bi destê leşkerê( Bedredîn Lolo)waliyê Musil hatbû kuştin li pey vegêranên Êzdiyan û dakokiya van vegêran ji aliyê qewlan ve, wesa diyar dibe ku(Şêx Fexirê Adiyan û Şêx Hesenê kurê Şêxadîyê duyem hevdemên hev bûne). ev vegêran bi gelek şêwan hatine, divir de em dê bi tenê duyan jivan vegêrana êxne rû:
1-Dibêjin(13)demê nexweşî ketiye navbera şemsaniyan û adaniyan de, paşayê Helebê yê wî demî, hinarte(şande) pey her dû binemalan ji binemala Şemsaniyan Şêx Fexir û ji binemala Adaniyan Şêx Hesen ku herdu çûn şamê vêca piştî paşayê Helebê karî herdu aliyan li hevbîne, divegerê de Şêx fexir tirsiya dilê Şêx Hesen yî zîz be lewma viya eyneta xwe a safî diyar ke û dilê wî bigre, rabû(Qewlê silav û sed silav... Hey Meleko şirîn kulav..)(14). Şêx Hesen got, ku têde Şêxaniya wî têde Şêxaniya wî pesin dike û kêmî wî dike).
� -Vegêrana dî dibêje:(carekê Şêx Hesen li gel Şêx Fexir çû(Gerê) li Şamê û jiber ku Şêx Fexir berî hingî gelek caran çûbû wê derê, xelkê deverê ew başdinasî, belê nasbûna wan bi Şêx Hesen re nebû, lewma demê herdu bihevre çûyîn xelkê pitir rêz li Şêx Fexir girt û demê zivirîn Şêx Hesen gazinde ji Şêx fexir kirin û gunehbarkir ku demê ew tenê tê Şamê, tenê basê binemala xwe dike û hîç basê binemala Adaniyan nake, digel van danûstandina Şêx Fexir(Qewlê silav û sed silav..Hey Meleko Şêrîn kulav) got,heta ku naweya axiftina wî bi selmîne û dilê wî xweşbike. Vêca mesele bi vî şêwey be yan na, vegêran çewa hatibe gotin, ya fer li cem me ewe ku ev vegêran hevdemiya Şêx Fexir û Şêx Hesen diselmînin, ango Şêx Fexirê Adiyan nêzîkî salên(1184-1246)z.jiya ye, vêca çî bi çend salan ji Şêx Hesen mezintir yan biçûk tir be, berî wî yan piştî wî çûbe berdilovaniya xwedê.
-Di bersivê de hêja(B.Ş. Dilkovan), derbarê pêwendiya dinavbera (Şêx fexirê Adîyan û Fexredîn Îraqî de)ji me re nivîsiye dibêje:(pêwendî dinavbera Şêx Fexirê Adîyan û Fexredînê Îraqî,ji hevalîniyê ne pitir bû, Fexredînê Îraqî, mirovekî sofî û hozanvanekî(helbestvan)dildarî bû, li sala (1212)z. ji deyik bû ye û dinavbera Şam, Bexda, Misir û Hindê de geryaye.navê wî fexredîn kurê Birahîm Birzê Cimherî kurê Ebidilqadirê Hemedaniye(Tarîx Edebyat Îran-çapa 8, berg3,ripel565) û li sala 1290 Z. çûye ber dilovaniya xwedê li tenişta gorê(Îbin li-Erebî) li salihîye Şamê hatiye veşartin(Govara sirwe, Ebdilqadir Marioyşrupel 20)li vir nama hêja B. Ş. Dilkovan bi dawî dibe.
Evejî grovek dîye Şêx fexirê Adîyan dinêvbera salên (1212-1290)yî sax bû, ango bi kêmayî çend salan, li derorê van salên me destnîşan kirîn jiyaye, her çewa bê Şêx Fexir li sedê 12 z. jiyaye û jiyana wî jî wekî me diyarkirî dinêvbera salên 1194-1246) z.yanjî dinêvbera salên(1212-1290) z. de bûye.
ya fer ewe niho serê dezî diyar bû, vêca heger li pêşerojê, lêkolînvanekî dî serê vî dezî girte destê xwe û pitir vekêşa û ji deyikbûn û mirina wî bi girov diyarkir, karekî pîroze û em destxweşiyê lê dikin.

 Li dor navê Şêx Fexirê Adiyan, dû pirsiyar tên qada vê vekolî nê a yekem: Boçî Şêx Fexir xwe bi Adiyan daye nasîn?
Bo persivdana vê pirsêdu boçûn hene:
yekem: Yan ji binemala Adiyaye, helbet eve ji rastiyê dûr dibe, çûnkî ŞŞêx Fexir birayê Şêx Şemse û ji binemala Şemsaniya ye, her wekî berî niho me diyarkirî.
Duyem: Sebaret Adiyan(Aziyan) ku li despêka sedsala berî zayînê, digotine wê devera niho ji Akirê heta Zaxo, ku deverên Şêxan, Amêdî û Dihok jî dinav de, paşî ev dever binavê Behdînan hatiye naskirin, her wekî Mihemed Emîn Zekî, dikurte Mêjûya Kurd û Kurdistanê de rupel 112 dibêje, herwesa Enwer Mayî di pirtoka Kurd li Behdînan de vê yekê piştrast dike, xidirê Silêman di govara Lalish jimare(2-3) rupelê 113 perawêza (6) vê yekê pesind dike.
Bi vê çendê dikarîn bêjîn: Şêx Fexir binavê devera xwe hatiye naskirin( Adiya-Badîna, Adiyan, Badînan) di vir de (Adiya) çi pêwendî ji aliyê xizmatiyê bi (adaniyê) ve nîne .
 Pirsiyara duyem: cudayî dinêva Şêx Fexirê Adiyan û Melik Fexredîn de çi ye?
Ez li wê bawerê me cuday dinêva herduyan de nîne, girovên min jî bo vê çendê:
1-Deqê qewlên Şêx fexirê Adiyan û Melik fexiredîn ji hev ne vavartîne.
2-Zanyariyên li ser Şêx Fexirê Adîyan, digel zanyariyên Melik Fexredîn mîna hevin.
3-Êzdî Pîroziyek Xwedawendane didin Xasên xwe yên mîna:
Melik Şêxsin, Melik Fexredîn, Şêx Şerfedîn, Mîr Amadîn û..htd, wî demî ev diyarde bi rengekê berbelav di nav dîndaran de hebû û ev çende heta serdemê Ebasiyan jî her mabû, mîna(Li-Mistekfî billah, Li-Mistensir billah û Li- qaîm bi Emir Ellah ..htd).
4-Dibe yên ku pêşnavê wan(Melik)wek meseleka Nasûtî be ku li erdî binavekî û li ezmanan binavekî dî bên naskirin.
5-Ev diyarde niho jî li nav Kiristiyanan heye, ku hind kes li mal binavekîne û li mal binavek dîne, ku para pitir ji wan navan yên Şagirdên hizretê Îsa ne.

 

Extiyar:
Piştî Şîxadîyê duyem çûye berdilovaiya xwedê, kêşek dinavbera binemala Şemsaniyan û Adaniyan de li ser deslatdariya Êzdîyan û rêvebirina Êzdiyan peydabû, li dawiyê celewê deslatdariya dinê ket destê binemala Adaniyan, bi rêberiya Şêx Hesen(1194-1246 z.)û rêberiya dînî ket destê binemala Şemsaniyan. Piştî Şêx Fexrê Adiyan wek rêberê karûbarên dînî hatî helbijartin ew dibe yekemîn kes ku nasnavê Babêşêx hilgirtî û runiştî ser bisatê lewma digotinê Extiyarê Mergehê(Qewlê stayîş, govara Lalish jimare(6)rupel 15, herwesa govara Roj jimare(1) rupel(40).
Şêx fexir sal bi sal li nav Êdîyan digeriya û rêya dînî nîşanî wan dikir, qewl, beyt, qesîde û şîretên başnîşa wan dikirin û arîşên xelkê çare dikirin, Şêx Fexir dîndarekî xwedê tirsbû jiyana xwe bo peristina xwedê terxan kiribû, herdu çile(Havîn û Siztan) bi rojî bibû niho jî Babêşêx van erkan bi cî tîne. Çendî çîrok û efsane li ser jiyana Şêx fexir hatine gotin û eve tiştek rewaye, di jiyana kesên navdar de,bi taybet di dîroka kevn a civatan de, di van çîrok û efsanan de sehatiyên rast û zaniyariyên mêjûyî yên başhene têkelin bi hind çîvanokan.Ji ber ku babetê me yî wêjejî ye pitir zaniyariyên dorhêlî(riyalîte) mifa û sudê li me dikin dê wê bo derfetek dî hêlîn.

Berhemên Şêx Fexirê Adiyan:
Para pitir ji qewl , beyt, û qesîdên Êzdîyan, ji vehunana Şêx fexrê Adiyane, dibêjin: Êdîyan li ser demê Şêx Fexir(11 behir) ango (11000) qewil, beyt û qesîde hebûn û piştî mirina wî(4 behir) ango 4000 qewil, beyt û qesîde man, jiber ku xelkê nikaribû hemûyan jiber bike, nexasme bi şêwê devkîbûn û nehatibûn nivîsîn, di despêka sedsala (20)an de para pitir ji van têkistan windabûn, Şêx Nedîr zanayekî mezin ê Êzîyan bû wî bi tenê 900 qewil jiberbûn, mixabin ew li naverasta sedsala (20)an de çû ber dilovaniya xwedê, niho hemû têkistên mayîn nagehin(200)an(15).
Bi şêwek hêsan, dikarîn berhemên Şêx fexir pişt rast desnîşan bikîn. Ji ber ku navê wî di wan berheman de yî diyare, ango navê xwe têde aşkira kirye, ev diyarde li gorî wê demê tiştek asayî(normal)bû, em li vir dê berhemên Şêx fexir bi rêz kin û eve wê nagehîne ku berhemên wî tenê evin, dibe li pêşerojê gelek deqên dî bidest me bikevin, anjî vekolîn li ser hind têkistên dî bê kirin û ji aliyê şêwaz û fikir mirov bikare bêje yên wî ne.
Qewlên Şêx Fexirê Adîyan:
1-Qewlê Zebûnê meksûr
2-Qewlê Padşay
3-Qewlê Texta
4-Qewlê Erd û ezman
5-Qewlê Silav û sed silav(Melik Şêx Hesen)
6-Qewlê Qiyametê
7-Qewlê Silavên Melik Fexradîn
8-Qewlê Şêx û Aqûb
9-Qewlê Ez ji hindav de çûme banî
10-Qewlê Gêla çar ziman
11-Qewlê Şeqeserî
12-Qewlê Qerefirqan
13-Qewlê xwedanê malê
14-Qewlê Miskîn Tajdîn
15-Qewlê Şîrê rastiyê
16-Qewlê Meha
17-Qewlê Omer xale
18-Qewlê Ferwarê
19-Qewlê Ji Şamê têm meclisê
20-Qewlê Beygoya
21-Qewlê Deyk û baba
22-Qewlê Axretê
23-Beyta cindî
24-Beyta sibê
25-Beyta blbila

Ciyên ku ev berhem lê hatin belavekirin:
1- Êzdîyatî,Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî rupel 52.
2- Govara Lalish jimare(8) Xêrî Bozanî rupel 110.
3- Govara Lalish jimare(10) Şêx Elo
4- Govara Lalish jimare(10) Şêx Elo.
5- Êzdîyatî,Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî rupel 123.
6- Êzdîyatî rupel(91)
7- ev qewil li cem mine û hêta belav nebû ye.
8- Govara Lalish jimare(5)rupel(59) Şêx Elo xelef û Êzdîyatî pirtoka perwerde
Xidir silêman rupel(70).
9- Ev qewil li cem mine û hêşta belav nebû ye.
10-Êzdîyatî,Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî rupel(117).
11-Gundiyatî,Xidir Silêman rupel(91)û Govara Lalish jimare(8)rupel(120).
12-Govara Lalish jimare(7) Şêx Elo rupel(86).
13-Govara Lalish, Bedel Feqîr Hecî jimara(7)rupel(137).
14-Govara Karwan, Bedel Hecî, jimare(77)tîrmah.
15-Êzdîyatî,Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî rupel(70).
16- Govara Lalish, Bedel Feqîr Hecî jimara(2-3)rupel(22).
17- Ev qewil li cem mine û hêşta belav nebû ye.
18-Govara Peyv jimare2, Bedel Feqîr Hecî.
19- Nehatiye belav kirin.
20- ev qewil li cem mine û hêşta belav nebû ye.
21- Êzdîyatî bo rêza 5 ya seretayî rupel(29).
22- Ji bo nasîna rastiya Êzdîyan Dr. Xelîl Cindî. û Êzdîyatî.
23- Êzdîyatî,Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî.
24- Êzdîyatî ji bo perwerdê, Xidir Silêman, rupel(36).
25- Rojnama Bizav jimara(21) sala 1989, Bedel Feqîr Hecî.

 

Têbînî:
1-Qewlê Zebûnî Meksûr û Afifrîna dinyayê naveroka wan wek heve lê bi du diyalêktan hatine nivîsîn.
2-Her çende navê Şêx fexir di van Qewlên jêrîn de nehatiye lê di pirtoka Êzdîyatî de li jêr navê Şêx Fexir hatine ew jî evin(Qewlê qiyametê-Qewlê Gêla çar ziman-Qewlê Şîrê rastiyê.
Şêx Elo Şêx Xelef van Qewlan dide pal Şêx Fexir: Qewlê Miskîno Jaro-Qewlê pîr dawud- Qewlê Gêla çar ziman- Qewlê Hezar û yek nav- Qewlê Tawisî Melek- Qewlê Îmanê bi çi nîşane- Qewlê Cmicimê Siltan- qesîda Xayîb kûnî- Qewlê Mûsa Pêxember- Qewlê Hefsarî- Qewlê xweşmalî baba- Qewlê sibeye ji yên Edawiyan. Qewlê Ereb begiya- Qewlê civate û cimlete- Qewlê rojekê ez seferbûn- Qewlê Sermergê- Qewlê Terqînê- duwa li ser giyanê mirî- duwa Heyvê-Duwa Oxirê.
belê heta ku lêkolîn têr û tesel li ser neyê kirin em nikarin piştrast bin ku yên Şêx fexirin.

Berhemên Şêx fexir ji aliyê ruxsarê ve:
1-Zimanê van berheman(Têkistan), zimanekî sade û sakare û bi diyalêkta kirmancî ya serî hatine gotin.
2- Kêşa wan Folkilorî ye.
3-Di piraniya van têkistan de, yekêtiya babetî hatiye parastin.
4- Ji ber ku li wî demî, karîgeriya ziman û rewşenbîriya Erebî bi ser deverê de ye zalbû, hijamrek peyvên zimanê Erebî têde cî digrin.
5- Jimarek zor peyv ji gişt zaravên kurdî têde hene.
6-Hemû ev peyv bişêwaz û terzê dînî xemlandîne(16).
7- Şêwazê hevpeyvînê, di hind berheman de heye, wekî Qewlê Şêx û Aqûb, Qewlê Erd û ezman, Qewlê Qerefirqan.
8- Kopletên van têkidstan dibêjnê Sebeqe û para pitir jê sê rêzkîne, hind caran çarin yan pitir bi mercekî rêzkên her sebeqekê yek serwabin.

Ji aliyê naverokê ve.
1-Sitayîşû pesindkirina,Xwedê, Pêxember û babçakan dikin.
2-Pend, •îret,amojgariyên dîn û civakî têde hene, Mîna Qewlê •eqeserî, Qewlê Şîrê rastiyê û Qewlê Deyk û baba.
3-Zaniyariyên başli dor gerdûnasiyê û afirandina kinyatê di van têkistan de hene Mîna Qewlê Zebûnê Meksûr, Qewlê Meha, Qewlê Hezar û yek nav.
4- Dakokî kirin li ser roja axretê, qiyametê, kirasgihorîn, behişt û dojê.
5- Basê karûbar û jiyana hind babçakan kiriye mîna Qewlê Miskîn Tajdîn û Qewlê Omer Xale.
6- Efsane û xeyalbaziyê senga xwe divan têkistan de heye mîna Qewlê Gêla Çar ziman û Qewlê erd û ezman.
7- Bihna sofîgeriyê ji gelek qewlan tê mîna qewlê qerefirqan.
8- Hind bîrûbawerên xwe girtî di hind van berheman de hatine.

Behayê berhemên Şêx Fexirê Adîyan:
1- Ji aliyê dînî ve:
Bîrûbawerên Êzdîyan diyardikin û ji hemû aliyan ve Êzdîyatiyê didin rû, her ji felsefa jiyan û mirinê û piştî wê, behişt û dojeh, Afirandina kiniyatê, roja qiyamet û axretê..htd, li gor vê yekê dikarîn bi sêwekê hêsan di Êzdîyatiyê bigehîn û gelek quncikên tarî pê rewşen bikin, heger nivîskarên berî niho li ser Êzdîyan nivîsîn ev têkist li ber çav girtiban û li pey têkistan şorbane nav aliyê girêday dînê Êzdîyan, helbet ne diketin wan şaşşiyên mezin û Êzdiyatî bi wênekî Şolî(ne zelel)ne didan rû.
Niho her lêkolînvanekî bivê qelema xwe di warê ola Êzdiyan de bi xebitîne bi şirovekirina van têkistan dê hêsan karibe merema xwe encam bide.
2-Ji aliyê ziman ve:
helbet eve ciyê dil xweşiyê ye ku me Êzdiyan pêşî 800 sala ye têkist bi zimanê xwe yê zikmakî vehunayin ku her geryanek û nêrînek li naveroka van têkistan dê hijmareka gelek zehif(mişe) peyvan ji zaravê cihê yên kurdî ber çav bin bo nimûne:
Afirandin, kiniyat,atqan, ferwar, zebûn, gêl, sehit, zebênî, telip, qewçen, dot, xwendî, babzer, malxwe, bixêrî, ajnû, olaq, enoş, rind, çînçirik, fênî, keday, bîh, gehî, zênar, let, let, hiner, sexbêr, sindirûk, xilmet, nijinî, şabaş, mehder, hawe, qilêm, hindoj, hêwan, êwirîn, hawir,hawiş, baxwe, sav, şiro, cogan, pis, zerbab, yaxî, maş, bor, hingor, merxûn..thd. Biseda peyv bi vî away, helbat ferhenga kurdî dewlementir dikin, heger hat û vekolînên ziman û rêzmanê bi şêwkî têr û tesel û zanistî li ser van têkistan bêne encamdan.
3- Ji aliyê edbî ve:
Di warê edebî de,dikarîn çendîn vekolînan li ser van têkistan encam bidîn, çi ji aliyê rewan bêjiyê yan şêwazsaziyê, yan jî vekolînên berawirdkariyê û hevbendiyê dinêvbera van têkistan û têkistên dî yên biyanî de.
Her bo nimûne para pitir ji babetên rewanbêjiyê li ser va têkistan piraktîk dibin ku di nav sebeqên van têkistan de( wekhevî, xwaze, ciwanî, têlnîşan, têhelkêşî, dirke, tewis, regezdozî...)bi aşkira xweya dibin zêdebarî(Sitayiş, şkarî û daşorî..)û gelek mebestên dî yên rewanbêjiyê.
Di warê(çîrok, dastan, efsane û xeyalbazî..) her lêklînvanek bivê van babetan vekole, dê hemû binemayên edebî têde bibînemîna babetekî xam ji hemû aliyan ve lêkolîn li ser tê kirin.
4- Ji aliyê zanistî ve:
Berhenên Şêx fexir, ne bitenê basê aliyê dînî kiriye, belkî aliyê zanistîjî têde hebûye, heger lêkolînên bi hûrî li ser bên kirin, çendîn babetên girêday bi zanistî ve girêday jê derkevin. Her bo nimûne di Qewlê Zebûnî meksûr de basê diristbûna kinyatê dike bi şêwekê zincîr kirî rêkûpêk ku kinyat ji durê avabûye, demê dur bi gelek rengan xemilî û li dawiyê bijikî û ev kinyat bi roj, hey,stêr,erd û ezman..htd jê dirust bûyin. Şêx Fexir vê yekê bi şêwekê sade û hêsan çare dike, heger berê xwe bidîn tiyorên dirustbûna kinyatê, dibînîn hewildan berdewamin û zana heta nihajî mijûlî vekirna girêka dirustbûna kinyatêne, li sala 1927 Ji aliyê zana Edwer Lomiter tiyora bijikîna dengdar hat dîtin, ev tiyore gelek nizîke ji naveroka Qewlê Zebûnî meksûr(17).
Dîsan diqewlê meha de çendîn rastiyên zanistî, girêday zanistê gerdûnasiyê hene, bigre ji guhorîna roja, meha û werzên salê û karîgeriya wan li ser yek ji aliyê dem û seqaya erdî, ku bi terzekî rêkûpêk, dûr ji aloziyê ev çend xuyakiriye(18). Diqewlê hezar û yek nav de hatiye, ku sê pişkên erdî bi avê dinxamtîne û pişka dî beste(reşayî ye).
Padşayê min yî bêriye
xwezî min bizaniye
ka gay mezintire yan masiye


Şirûta min ji vê ye
Teftêşa min ji vê cewabê ye
Masî sê car mezintire ji gê ye
Mebest ji masî ave û ji ga jî erde, li gor encamên zanistî jî rêjeya avê 70% ji zenînê.

Encam:
1-Şêx fexirê Adîyan, kurê Êzdîne Mîr kurê Şerfedîn e, navê deyka wî sitiya zîne û birayê Şêx Şemis, Nasirdîn û sicadîn e, babê Şêx Mend û Şêx Bedir û xatûna Fexra ye, ji gundê Migîrs e li sedê 12 z. li peristgeha Lilişjiyaye û hevdemê Şêx hesen kurê Şêxadî yê duyem û Şêx Fexredînê Îraqî ye.
2-Aqûb nekurê Şêx Fexir bû, ew Şagirdê wî bû.
3-Şêx fexir bi navê devera xwe hatiye naskirin.
4-Şêx Fexirê Adiyan û Melik Fexredîn yekin.
5-Piştî rêveberiya dînî ketiye destê binemala Şemsaniyan, Şêx Fexir, hat hilbijarti wek rêvberê olî ku dibêjnê Babêşêx yan Extiyarê Mergehê.
6-çendîn çîrok û çîvanok li ser jiyan û karûbarê wî hatine gotin.
7-Piraniya têkistên Êzdiyan ji afirandina Şêx wî ne.
8-Şêx Fexir mirovekî dîndar û xwedê nas, aştîxwaz û xemxorê miletê xwe bû, zîrek bû di hemû warên jiyanê de.
9- Şêx Fexir di qewl û beytên xwe de, çendîn babet li dor ziman, edeb, zanist, dîn, civak î mêjû..htd çarekirine,sûdek başdi berhemên wî de hebû.
10-heger heta niho Babe Tahirê Hemedanî mîna yekemîn helbestvanê Kurd(diyalekta Lurî) hatiye desnîşan kirin û Melayê Cizîrî bi yekemîn helbestvanê Kurd(diyalekta kirmanci ya jorî) hatiye naskirin, eve bê gûman Şêx Fexirê Adîyan yekemîn qewilvanê edebê milî yê kurdî ye.

Jêder û perawêz:
1-Dibêjin Êzdîne Mîr, berî şîxadî bê Lelişew mîrê deverê bû.
2-Gundiyatî,Xidirê Silêman çapa El-Hewadis, Bexda 1985, rupel 91.
3-Her wek min ji gelek qewilzana bîstî.
4-Hindek qewilzan vê rêzkê bi vî şêwey dibêjin(Herdu xelefên Mîr Êzdîn e) bi baweriya min ev rêzik dirustire, jiber ku Êzdîne Mîr berî hatina Şîxadî mîrê deverê bû, ango li ser demê Êzdîne Mîr hêşta çîna Şêxaniyê li nav Êzdîyan de nehatibû damezirandin.
5-Govara Lalişjimare(6), Bedel Feqîr Hecî, rupel 57.
6- Êzdîyatî wane bo xwendekarên Êzdîyan pola(1-6) xidirsilêma çapa wezareta perwerda Kurdistanê 1996 rupel 39.
7-Govara peyv jimare(2) sala1994, Bedelê feqîr Hecî rupel 68.
8-Govara Roj, bingehê Êzdîyan li dervey welat di weşîn e.
9-Qedemguhastin= Mirin.
10- Govara Lalish jimare(5) Şêx Elo Şêx Felef rupel 59.
11- hind ravekerên vê sebeqê dibêjin mebest ji( îman li koş)pesneke bo kesê mereqa dilê wî tenê sêkis, lê bi baweriya min mebest ne sêkse.
12-sebaret vê yekê vegere van jêdere:
-Êzdîyatî li ber roşnaya têkistên ayînî, Xidirê Silêman û Xelîlê cindî rupel 21.
-Êzdîyatî perwerde çapa yekem, Xidirê Silêman 1996 rupel66.
- Awirer li Êzdiyatiê(bi zimanê erebî ye), zuhêr Kazim Ebûd, çapxana nehze, Bexda1994 rupel51.
- Êzdî di rabirdû û niha d( Bi zimanê Erebî ye), Ebed Li-Rezaq Li-Husênî rupel(147-148).
13- Êzdîyatî jêderê navbirî.
14-Êzdîyatî jêderê navbirî.
15-Govara Lalişjimare(6).
16-Ji ber ku li wî demî perda dînî hemû jîn û jiyara xelkê nixamtibû, dibînîn nivîsên wan jî bi vî terzî hatine nivîsîn,sebaret vê yekê(Dr. samî Seyid El-Ehmed)di pirtoka baweriyên kevin yên Îraqê de( Bi zimanê Erebî ye) di bêje:Îraqiyên kevin hemû destxet û bawernamên xwe yên bazirganî û stêrnasî û nojdarî bi terzê dînî di nivîsîn.
17-Govara Laliş jimare(5) rupel 77.
18-Vekolîna stêrnasî û qewlê meha li cem Êzdiyan, Bedel Feqîr Hecî,
Govara Laliş jimare(1-2-3).

* Ev nivîs di govara Laliş jimare 10 de bi tîpên Erebî hatiye weşandin.


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -