NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


TAWIS (SENCEQ) DI ERMENISTANÊ DE

Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan

Êzîdî berî dema Þîxadî - Beþa 2

Êzîdîtî berî dema Þîxadî 1

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye

Şehda dînî

ŞÊXANÎ-Navên ocaxên Şêxa

Pîralî û Batizmî

Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de

Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

"Cilwa" û "Meshefa Reþ"

Durr u padşa

Rojî li cem Êzîdiyan

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

ÇARŞEMÊN HESAVA

Bisk hildan

ÊZDÎTÎ

PÎRANÎ-Navên ocaxên Pîra

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

 

 

yeziden.de ÇARŞEMÊN HESAVA   

ÇARŞEMÊN HESAVA

ÇARŞEMÊN HESAVA

 

Eskerê BOYÎK
e.boyik@web.de


Van roja di nav Êzdyên kevnesovêtyêye berê da mêrasîmeke olî ya gelekî kevnar tê pêkanîn, jêra dibêjin Çarşemê hesava.
Çarshemê hesava destpêka meha Adarê da dest pê diben, sê çarshemin. (Hinek cîya çarshema çara jî lê zêde dikin). Hesenê Şêx Keleshê, ku ji malbeteke gundê Şamîranê (Ermenistan) ya a’limye bi nav û denge e ( Biroşyûra xwe ya RÊ-RIZMA MILETÊ ÊZDÎ ANEGORÎ QIRARÊ DÎN, , Yêrêvan, 1994, rû 35) wa dinivîse: „ Hersal, meha adarêda (mart) Çarşemê Hesav destpê dibin. Meva eyane, wekî çar sala carekê rojeke salê zêde dibe. Meha Sibatê (fêvral) dibe 29 rojan, ew sal tê hesav sala Kabûs. Wî hesavî çarşemê meha Adarê dibine pênc çarshema. Wî wextî Çarshemê hesav dest pê dibin.“
Isal, 2006 a bi texmîna min çarşema ewlin ket 1 ê adarê, ya duda 8, ya sisya 15 ê Adarê.

Bi edet roja Çarşema e’wil her gundekî Kurdên Êzdî da admosfêra eydê ye, xelk kêfxweşin, malan da xwerinên baş tên çêkirin, ji wê xwerinê firaqekê, wek nanê mirya dişînine yan malê dunavan yan jî cînaran. Nîvro her malek li ber derî yan li ser xanyê xwe agir dadidin. Neferê malê dora kuçik dicivin, şa dibin, ser êgir ra banz didin. Cilê xwe ser da diwşhînin. Yanê guneh, nexweşî, te’lî-tengasyê xweye sala çûyî li nav wê agirî da dişewitînin. Çarşema duda dîsa wek çarşema e’will tê kirin. Çarşema sisya da dîsa tevî wan hemû pêkanînan KULOÇ tê petin.
Hesenê Şêx Keleşê dîsa wê pirtûka xwe da dinivîse: „Çarşema pêşin (Oxirçarşem) ewê rojê firaqe xwerin boy navê Xudanê meha Adarê, kîjan ku Melek Zeydîn e tê derxistinê.“
„Çarşema duda (Axirçarşem)-ew bi hesavê kevn sala miletê meye teze ye.“ Çarşema sisya (Qereçarşem)- Çarşema Kuloçe. Evê rojê Kuloç tê petinê, pêşemê tê kerkirinê…“
Kuloç petin jî bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şîr, şekir û xurekên din (gerekê heft tem bin) hevîrekî mezin çê dikin. Xadimekî (morî yan jî diravekî biçûk) davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî tangê dane. Pashê wî hevîrî pen dikin û tendûrêda dipêjin.

Kuloç roja pêşemê ji alyê malxê malê va tê kerkirin. Bi kêrê ortê da dikin dû kera. Vê kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava xadim (morî yan dirav) ji ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketye.
Wextê ew nîşan ji ber xetê (devê kêrê) dernakeve, vê carê Kuloç par dikin: Parên Xudanê Malê, Mamereshan, Gavan Zerzan, Memê Şivan datînin, paşê para neferê malê ra datînin. Nîşan li nav para kê da derket sal serê wî dikeve…Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê nevsa wî (wê) şexsî (şexsê) va girê didin… Min ji devê geleka bihîstye, dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêr e.

Dema meriv mêrasîma derbazkirna Çarşêmên Hesava hûrgilî lêkolîn dike, tê texmînkirin, ku girêdanek navbera wê û e’yda NEWROZê da heye…Demsala derbaskirina herda jî pir nêzîkî hevin û herda da jî agir tê dadan. Gelo di nav dewrana da e’yda Newrozê nava Êzdiyan da bi wî navî û wî cûreyî nehatye xweyîkirin? Ji bo wê demê gotineke wa jî hebû:

Newroza me siltanî,
Darê xwe hilanî,
Berî zivistanê da
Bahar dewsê anî.

Hesenê Şêx Keleşê jî we biroshûra xwe, ya jorgotî da pêşdahatina Çaremên Hesava wa şiro dike: „ Pey nîşandayîna gele kiryametara, rojekê Şîxadî dibêje (Mêrê dîwanê ra): „Werin em her yek te’mekî bînin, kuloçekî bistirên. Xadimekê bavêjin nav hevîr, bipêjin. Sibetirê emê wî kuloçî kerkin, Xadim para me kîjanî ket em teslîmî wîbin, bira ew jî serwêrîyê me hemya bike.“
„Ew Mêr û milyaket hevra qayîl dibin, çawa Şîxadî dibêje, usa jî dikin. Sibetirê kuloç ker dikin. Xadim serê Şîxadî dikeve…“
Dibe rastî jî di vê çîrokê da heye, lêbi texmîna me, ku usa bûya ev rê-rizmê li nav temamya Êzdiyan da bima.

Li nav hinek êlên Êzdîyên Ermenistanê da Çarşema çara jî tê derbaskirin. Wê çarşemê ra dibêjin „ Hesen pîrik“. Wê rojê diçin ser mezela. Ev çarşema hîmlî ew êl derbaz dikin, kîjan vebûna biharê ra derdikevn zozana (yên nîv koçer). Diçine li ser goristanên miryê xwe, paşê derdikevn zozana. Gundên êla Elegezê Çarşema çara nizanbûn, ji bo ew nîvê meha şeşa (Nîsan) diçine ser mezela. Ew dernediketin zozana.
Sala derbazbûyî, dîsa vî wedeyî hinek malper û rojnema da derheqa wa gotî Eyda Kuloç da hate nîvîsar. Tu peyv derheqa Çarşemên hesava û derbazkirina wê mêrasîmê da tunebû. Mixabin nivîsvanê wan gotaran hîmlî dunav bûn...Evê nerastyê ez mecbûr kirim derheqa wî rê-rizmê dînî da, ku cem Êzdiyên Rûsyayê tê pêkanîn, vê gotarê binivîsim. Li nav civaka Êzdiyan da tu cara nehatye gotin Êyda Kuloç. Petandina Kuloçê serê salê percek ji wî rê-rismê dînî ye, kîjanî ra dibêjin: Çarshemê hesava. (Koka vê rê-rizma dînî ji kî demî da dest pê bûye û çima tenê li nav Êzdiyên Rûsyayê da maye lêkolîna zanyarî ya dûr û bingehîn dixweze. Em wî karî bihêlin zanyarên pêshwextyê ra).


Bi vê gotarê xwestina min nivîskar û lêkolînvanê Êzdîtyê ewe, ku dema dixwezin derheqa ê’yd, e’det yan rê û rizmên dînê êzdîtyê da binivîsin, bira rind lêkolînê bikin û temamya mêrasîmê bi tam binivîsin. Lêkolînvanên pêşîrojê ra ew yek pir pêwîste.
Usane ne E’YDA KULOÇ, lê ÇARŞEMÊN HESAVA.

***

Li nav Êzdîyên êla Elegezê (12 gund, xurû Êzdî), Ermenistan, mêrasîma Çarşemên hesava rê-rizmekî êzdîtyê yê herî hizkirî bû. Wî heyamê salê, wê herema çîyayîn hela berf li erdê heye, û sare. Çiqas jî sar bûya roja çarşemê, nîvro, li ber derê her malekê kuçkê agir dişxulî û bawarkî biçûk-mezinê gund derdiketin dora êgir…Ken û laqirdî, eshq û şayê gund hildida, heta nexweş jî hundur da nediman, derdiketin ber êgir, bawar bûn ku agirê çarşemê wê êşa wan ji xwe ra bive, ewê qencbin.
Roja kerkirina KULOÇ axaftina teva derheqa moryê da bû. Çika morya kîjan malê serê kê ket. Ew mêrasîma usa ketibû nava jîyana me, ku
sala 1967 min ev helbest nivîsî, kîjan sala 1975 a pirtûka min e KULÎLKÊ ÇÎYA da cîyê cwe girt:

KULOÇÊ SERÊ SALÊ


Kalkem kuloç datanî,
Dida kêra kalanî
Kêr dida ser û digot,
Eva para xeta cot.

Bira zevî nebin xam
Xete bextê evd-îsan.
We’dê kuta dibû xet,
Morî ber dernediket

Kalkêm kuloç ker dikir
Xeberne wa ser dikir:
Mamereshan tuyî-tu
Me gundyan ra nan û ruh

Çevê xetê li teye,
Çilka te bextê meye...
Para han jî para te
Memê Şivan xweyê me,

Bira guher şên bivin,
Nexweş-kulek kêm bivin
Gavan Zerzan tera par
Şîr û qatix bikî be’r...

Ev Xudanê malêra,
Serfinyazya salêra,
Ji mal kêm nebin mêvan,
Şermî nebin em ber wan,


Malda têrbûn û şayî,
Dinyayêra e’dlayî...
Paşê due’a pê tanî
Mera jî par datanî,

Digot: „ Sal hat beyara,
Tucar neda bêkara,
Xebat, tifaq û xîret
Evin bext û bereket
1967.


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -