NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


TAWIS (SENCEQ) DI ERMENISTANÊ DE

Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan

Êzîdî berî dema Þîxadî - Beþa 2

Êzîdîtî berî dema Þîxadî 1

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye

Şehda dînî

ŞÊXANÎ-Navên ocaxên Şêxa

Pîralî û Batizmî

Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de

Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

"Cilwa" û "Meshefa Reþ"

Durr u padşa

Rojî li cem Êzîdiyan

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

ÇARŞEMÊN HESAVA

Bisk hildan

ÊZDÎTÎ

PÎRANÎ-Navên ocaxên Pîra

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

 

 

yeziden.de Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,   

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

Dr. Xelîl Cindî Raşo û Xanna Omerxalî



Sala Teze li cem êzîdîyên Îraqê, Tûrkîyê, Sûriyê û wisa jî li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê

Di vê gutarîyê da emê hewl bidin ji bo xwendevanên hêja behsa dû corên Sersala Êzîdîya bikin: ek li cem Êzîdîyên Îraqê, Turkiyê, Suriyê, dû: li cem Êzîdîyên Ermenîstan u Gurcistanê. Yek ji cejnên here mezin û giring, ku nîşana hatina demê teze ye, cejna Serê Salê ye. Cem êzdîyên Ermenîstan û Gurcistanê cejna Serê Salê li meha Adarê derbaz dikin, ne li meha çara – Nîsanê – çawa li cem zdîyên Kurdîstana Iraqê, Turkiyê û Suriyê da, Çarşema Sor derbaz dikin.

Cejna Ser Salê bi gelek navên din jî tê naskirin, wek: cejna „Tawisî Melek“ û „Melke Zeyîn“ u „Çarşema Sor“ û Kloça Serê Salê. Wek hatî xoya kirin Êzidîyên Iraqê, Turkiyê û Suriyê hersal li Çarşema yekê ji meha nîsanê (li gor salnama rojê, ku bi 13 roja şundaye li gel salnama bûna Îsa) pîroz dikin. Wek ji navê wê xoya dibe, ew pîroz kirina sala nû û tazeye. Ev cejin paşvemaya ewê cejna Kevin û dêrîne ku li demê Somerî û Babiliya jî pêşwaziya sala nû dikirin û digotinê ,,Bêt Ekîto,, anku bi zimanê Babilî Serê salê û li wê meha nîsanê li cem wan zewaca Xudawendê wan ,,Temuz,, bû.

Nîsan, wek hindek vekoler û zimannas dibêjin, ji ,,nûsal,, hatiye, anku destpêka sala nû. Bêguman eve cejna here mezin u bi rewşa Êzîdîyane. Evê cejnê gelek taybetmendiyên xwe hene, em di karîn wek serrêza destnîşan bikin: Çê nabe mirovê Êzîdî di meha insane da daweta bike u jina veguhêze, ank jin anîn di vê mehê da qedexeye. Her wisa çê nabe di vê mehêda mirovê Êzîdî erdê bikole!. Êzidî dibêjin: nîsan buka salêye, ew ji hemû mehên dî ciwantire u mehekê di ser xwera nabîne, ji ber wê yekê jî çê nabe kes di meha nîsanêda bizewice!


Kabanîyên mala berî çend meha hêka kom dikin serhev u roja êvara cejnê ewan hêka di kelînin û bi dermanka (sor, zer, kesik, ...) rengîn dikin. Rojekê berî meha nîsanê, her malek diçe aqarî û hinek axê di îne û giyayeke jêra dibêjin ,,Karî,, û bi qalçikên hêka deriyên malên xwe di razînin (dineqşînin), li wê baweriyê ew pêşwaziya sala nû dikin, Tawisî Melek di vê rojêda tê xwar û dergehê xêr û bereketê bo hemû dinyayê vedike. Her kesek ji zaroka, qîz û xorta, mezina leyiztoka „hêkanê“ dikin û ewan li hev dixînin, ka hêka kê dişkê, ew hêka xwe di dorîne. Berê sibê gundî derdikevin dervey gund u xunava li ser gîyaya kombûyî, bi destên xwe lê dixin û ser û çavên xwe pê paqij dikin, li wê bawerîyêne, ew xunava ewî Milyaketîye û ewê pê genc bibin!

Li roja cejnê jî cotyarê êzîdî diçe nav çandinyê xwe û hêkên şikandî nav da belav dikin, wekî xêr u bereket bikevte nav derametê wî û berhemê salê zêde bibe. Hemu gundî diçine ber zîyareta gund u şûnda li malê yek u du digerin, cejna Sersalê pîroz dikin. Kabanîyên mala hêk û mastî bi ser malên din da belav dikin, li wê baweriyê da xêr û bereket bikeve şîr û mastê wan û pez û çêlek û heywanê wan sax û silamet bimînin û berê wan zêde be. Bêguman di vê cejnê da her malek li gorî şîyana xwe pezekê yan heywanekê dike qurbanî û di vê cejnê da her malek jî Sewika di pêjin u xwarinên teybet dirust dikin û diçine ser gorêt mirîyên xwe û bi navên wan ewê xêrê dixun û belav dikin.

Roja duduyê ji meha nîsanê Tiwaf li gundên Êzîdîya dest pê dikin, heta dewîya meha hezîranê (June). Yekem Tiwaf jî li bacarokê Bahzanê dest pê dike. şûnda li rojên înî û çarşembû û rojîyên din li gundên dinên êzîdîyan berdewam dibin, helbet her Tiwafek bi navê Xas û Babçakê wî gundî êzîdîyane. Di wan Tiwafa da dîsan qurbanî tên pêşkêş kirinê û kêf û şayî têne kirinê. Xelq tev da diçine zîyaretbûna Qubên wan Xasa.

Zana û dîndarên Êzîdîya jî li ber wan zîyareta qewl û beyt û du‘a dibêjin û hinek cara jî qewal def û şibaba lê dixin. Micêwirê wan zîyareta, di wan roja da xwarineke teybet, ku dibêjinê „Simat“, bo Tiwafîkera çê dikin. Êzdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê (niha jî li Rûssîyê) bi vê cejnê dibêjin Kloça Serê Salê. Ev cejn dikeve çarşema ewîl meha sisîya – Adarê – bi rojnîşa (salmana) rojhilatî, ku sêzdeh roj şunda rojnîşa Girêgoriyanî tê. Hemu êzîdî vê cejnê bi kêf û şayî derbaz dikin û dibêjin: „Bira ev roja derê xema dade, derê xêr û xweşîya veke. Ev rojeke bijareye û xemleke êzîdîyatîye“. Her mala da Kuloç tê petinê, kîjanê ra dibêjin ,,Kuloça Serê Salê,, û bi vî navî cejn jî tê nas kirinê. Morîkekê di êxinin nav hevîrê vê Kulocê (niha jî zef cara morî tê guhartin bi dirafekî biçuk).


Hevîrê Kuloçê jî tê çêkirinê ji heft ti?ta, wek ar, hêk, rûn, şekir, xoy, htd. Îzna qet-qet kirina Kuloçê tenê cem malxwe malê ye. Sibê zû bav yan jî kalê male (mezinê malê) Kuloç li ser pi?ta zaroka kurîne biçûk vê malê datîne û ker dike. Baweriya Êzdîya heye, ku ew adet sheet û qewatê bide zara kurîn. Ew pêşiyê li ser Kuloçê pê kêrê rêçê diki?îne, kîjanêra dibêjin „xeta cot“ û paşê qetqetî dike bi du para. Paşê li ser nîvekê vê Kuloçê nav datîne ser para: malxiyê malê, para neferê malêyî mêranî, li ser beşekî din jî nava Xas u Babçakên (Mêr û Milyaketên) êzîdîyatî dinivîse, para bi navê Memê şivan – Xudanê heywanê kelî hûr (pez) û Gavanê Zerzan – Xudanê heywanê kelî mezin (dewar), para Xatuna Ferxa – Xudanê jina û jinê ya du halî (hemle) û zaroka, para Xudanê Malê, para Pîra Fat, para şems htd.


Zarok u hemû merîyên malê bê sebir hîviyê ne, ku kengê para xwe bistînin û li morîyê bi gerin. Bawerîya Êzîdiya heye, ku ev Morî para kê bikeve, ev merî gelek bextewar di vê salê da be, lê wekî morî bikeve para Xas û Babçakekî, li wê wextê texmîm dikin, ku ev Xas alîkarîya vê malê bike u piştevanê wan be. Li cem Êzidiyêt Îraqê bo Kuloça Serê salê dibêjinê (Xewlêr) û li cejinda Bêlinda, meha kanuna yekê di êt çêkirin. Roja Kuloça Serê Salê, kengê Kuloç di pejandin, Êzîdî berê gunda da akincî gurîk (agirek) vedixistin, û zarok dora gurîkê di reviyan, û hemû xelq ser gurîkê ra banzdidan û şa dibûn. Ew adetek zor qedîm û pirzeman e, ku bi xwe nîşanê temîzbûn ji hemû xirabî u nexweşî ye.

Ev Guriya Agir, dîsan li cem Êzidiyêt Îraqê li cejina Bêlinda meha kanuna yekê tê vêxistin u dibêjinê(Gurga Ga) anku Guriya agirê Gay, ji bona xatira cotiyar u gayêt cot u dawî hatina çandiniyê li wê mehê di hat kirin. Hinek Êzîdîyên Ermenîstanê bawer dikin, ku hergê pejandina Kuloç carek bi sebebekî nehate serî, (bi vî cureyî adetek hate vebirîn), çêtire, wekî ev mala îda Kuloç napete. Wekî na, çawa ewan şiro vedikin, bextê wê malê tê birînê. Lê gelek Êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê bi vî adetî bawer nakin u guhdarîya wê yekê nekirî vê adetê pêşda dibirin. Her malekê da di vê cejnê da hêk tên kelandinê û reng kirinê û çawa ku qayde, bi rengê sor û qîçik (zer) reng dikin, kîjanêra cim‘et dibêje „hêka sor“.


Ew rengana – renge yê Rojê ne. Biçûk u wisa jî mezin berî xwarina hêka wan bi hev dixin û hev dişikênin, u dîyarî hev dikin, wisa jî didine cînar û mirovên xwe. Ew adet çawa cem Êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê heye, wisa jî cem Êzîdîyên Kurdîstana Îraqê, Turkîya û Surya jî heye wextê cejna Çarşema Sor (yan Serê Salê) meha Nîsanê da. Cejna taybeta Serê Salê nişanê tezekirina jîyanê ye, nişana wextê teze û tiştê nûye. Ew dema destpêkirina her tiştaye, tezekirinêye, tebîe‘t vedibe. Piranîya rism u adetêd ku têne kifşkirinê vê cejnê da dewlemendin bi fikrên teze efrandina u saxbûyîna temamîya tiştê ku wextê e‘firandina dinyayê da hatiye çêkirinê.


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -