Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de
Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de Lêkolîneke olî-civaikî Bi pênûsa şewqî îsa Ez bawer nakim, kû tu gel li ser ruyê vê erdê weke Êzîdiyan û Cihuyan rûmetê bidin nan..şikandina nan berî destpêka Xwarinê û biteybetî berî nanê êvarê (şîvê) li cem cihuyan naskirî ye. Cihû vê edeta xwe bi hezarên salan bi rêve dibin û nifşek dide nifşê li dû xwe.... Cihû mecbûr in ji zarokî (bîçûkanî) hînî vê edetê bibin.... Heke Êzîdiyan nan û xwêya mirovekî xwarin, ew êdî tucar nokeriyê (Xayîntiyê) lê nakin, bila ew mirov ç milet be. Ew nan û xwê dibine weke bext û peyman di navbera wan de..... Heke mirovekî demeke dûvedirêj li dostekî xwe yî lêzim nepirse û carekê ji caran ji nişkê ve rastî hev werin, ew dibêje: „Gelo tu çiqasî bê nan û xwê yî“ Heke hat û carekê mirovekî nokerî (Xayîntî) li yekî din kir û pîştî demekê tofanek bi serê wîvehat, hingî dibêjinê, kû nanê wî ew mirov kor kir bextê wî lêda... Mirovê şîrhelal û bi bext dibêje: „Ez bêbextiyan li vê malê nakim, ji berkû min pir nan û xweya wan xwariye, anjî dê nanê wan min kor bike.“.... ji vir diyar dibe, kû pîroziya nan ciyekî bilind di ola Êzîdîtiyê de girtiye. Êzîdî dibêjin: „Zad (=genim) anjî nan îman e.“ Kurd bi giştî, çi Êzîdî, çi Misilman û çi Xaçperest, heke perçek nan di reya xwe de dîtin, pêwiste e li wan, kû rajine wî nanî, biramîsin (paçûkin), deynin ser anya (Pêçavê) xwe û dûrî dewsan (li ser kevirekî) deynin. Pêlkirina nan pîr gune ye. Heke keçek û Xortekî semawenda xwe (daweta xwe) kirin, ye jînek ji mirovên zavê di pêşîya bûk û Zave de dîlan dike û di destekî de nan e û di destê din de kevgîr e... Êzîdî çê nabe nan bi kêrê bibirin, ew mecbûr in bi destên xwe bişkînin. Min ji devên hindek Êzîdî bihîst, kû hindek Êzîdî hebûn, yên ji bîraweriya xwe ve hîç ne nan û ne savar xwarin..... Wan digot xwarina nan (Zad) gunehkariyeke mezin e. Gelo çima Êzîdî nan (Zad, genim) pîroz dibînin, çima hewqas xof dikin? Di Mishefa Reş de, ew pirtûka pîroz li cem Êzîdîyan, ya berî 1000 salî, di dema şîxadiyê karî xêr de hatiye nivîsîn, di beşên 16, 17, 18 û 19`an de, liser buyera avabûna cîhanê û avêtina Adem ji bihiştê û rola Tawisî-Melek di vê avabûnê de wîsa hatiye nivîsîn: „.... û wisa padşahê Keremê berda wê erda pîroz û dengê xwe li Cibraîl Tawisî-Melek kir, kû axê ji her çar kinarên (anîşkên, quncikên) erdê jêre bîne. Tawisî-Melek çû û her çar êlêmêntên pîroz, ax, av, ba û agri ji padşahê xwe re anî. Xwedê ji wan qalibê Adem çêkir û bi hinera xwe rih berda ber. Careke din gote Tawisî-Melek, kû ew Adem bibe baxê bihiştê û şîretan lê bike,kû ew genim çê nabe bixwe. Piştî 100 salî (ev sinûrê temenê insanî ye. Baweriya nivîskar.) Tawisî-Melek gote padşahê xwe:“ Ya padşahê mezin, wisa çê nabe, pêwist e sexelê (tuxmê) Adem zêde bibe û erd ava bibe....“ Xwedê gote Adem:“Min ev kar xiste destê te û bi pêkanîna wî tu pê rabe.“ Tawisî-Melek çû bihîştê dakû Adem bibîne. Wî gote Adem:“Vê gavê te genim xwariye?“ Adem gotiyê „Na xêr“ Xwedê li min qedexe kiriye, gotiye min, kû çê nabe ji dara genim bixum.“ Tawisî-Melek jêre got:“Bixwe, je te re baş e.“ Çawa genim çû zikê Adem, ew pêre pêre nepixî û bîna wî ji ber êşa zikê wî pir teng bû. Tawisî-Melek ew ji bihiştê deranî û avête erdê û guhê xwe jê birî û careke din firiya ezmên... Adem bîna wî pir teng bû jiberkû derketina wî tune bû. Hawar û gaziyên xwe gihande Tawisî-Melek dakû wî ji astengiya wî xelas bike T. M. teyrek jêre şand û wî teyrî qulek di laşê wî de çêkir û wisa Adem dikarî bû destava xwe û derketina xwe bike û bîna wî fireh bû.....“ Li gel kû xwarina genim gunehekî pir yî giran bû, lê Xwedê mecbûr bû çarakê ji bo zêdebûna insanî bibîne. Her tîştek sedemeke wî heye. Tîştek jiber xwe ve çê nabe. Ev planê Xwedê mecbûrî bû kû gunehkariyek bikevê. Yanî gunehkariya însanî hêne ji destpêka avabûna dinyayê heye. Êzîdî dibêjin:“Em evdên Xwedê serreş yî gunehkar in.“ Ji me giştan diyar dibe kû jiyana me insanên niha li ser ruyê erdê bi xêra Tawisî-Melek çê buye û emê dawî jî herine ber destên wî..... Em gişt pê dizanin, kû genim weke xwarineke bingehîne (esasî ye) ji bo însanan ji mêj ve ye. Belkî kevintirîn xwarin e.... Êzîdî je genim re dibêjin „Xwarina bihiştê.“ Di cejna „Batizmiyê“ de, ya kû Êzîdiyên Çêlkaniyê je êla Hevêrkan di herêma Çiyayê Bagokê, Qelaçê Dasikan, die gelyê Çemê Cerehê nêzîkî Tirbsipiyê û hindek di Çiyayê şengalê de pêk tînin, Êzîdî rengekî nan çê dikin jêre dibêjin Sewik.“ Çîroka van Sewikan jî wisa hatiye gotin: „Dibêjin kû pîrek hebû, jêre digotin pîr Arî. Vî pîrî jiyana xwe li bereha Derdîlê nêzîkî Heskîfê derbas dikir û perestina xwedê dikir..... Wisa dibêjin kû ew hate nava Êzîdiyên çêlkaniyê li çiyê Bagokê.... Piştî kû wî keremetên xwe ji Êzîdiyan re diyar kirin û Êzîdiyan baweriya xwe pê anîn rabû şikeftek (mixarek) ji xwe re dît û têde rêz û rismên ola xwe bi cî tanîn. Ew şikeft hêne jî heye û li Çiyayê Bagokê dimîne. Gelê Kurdên Êzîdî her sal di serê herdu mehên çile (12/1) de cejna Batizmiyê pîroz dikirin û diçûn şikefta pîr Arî (Piyalî) û serê malbatê pezek, bizinek, karikek, kavirek anjî ciwangak dibire wir û ji bo vê cejnê û piyalî gorî dikirin. Para cejna piyalî heft perçe goşt ji heft cihî ji laşê wê heywanê bû. Dibêjin pîrejineke jinebî (bê mêr) û kurekî xwe yê bitnê Pîr yî belengaz û perîşan bûn. Di roja Batizmiyê de ji feqîrtî nizanîbûn çi bibine hizûra piyalî. Lawik gote diya xwe:“Dayê, çî li malê heye kû ez bibime şikefta Piyalî?“ Pîra diya wî gote kurê xwe, kû bes hindek ervan (ard) û hindek tewaş (bez, dohin) gundiyan xêra xwe dane wan, li malê hene. Diya wî radibe wî ervanî dixe hevîr û li ser sêlê sor dike û reyên wan sewikan bi wî bezê helandî li ber hilma tifikê sor dike. Ji wî hevîrî heft nan çê dibin. Ji şerma dinyayê lawik her heft sewikên xwe dixe bin abayê xwe û diçe şikefta piyalî... Ji dûr ve dibîne, kû gel ketine rêzê (dorê), ew jî kete dorê lê şermê laş û ramanên wî xwarin. Dibêjin kû piali qencê Xwedê bû û jêre diyar bû, kû ew belengaz nanê xwe ji şerma xistiye bin abayê xwe. Li wir gazî wî dike, li gel kû dora wî nehatibû:“Lawikê şivan(a), ew tiştê di bin aba ne min qebûle bi goştê berx û berana (n).“ Ji we demê û pê ve, piyalî li hemû Êzîdiyên Çêlkaniyê ferz kir, kû her Batizmî pêwist e ew heft sewikan jî, ligel heft perçên goşt, heft çiran, heft kulm (lep) mewîj çê bikin. Ji bo çêkirina sewkan pîrê wî welatî mecbûr e çend rojekî berî Batizmiyê li malên Êzîdiyan bigere û hevîrtirş ji wan re bibe. Êzîdî heya ji xêra miriyên xwe re dibêjin „Nanê Miriyan“. Xewre anjî Xewlêr wisa baweriyek heye, kû ev tradisiyon hêne ji dema Someriyan ve heye. Lê ti rastiyên dîrokî di destên me de nînin....Bi kêmasî ev edet ji mêj ve li cem Êzîdiyan heye. Ev nan di cejna Xidilyas de çê dibe bi pêxûnê (Poxwînê) re.... Kebaniya malê hevîrekî distire û nanekî mezin jê çê dike. Yek heb (lib) mêwîj di nava hevîr de dihilîne (winda dike) û nan sor dike.... Malxuyê malê pêwist e raje wî nanî û li ser pişta zarokekî xwe yî bi xelat (çi keç, çi kur) bixe du perçe. Perçê pêşî ji Xwedanê wê malê re ye. Heke ew malbat mirîdê şêx Mend be, perçê pêşî ji şêx Mend re ye, heke şêxûbekir be, ji şêxûbekir re ye û h. w. Perçê diduyan ji malxuyê malê re ye... Perçên din ji nefsên malê re ne. Ew mewîja di nava nan de para kî bikeve, dibêjinê ew yî bi xelat e. Pêwist e malxuyê malê xelatekê bi wî veke anjî diyariyekê pê veke. Xewre çê nabe di wextê sorkirinê de bişke, anjî derz bikevê. Heka hat û derz keti, dibe kû tiştekî nebaş were serê wê male, bê gunam ligorî baweriya Êzîdiyan. 
|
|
|