Pîralî û Batizmî
Pîralî û Batizmî Dr.xelîl Cindî Reşo Göttingen / 10.01.2006 Tiştê me ji bab û babîrêt xwe zanî, digotin Pîralî hata ba Rahibê Dêrê, li qesra Dêrdîlê bû mêhvan. Heta niho em Çêlkanî dibêjin Pîralî qesra Dêrdîlê. Çunke ewy cara ewil xo li wir xwiyakir. Dêrîl dikefte Kurdistana Tirkiya, li nav eşîreta Çêlka. Li wir bû mêhvanê Dêrê. Wî xo bi rengê baba Derwêşa, bi rengê belebgazekî feqîr xo xwiyakir. Xwedanê Dêrê gotê: - Tu li çi digerêy? - Gotê; ez rêncber im! - Rahibê Dêrê: heke tu rêncber î, Xwedê chêkir, şivane ji me re divê. - Baba Derwêş: Wella ez bi kêr şivantiyê têm. Ezê herme ber pezê we. „Wekî ciwamêra ji me re gotî, eve çîroke ji kevin da çêbûye, belê ne hatiye zanîne kî salê Pîralî peyda bûya.“ Pîralî li ba Fela li Dêrdîlê ma. Xelkê dêna didanê, şivana dêna xo didanê, Pîralî sibehê pezî ji mal dihajot, dibite geliyekî mexel diket û na çêrêt. Ê Fele lê nêrî, pezê wî ney tî ye, ney birçî ye, pezê wî zêdey pezê gundiya î saxlem e. Wextê bû zana pezî, ewî(pezî) cêw-cêw diyna! Bi vî rengî bereket kete malê Feley, ew li gel xo dibêjit; Ya Rebî! Ev shole ne weha ye! Carekê ê Fele lê dil xerab bû, gote Pîralî: Tu dê pezê xo beye filan cî, filan çalê. Tu dê av dey, çunke diniya germ e. Pîralî gotê: xem nîn e! Dibêjin, Pîralî ew peze bire baniyeke rût, ne av, e çêrwan lê hey. Pez li ber qiçîna rojê mexel da û Fele pawanî li Pîralî dikir. Dêna xo dayê xwşe-xwş kaniyeke avê ye, deravekî avê di ber pezê wî ra diçit; çî peza dilê wê diçe avê ji mexelê xo radibt, diçit devê xo dike wê ava sar, têr vedixwe û vedgerête cjyê xo mexel dibêt. Bab û babîrêt Feley li wî ciyî mezin bûna û jiyana xo li wê der derbaz kirîne, belê çu av li wê Der- li ciyê Pîralî pez lê mexel kirî-ne dîtîne. Û Fele got: Wella ez gunehkar bûm!...serî di pîralî da anî û gotê: Ez li bextê te, min şaşî kir tu neke! Tiştê me zanî û bihîstî, dibêjin, Pîralî diwa li yê Fele kir, yê Fele careke dî Pîralî ne dît û ew ji ber çava winda bû. Feley şivanê xo ne dît!. Dibêjin piştî wê rudanê, Pîralî ji Dêrdîlê hate Şorê (Çiyayê Şorê) nav Kîwexiya, Baciniya, Xerabiya û paşî ço nav Dasikiya li Deştê. Xelkê Torê lê kom bûn, Hingî bi navê Pîralî xo aşkera kir, got: Ez Pîralî me. (Berê navê wî çî bû, ne gote wan) Berê Êzdiya zû ne dispartin, ango zû bawer nedikirin. Heke Xasêt Xwedê hatibana, xelkê jê bawer nedikir, heke keramet ji wan dîtiba, dibit wî çaxî jê bawer kiribana. Ewan gotine Pîralî: Em ji te bawer nakin! Yê Pîralî li malê çêlek (Çêl) ser jê kiribû (kuştibû), kiribû xêr. Civat lê kom bû, şîv dixwarin, şunda Pîralî dwakir, hemû hestiyêt çêlekê yêt belav lêk kombûn, Pîralî destêt xo lêk dan-tiştê me ji ciwamêra hilatî- ew çêleke bû weke berê, sax bû, bwa bore-bora wê ji dîwanê derkefte hewşê! Dengê Pîralî belav bû, keremeta xo diyar kir. Li wê derê heftiyekê ma, ewî îda Pîralî/Batizmî li ser wan kire ferz. Li îda Pîralî çend rê u rism têne kirin, yek ji wana çeêkirina (Xewrê), bi tenê Micêwrê Pîralî, ku (Bozêra) ne, dikarin xewrê çêkin. Çawa Bozêra bûne Micêwrê Pîralî? Demê Pîralî hate nav Çêlka, li Ciwamêra bûye mêhvan, hemûka xêra xo çêkirin, anîn. Dibêjin, hingê xortek-kurê pîrejinekê-li dîwanê bu, dît her kesekî xêra xo anî, ew bi tenê ma, rabû hat mal ba diya xo, gotê: yadê! Çi ye lawê min! Pîralî hatiye, ew Xwedanê me ye. Ew li ciwamêra buye mêhvan. Hemûka xêra xo çêkiriya, jêra birne. Erê yadê, tiştekî me nîn e, em jî xêra xo beyne nav wê xêrê? Deyka wî got: Kurê min! Bi Xwedê me tiştek nîn e. Em belengaz in, bi tenê hindek arê cehî wê li mal heye, heke tu dixwazî, ezê çêkim. Kurê wê gotê: Baş e yadê! Hema çî hebit her xêr e! Dayika wî ew ceh kire gurzekî sewika u kire bin êgir heta qenc qeleha ( bash qeliya). Kurê Pîrê ew gurza (sewik) nanê cehî kire bin ebayê xo û cho civatê. Qeweta wî bi tenê digihîşte wî arvanê cehî u ew nan jê çêkir. Wextê derbazî dîwanê bûy, dêna xo dayê, dît merovêt maldar-ku hemû wexta hene- hina beran kuştiya, hina ga kuştiya, hina nêrî kuştiya. Her yekî bi xêra xo serbirek kushtibû. Wextê kurê Pîrê xêra xelkê dîtî, ku hemwa ga, beran, nêrî û bez êt kuştîne, ewî fehêt kir, gurzê xo ji bin ebayê xo bînte der. Xêra xo layqî Pîralî nedît. Pîralî bang kirê, gotê: „Kurê daypîrê! Gurz derîna ji bin ebay, min qebûl kir bi gay û min kira toberka hemû vê xêrê.“ Ji hingî were u heta niho em dibêjinê: „Xewrê Pîralî.“ Heta niho ew binemala xewrê çêdikin. Edetê çêkirina xewrê li cem Çêlkêt Tirkiya ne maya, bes li cem Çêlkêt îraqê maye. Micêwrê pîrê Alî çêdiken. Ew sê xewra çêdiken. Divêt her malek sê xewra çêket, yek ji civatê ra, yek ji Şêşims ra yek ji Pîralî ra. Ew xêre çawa têta kirin? Hingê Pîralî li ser wan ferzkir u xêa wan ji wan ra cudakir. Her malek, belengaz bit yan dewlemend, tiştek hebit yan ne bit, divêt ew pzekî bi xêra pîrê Alî ser jê ket (bikujin). Ji wê peza kuştî heft pariya ji şeqa rastî hildigirin. Çêlkî pîlê pezî dikene sê parça, heft şiv perasû (ji wan heft peraswa bi tenê ya heftê hildigirin, ango bûna çar parça. Sitoyê wê, singê wê u heft movik ji pişta pezî, ango (3 parça ji pîl, 1 perasû, sito, sing, movik), heft pariya çêdikin. Bo çi heft parî? Çunke dibêjin, heft mêrêt miqerem (heft Mêrêt mukerem, yan heft Miliyaket) hene u her pariyek u êkî ji wan mêran e. Pîrê Alî jî kire şirîk li gel her heft Mêrêt miqerem. Batizmî li cem eşîreta Çêlka heft roja berdewam diket. Roja yekşemê destpêdiket u roja şembuyê temam dibit. Rê u rismêt vê cejnê bi vî corê hanê tê kirin: Roja yekşemê, roja berî cil şuştin u serşuştin u paqijkirin e. Roja duşemê, sêşemê, çarşemê bi rojî dibin, hêvara çarşemê peza dikujin u wan sê roja nanê miriya dibine der. Pêncşemê şevberat e, xewrê Pîralî ji aliyê micêwirê wî tête çêkirin, her wisa her kesekî bixwazit xilmetê biket wê bêje micêwir ko ew dixwazêt xilmeta xewraçêkirinê biket u hêvara wê şevê dê xewrê hazirken. Roja îniyê xelk li malêt yek u dû digerin u zerî diçine malêt day u babêt xo u malî li hev kom dibin u têk da cejna yek pîroz diken. Roja şemê sersala nû e. Batizmî bi dû heftiya piştî cejna rojiyêt Êzî têt, ango divêt hersê rojiyêt Batizmiyê ko dibêjinê (rojiyêt Şêşims) li sawiya meha kanûna yekê/dêsember bin u îda Şêşims bi keve kanûna diwê, (hisêba Êzdiya 13 roj piştî hisêba zaynî/dayikbûna Îsa têt), divêt rojî bi kevnet (28, 29, 30 î kanuna yekê) bi hisêba Êzdiya, beranber (11, 12, 13 î kanuna diwê/Januar) bi hisêba ji dayikbûna Îsa. Cejna Şêşims jî divê bi keve (1 yekî kanuna diwê) bi salwexta Êzdiya, beranber (14 î kanuna diwê) bi salwexta Îsayî. Ev salwexta jî bi çilê zivistanê ve girêday ye, divê roja Şêşims (îda Şêşims) bikeve sala nû. Wek tête zanîn roja dawî(yekşemê) roj u îda Şêşims e. Xelk xêra xo diynin, dibêjin, (têşta Şêşims). Her kes dîsan xwarinekê ji wê xêrê çêdiken, serê sibê ji bona xêra Şêşims dadinêne civatê. Bi vî rengî Pîralî heft rojêt xo li nav xelkê Şorê derbaz kirin. Paşî, “Şor” hêla u xo berda nav eşîreta Dasika. Ev eşîret jî li Kurdistana Tirkiyê, li Qelac u Deştê dimînin. Pîralî yekşema ewil li nav Çêlkêt Şorê bû, şunda, yekşema diwê hate nav Dasika, li nav wan jî heftiyekê ma, xêr li ser wan jî ferz kir, xwe kire Ocax u Xwedan ji wan ra. Ji wir hat u nîşana (sîmbola) xo danî. Ew nîşane heta niho wa maya u bi rengê serê beranekî ye, wek serê Tawisî ye. Serê beran li ser milê xoy rastê ziviriya. Ew ji medenê xam e(bironz) î dirust kiriya u bi rengê zêr e. Ew yek parçe ye u meziniya wî hindî serê Tawisê ye, bi tîpêt latî li ser nivîsî ye. Nîşana Pîrê Alî niho li Çiyayê Şingalê li mala yekî feqîr e, ji feqîrêt mala Zero. Her çende ew feqîr in u ne mirîdêt Pîralî ne, belê ew nîşane wa li nik wan mayî. Çawa ew nîşane gehişte destê mala Zero? Li wî çaxî hukmekî zalim li Tirkiyê hebû, firman li pê firmanê li ser Êzdiya radibûn. Wextê Zero bû Koçek û batin li ba xwiya bû, diçû nav Çêlka. Wan Çêlka ew nîşane dane day Zero, gotinê: Yadê! Nîşana Xwedanê me li cem me ye u hero ferman li ser me hene u hukmê Islametiyê hukmekî zalim e u kotekiyê li me diket, em ditirsin rojekê bi zorê nîşana Xwedanê me ji me bistînin. Tu vê nîşanê li gel xo bibe Çiyayê Şingalê, ew koka Êzîdxanê ye, belkî li wir bistirit u bête paristin. Day Zero li çî digeriya, got: bînin! Anî li mal danî u heta niho jî ew nîşane wa li bal taliya wê ma ye. Çawa Batizmî li Şingalê u Welatşêx peyda bû? Piştî Pîrali heftiyekê li nav Dasika may, ewî berê xo da Çiyayê Şingalê; hate wê Derê. Niha Pîrêt Pîrafat jî ji Pîrê Pîralî ne. Nîşan û Mezargeha Pîrafat li Çiyayê Şingalê ye. Demê Pîrê Alî hatî, ew Pîre (navê wî ne diyar e kî ye) bi pey Pîrê Alî keft, xwest dîndara wî bibînit, li ba wî runê, ji zelamekî pirs kir, gotê: Kanê Pîr? Go: Pîr fat? Ew ciye, ciyê Pîralî lê rûnişt bû, belê niha ew bi navê Silavgeha Pîrafat li Şingalê tête naskirin. Pîrêt Pîrê Alî u Pîrêt Pîrafat ji yêt (Pîrî Fat in!). Pîr Fat jî Pîrêt binemala Şemsanî ye. Pîr hate Pîraxanê, li pey ket, pirs ji Pîraxanê kir, got: Ka Pîr? Got: Pîr, Xab? Pîrê Alî zanî qirar u sikanek li Lalişê heye (dibêjin berî Şîxadî ew çû di Lalişê da runişt), ji wî wextî u şunda Şîxadî hat, êdî me tiştek ji Pîrê Alî ne hilanî. Hatina wî bi vî rengî bû, hosa me naskir. Çawa Pîrê Alî îda Batizmî li nav eşîra Çêlka li Tirkiya dana, hosa îda (Mêl Mêlav) bo eşîra Ciwanayêt Çiyayê Şingalê dana. Eşîra Ciwana li meha Kanuna yekê çû serbira (qurbaniya) na kujin, belkî şêraniyê tînin, Şevberata xo digirin u şêraniya xo belav diken, dibêjin, Mêl Mêlava Ciwana. Pîrê Alî hate Welatşêx u Bêlinda Pîra çêkir. Ew Bêlinda Pîra jî ya Pîrê Alî ye. Ew jî wê rojê sewika dipêjin u dikene îd. Çêlkiyêt Çiyayêt Şingalê baştir li ser tor u tibeiyetê xo mane.
Me got ku Micêwir heye, xewrê çêdiket. Qonaxa xewra lê bit, dor u berî seat 17.00-18.00 hêvarî wê bişînin xewrey ji mala Micêwir înin, li mal deynin, gundî u cînar tên ziyaretî bin. Hêvara îniyê, ê qonaxa xewre bê, wê xewrê xo êwrînin. Gundî, her yek mêwija dînin, ê deh(10) kîlo, ê pênc(5) kîlo, ê bitir, ê kêmtir. Her yek li gorî mala xo mêwija diynin li ser xewra vala dikin. Paşî her yek wan heft(7) pariyêt goştê me gotî ji peza kuştî diynin li ser xewrey vala diken. Her yek heft(7) sewika diynê u her yek heft(7) fitîla(bo hilkirina çira) diynê da dînin ser xewre. Xwedanê malê(qonaxa xewrê), xewrê (yan xewlêrê) diêwirînin u dikene qet-qet ji bo toberka gundiya ra. Micêwir dê bangket: „gelî gundiya! Her yek amana xo bînit da toberka xewra bikenê.“ (xewra ji arê genmê gewrî, ji kuniciya, ji şîr, ji hîka pêk tê). Her malek têt toberka xo ji xewra hilgirit. Dê Micêwir ji Xewdanê her malekê pirsiyar ket, ka çend mirov di mala wî da heyne, ew dê mirovêt mala xo li gorê emir u meziniya wan bêjit, cara êkê wê navê kura(nêra) hildet, paşî navê jina (mêya). Micêwir bo her yekî ji wan mirovêt malê lukmekê lê didet u dikete amanê de. Berê me bi gemşa xewra parve dikir, belê niha em bi tasikê lêkve dikîn, çunke em Çêlkî dibêjin, heke ew gemşa toberkê ji destê Micêwir veresya u hindek jê ket, gelek bi zehmet e, ango gunah e, wê belayek bo wê malê yan wî mirovî bêt, ji ber wê yekê, me gemsş betal kirîne u tasek yan elpekeke piçuk dirust kiriya, ew tasike tête tijî kirin u li gor jimara kesêt malê hind tasik tijî xewre (li hêre Mêwij) diken u didene her malekê. Piştî belavkirina mêwija, Micêwir her malekê li gor halê wê u mêhvanêt wê çend pariyêt goştî u sewikeke nanî didetê. Helbet ji wî goştî yê xelkê bo Pîrê Alî kiriya xêr, da ku mêhvan u gundî jî bixon. Eve hemû rê u risma li hêvara şîlanê tênkirin. Divêt ewê ji bîr ne kîn, ku divêt her sal Batizmiyê (hevîrtirşê) xewre bête guhorîn, ango nû kirin u nanê miriya ji arvanê nû bête danîn. Her yek arvanekî xo başqa li Batizmiyê bi navê Pîrê Alî diken; yê deh teneke, yê heft, yê kêmtir, yê zêdetir, dibene aşî dihêrin. Diyne mal u derê wî venakin heta roja yekşema îda Batizmiyê. Wê rojê Pîr tê hevîrtirşê her malekê didetê u hingî her malek bi wî hevîrtirşê nû hevîrê xo diken u xêra miriyêt xo ji wî arvanî diden. Pîr hevîrtirşê sala nû bi gûza Pîralî tirş diket. Çîroka vê gûzê ew e, dibêjin: demê Pîralî pez mexel kirî, ew bi rengê Derwêşa bû, pez hajota, diniya germ bû, çû sîber ne bûn pêzê wî li bin mexel bit, darek li erdê çikand u diwa kir ew darê hişk şîn hat, bûe dargûz. Ew dargûze gelek emzin bû, hemû pezê wî li bin sîbera wê mexel hat u bû xwşîna ava kaniyê li bin dara gûzê chû. (Pîr Isimaîl bo min got, ku ew gûze pêşiyê wan ji Tirkiya gel xo îna bû Şingalê. Hinçê Şêx ba yan Pîr ba, ew gûze diçinî u hildigirt, hevîrtirşê Pîralî pê çêdikir u hevîrtirşê mirîdêt xo pê çêdikirin. Gûzê di nav hevîrî diken u heta sibê hevîr tirş dibû. Ji bilî gûzê tiştekî dî na êxine nav hevîr, ne derman u ne tiştekî dî. Heke Pîrê Pîralî dused malî mirîda hebin, divêt her mirîdek girkekî, ango hindek ji wî hevîrî bo xo bibet.) Dibêjin, hêvarî bitir ji 40 ta 50 kîloyêt arî dikene hevîr u ewê gûzê dibin hevîrî diken, sibê radibin, ew gûza wa bi ser hevîrî keftî. Eve edete heta niha li Şingalê nav Çêlka qut ne bûne. Şeva îniyê şevberat e, xelik na nivin. Roja îniyê xelik ji ber ku zor westiya ne, ew bi roj dinivin. Şeva Şevberatê, heke mirovekî ilmdar, yan mirovekî bi gal-gal hebit, xelkê qonaxê daxwaziyê ji wan bike ku ew bo dîwanê behsa ilmê Xwedê û Shîxadî, behsa rê û rismêt Êzdiya biket. Ji derve jî xort u qîz ji xo ra dîla u heneka diken. Helbet ne tenê îda Batizmiyê bo eşîra Çêlka ne, belkî Êzdiyêt dî jî dikarin beşdariyê tê da biken. Batizmî heft roj in, her rojek ji Mêrekî ra ye(Miliyaketekî yan Xasekî), roja taliyê, roja Şêşims e. Ew Mêr, Mêrêt miqerem in. Pîralî diwa kir, got: Min yekşembu bi roja Şêşims qebûl kir. Wê rojê her yek taşta xo diynê qonaxa xewra lê, li civatê dadinyêt. L civatê hemû îda yek u du pîroz diken. Taşta xo bi hev ra dixon u paşî hemû rêz dibin bo ziyaretbûna xewre u her yek toberka xo ji wî xewreî dibet. Her dîsan roja taliyê(Basimbar) heye, ew jî nîşaneke ji nîşanêt Pîrêt Alî bo zarokêt bi kêma heyvê bikevin, bo zarokêt nesuxirî, mirovêt nexweş. Her mirovekî ji eşîra Çêlka bit, lazim e wê rojê tayekî basimbarê bi xo ra hilgirê. Seranserî salê ew tayê benkê li gel wan mirova dimînit heta sala dî Batizmî bêt, u ê kevin dihavêna nav nîshan u toberkêt malê, ango ciyekî paqij, u yê nû bi xo ve diken. Em karin bêjin, ku ev cejna li nav Êzdiyêt Tirkiya, li nav Çêlka bi navê (Batizmî) têt. Li nav Êzdiyêt Çiyayê Şingalê, eşîreta Ciwana bi navê (Mêl Mêlav) u li Welatşêx bi navê (Bêlinda Pîra = îda Pîrafat).
Navê Çêlka ji kêder hatiye? Gelek bîr û boçûn derheqa koka navê Çêlka hene, emê wan bi rêz kin. Yek ji wan boçûna ewe ya eşîreta Çêlka bi xo dibêjin, ku wextê Pîralî hatî, qonaxa (mala) berê gehtiyê, Çêlek jêra kuştin u jêra kirina xwarin, çunke ewan mirovêt dor u berê wî yan gundê tê de bawerî bi kerameta wî ne dikirin u xo bi destî ve ne dispart, Pîralî diwa li çêla kuştî kir, ew çêl sax kir, ji ber wê yekê gotine wan Çêlkî! Pîr Ismaîl, ku ev çîroke bo min bi rêz dikir, got: „ne bi vî karî navê me bû Çêlka, belkî bab û babîrêt me digot: em bi esil da ji Hindê hatîne, belê sala hatinê neye diyar e. Ji Hindê em ketine Îranê, paşî em ketine Rusiya, ji Rusiya jî em ketina Tirkiya. Demê em ketine Tirkiya, em ketina Çêlkê Eliyê Remo li wê Der me ordî girt u bû sikanê me, çunke ew kesêt hatîn miletekî xerîb bû u Çêlkê Eliyê Remo gehane hev, xelkê Tirkiya pirs jê kirin, tu ji kurî? Ez ji Çêlk hatîme. Erê tu ji wan xelkê ji Çêlk hatî! Erê, ez ji wan kesa me.“ Bi vî karî navê wan bû Çêlka. Di Tirkiya da navê wan kirine Çêlkiyêt Eliyê Remo, digotin: - Tu bi hatî. - Xêre li te bit. - Tu ji kue hatî? - Ez ji Çêlk hatime. Ew eşîrete demekî li wê Der man, heta paşî ji wir belav bun, her hindeka gundekî xo girt u bune xwidan milik. Bi vî karî gotinê Çêlka. Çêlka çend Eşîr û Babik in? Dibit niho 10 ta 15 eshîr u babikêt Çêlka hebin, em dikarin navê hineke ji wan bêjin. Eşîra here mezin, Dasika ne. Navê eşîrêt din jî ev in; Kîwexî, Bacinî, Kefnasî, Taqa, Xirabî...htd. Her çende serhijmêreke dirust ne hatiye kirine, ka hijmara vê eşîretê u her wisa eşîretêt dî yêt Êzdiya, belê wisa tête gotin go jimara Çêlka dibit bigehe 6 ta 7 hezar mala. çi Êlika li Tirkiya, Suriya, Îraq u Elmaniya dijîn. Berê Axa u Mezinê Çêlka mala (Dudo) bû, li du wê malê (Xelefê Gernûs) u piştî wî (Şemdînê Çolî) mezinatî kir. Mezinê Çêlka li Îraqê mala (Pîr Ebdo) u piştî wî kurê wî (Pîr Hewas) bu, niha jî kurêt wan bi dewrê wan radibin. Şêxê Pîrêt Alî, Şêxêt Melek Fexredîn in. Pîrêt Pîr Alî ( Mehmed Reşan e) paşî ewan fitwê xo dan Pîrêt (Hesen Meman). (çîrok li vir temam bû Ronkirin u şirovekirin Berî ême ser pirsa Pîralî, ew kî ye u çawa cejna Batizmiyê bi navê wî ve hatiye girêdane, ez dixwazim berî hemû tishtî li ser navê (Çêlka) wek eşîret bisekinim, ew ji kîder hatiye. Gelo rast e, wek gelek ji eşîreta Çêlka bi xo dibêjin, ku Çêlka bi wan ve hatiye nusandine ji ber kuştinta (çêlê) u paşî saxkirina wê bi diwa u kerametêt Pîralî, ango navê wan kesan bû, Çêlkî-Çêlka, yêt bawerî bi Pîralî înayîn?!. Belê li tenişt vê gotinê, hindek ji Çêlka dibêjin, nexêr, navê me ne ji Çêl yan Çêlek hatiye, belkî babkalik u pêşiyêt me ji (Hindê) hatîne u gehîştine Tirkiya, li derva Çêlkê Eliyê Remo wê Der akincî bûne. Helbet peyda bûna ziman ji cem mirovan dest pê kiriye. Mirovê berê nav li wan tişta kiriye yêt çavêt wî li ser ruyê erdê u dor u berê xo kiriye. Demekî dirêj jî mirov wek komêt pirt u belav mayne, di pêşiyê da ew wek eşîreta ne hatîne nas kirine, belkî paşê sedêt sala ew girup mezin bûne u wek eşîreta hatîne nas kirine. Ji ber wê yekê jî behra bitir girup u eşîretêt ji kevin da peyda bûn, yan bi navê pêşiyê xo (xiwdan, babik) hatîne nav kirine, yan bi navê Çiya, deşt, robar u ciyêt bi nav u deng hatîne bi nav kirine. Hindek girupêt mirovan jî bi navê xiwdê dihebandin hatîne navkirine, wek Aşurî, Êzdî, Budî. Ziman, li gorî pêşkeftina dan u standina mirovê berê li gel siruşt u diniyayê dest pê kiriye. Diyar e cara yekê bi dengêt sivik u hindek nîşana dest pê kiriye u çend hatiye ew deng u nîşane rengê gotina girtîne u dem bo demî aloz bûne heta ziman peyda bûye. Ango tiştê ber aqil ew e mirov u girupêt berê nav li Çiya, deşt, robar u derêt bi nav u deng, hemû tiştêt li ser ruyê erd u ezmanî kiribin. Li pê vê nêrînê ewe ber aqil e, ko behra bitir ji girup u eşîrêt kevin peyda bûyîn bi navê pêşiyê xo (xiwdan, Babkalkê here ewil) hatîne nav kirine. Dibe piştî hingî ewan navêt xo danabine ser Çiya, deşt, gund...htd. Wek me berî niho jî gotî, gelek girupêt mirovan bi navê ew xiwdê dihebandin hatîne bi nav kirine, wek (Aşurî) çunke navê Xiwdayê wan î milê here mezin (Aşur) bû, yan Êzdî, Xiwdanê wan î here mezin (Êzî-Êzdan) bû. Ew raya dibêjit navê eşîreta (Çêlka) ji kuştin u sax kirina Çêlê ji aliyê pê Alî hat, hatiye, rayeke li ser binyateke sist ava kiriye, ji ber ku ewê eşîrê-bêguman ji berî hatina Pîralî u kuştina Çêlê navê xo hebûye. Li pê raya diwê, heke rastiyek hebit ko eşîreta Çêlka ji Hindistanê hatibit u navê wan Çêlka bû bit, bi tenê mirov dikarêt bêjit heta niho jî girupek mezin li Hindistanê heye bi çavekî pîroz temaşay Çêlê diken u ew çêlê na kujin u goştê wê na xon. Erê gelo! Girêdayek di nav eşîreta Çêlkêt Êzdî li Tirkiya, Suriya, Îraqê u girupa Hindosiya li Hindistanê, ya ku bi çavekî pîroz temaşey Çêlê diken, heye?! Heta niho chu belgêt mêjuyî ber dest nîn in, ku mirov bikaret pişta xo pê girêdet. Ji ber wê yekê mirov dikarit vê pirsiyarê vekirî bihêlit. Tiştê bo min î balkêş di çîroka hatin u peyda bûna (Çêlka) li Tirikiyê, ew gotine bû, ko ew girupa ji Hindistanê hatî bo cara yekê li (Çêlkê Eliyê Remo) akincî bûn. Xelkê pirs ji wan dikirin: hun ji kî Derê ne? Ewan digotin: em ji Çêlkê Eliyê Remo ne. Li hêr da u bi zimanê kurdî gotina(Çêlk, Çêl, Çel, Çelik) mana: berê dirêj, zinar, Çiya,...,têt. Çêlkî u eşîreta Çêlka, ango xelkê ber zinara, yan xelkê çiyayî. Çêlkê Eliyê Remo = ber zinarê Eliyê Remo, yan çiyakê Eliyê Remo. Ez bawerim nêrîna dimahîkê derheqa eşîreta Çêlka ber aqiltir bit ji ya yekê u diwê. Xalê dî yêt here balkêş di çîroka (Pîrê Alî) da ev tiştêt xiwarê ne: - Pîralî u navê Batizmiyê, yan bêjin navê Batizmiyê ji kur hatiye? - Pîralî u şivantiya Dêra Dêrdilê (Êzdî-Şivanê Rahibê Fele!). - Batizmî-Mêlmêlav-Bêlinda-Sersala nû-rojî u cejna Şêşims. - Pez (wek nîşana Şivantiyê), çêl (wek qurbanî). - Xewre (Xewlêr) wek ji genim u giya u dara hatiye dirust kirine, goşt (qurbaniya heywanî). - Pîralî/qebûl kirina Ar(sewik-xewre) ne wek qebul kirina goştê beranî. - Qebul kirina qurbaniyêt saxlem (pez, çel, nêrî) êt bê derd. - Pîrê Alî-Pîrafat. - Heft roj-heft parî goşt-heft çira. - Dargûz u wekaz/derênana avê bi kerametê. - Basmbar (sala nû-nexoşî). Ewê çîroka Pîralî bo min gêrayî, ew bi xo Pîrê Pîralî bû, hosa diyar kir ku Pîralî berî dewrê Şîxadî peyda bûye. pesnandina Xiwdana, yan pêşî u babkalika ne tiştekî ecêb e li cem gelêt rojhilatê bi giştî u li cem eşîretêt Êzdiyan bi rengekî taybet. Belê, çunke belge u kitêbêt mêjuyî (dîrokî) li ber destê me nîn in ko li ser Pîralî nivîsî bin, em nikarîn dewir u zimanê peyda bûna wî bi dirustî dest nîşan bikîn. Heke me zanîba (Eliyê Remo) jî kî ye, hingî me bi kêmasî dê karîba serdemê eşîreta Çêlka u paşî Pîralî destnîşan bikîn. Ji aliyekî din ve heke me zaniyba navê Dêra Dêrdilê chî bû, dibû me destê xo danaba ser jiyan u çaxê Pîralî. Belê tiştê guman tê da ney ew e, çîroka Pîralî li serdemê peyda bûna dînê Fele (Mesîhî) dest pê diket, çunke çîroka devikî ewê yekê qebul dike ku (Pîralî) hate Dêra Dêrdilê u bûe şivanê pezê Rehbê(Rahibê) wê Dêrê. Wekî tê zanîn Feletî li dawiya çerxê yekê zaynî u destpêka çerxê diwê li Kurdistanê belav bûye, li çerxê pêncê li ser meseleke lahutî nexoşî u dû berekî kete navbera Fele u dû kenîse Rojihilat (Nastorî) u kenîsa Rojava (Yaqubî) peyda bûn. Li vir da, heke me karî rojekê bizanîn çî dewir u berî Dêra Dêrdilê hatiye ava kirine, dê delîvekî baş be bo zanîna serdem u jiyana Pîralî. Gelo, demê Pîralî hatiye cem Rahibê Dêrê ew li ser çî baweriyê bû?! Bo chî cejna bi navê wî hatiye girêdan, gotinê Batizmî? Çend ez li nav ferhengêt kurdî da geriyam, bi tenê heta niho ev zaniyarî di ferhenga kurdî-farisî li ser vê cejnê dît, ko bi kurdî mana wê hosa ne (Batirza); cejneke Êzdiya ne li werzê Zivistanê têkirin. Heke em berê xwe bidin ferhenga inglîzî, dîsan gotina (Baptizm) tê ber çav u mana wê hosa tê xoiya kirin.: 1. Morkirin. 2. Yekem taqî kirina rû bi rûyê mirov di jyaneke nû da. 3. Niqo kirina zarokî di avê da, yan rişandina avê bi ser wî da, heta ku ew ji guneha bê paqij kirin u bikeve hemêza kenîsê u giyanê wî pak be. Heke em bala xo bidnê, dê bibînin li cejna (Batizmî) yan wek hinek dibêjin (Batimzî) u (Baptizm) a gotina inglîzî bi tenê pîta (P) na êta nivîsandin. Tiştekî diyar e, morkirin li cem gelek dînêt kevin u niha jî rolekî mezin dilîze. Heke li cem dînê Fele bi tenê zarok di emrê yeksalî da bên morkirin u li her kenîseke hebe, lê belê li cem Êzdiya ne her tenê zarok tên morkirin, belkî mirovêt mezin jî tên morkirin u ne her carekê di jiyana wan da, belkî çend cara ew biçne geliyê Lalişê divê ew bi ava pîroz a Zimzim u Kaniya Sipî bêne morkirin; ango Êzdî ne her her aveke hebe dikarin xo pê morbiken, belkî bi tenê ew dikarin-wekî me got- bi ava Kaniya Sipî Zimzimê giyanê xo pak bikin. Eve jî cudayeke berçav e di nav morkirina Fele u Êzdiya da. Min pêşgotina kurt da ber çav ta balê (serincê) bikêşme ser wê yekê, erê navê cejna Batizmiya eşîreta Çêlka girêdanek bi (Baptizm) u morkirina Fele heye yan na?! Bi taybet destpêka çîrokê wê çendê destnîşan dike, ku yekem car Pîralî bûwa şivanê Dêra Fele li Dêrdilê u kerametêt wî li wê Der diyar bûn.
Ez bawerim tiştêt here giring u balkêş di vê çîrokê da, ji bilî navê cejnê, hinek nîşan u rê u rismêt têne kirine, her hosa çax u rojiyêt cejn tê pîroz kirin, ku li dawiya meha kanûna yekê u destpêka kanuna diwê li werzê zivistanê. Werzê zivistanê, bitir ji hemû werza î pirî cejin u rê u rism e; ji wana: 1. Cejna Çilê zivistanê ji 13 î kanuna yekê heta 20 î kanuna diwê bi hisêba rojhilat (Girîgorî), beranber 26 î kanuna yekê heta 4 î sibatê. 2. Cejna Rojiyêt Êzî li yekem înî ji kanuna yekê ya rojhilat. 3. Cejna Bêlinda Pîra (Pîrêt Pîrafat) li îniya yekê ji çilê zivistanê. 4. Bêlinda mezin, ko dikeve îniya diwê ji çilê zivistanê, ango dawiya kanuna yekê. 5. Cejna Mêl Mêlav, yan (Mêr Avê-Mêr Av) li çiyayê Şingalê. Ne dûr e (Mêl Mêlav) ji (Mêrav) yan (Mêrab) a farisî hatiba, ew jî bo wî kesî tê gotin, ko berpirsiyarê ava gund u avaniya ye, ew bi dabeş kirina avê bi ser xelkê gundî ra dibe. 6. Cejna Batizmî li cem eşîreta Çêlkan li dawiya meha kanuna yekê u destpêka kanuna diwê. 7. Gurka Ga.
Ev Cejin u rê u rismne li gel tevaya cejnêt dî yêt Êzdiya li her çar werzêt salê (dirameke kewnî ne) li dora fikra çerx u feleka çêbuna kiriyarêt diniyê u gerana çerx u feleka u guherînêt li werzêt salê peyda dibin, bi taybet mesela destpêka peydabûna çandiniya genim u girêdana van kiriyarêt serekî bi fîlosofiya mirin u jiyanê da. Mirin girêyeke mezin u serekî bû, ru bi rûy mirovêt ser erdê bûyî. Ev girê u pirsa heta niha jî ciyê kêş u vekêşê ye u bersiveke têr u tesel jêra ne hatiye dîtine, her girup u dînek li gorî fîlosofiya xo temaşay mirinê dike u bersiva wê dide. Li gorî fikra Êzdiya giyanwer, yan bêjin mirov, ji dû tiştan pêk hatiye: (giyan/Ruh-leş), hinek cara dikin sê tişt (Ruh-Leş-Nefs/Nefes). Giyan her u her ji aliyê xudê ve hatuiye dirust irine u ew li ezmana di qendîlê da hatiye u tê parastin. Giyan na mire u ji yekî diçite ber yekî dî da. Leş dimire u nefs binemaya xerabiyê ne. Her çende fîlosofiya Êzdiya dibêje ruh na mire u xudê çêkiriye, belê li gelek şirovekirinêt xo da hosa xoya dikin, ko ruha baş u xirab jî heye, ruh li gorî karê xo yêt dinê dikeve ber dadgehê! Her çawa be, cejna Batizmiyê li nav eşîreta Çêlka li Welat u dervey Welat, cejna Mêlmêlav li çiyayê Şingalê, cejna Bêlinda Pîra u Belinda mezin li Welatşêx, rojiyêt Êzî u rojiyêt Şêşims, her hosa cejna dayikbuna Îsa li 24-25 î heyva 12 an, li dor fikra mirin u rabuna nû digerên. Heke li cem Fele Îsa Pêxember giyanê xo dike gorî ji ber ku diniyayê ji guneha rizgarke u piştî sê roja ew radibe, belê li cem Êzdiya diyar e ew fikra kurtir e. Rast e kuştina çêlê u saxkirina wê bi kerameta Pîralî jiyana nû xoya dike, lê belê ji aliyê riyalîstî ve u Felekî ve, ev rê u rismêt Êzdiya bi guhorîna av u hewa di vê demê salê da digirêdayne. Li rojiyêt Êzî u Şêşims u Bêlinda u Batizmiyê, roj dikeve mizilgeha Ga (Birc althor) u werzê payîzî bi dimahî tê u werzê zivistanê dest pê dike. Wek tê zanîn diwanzdeh mizilgehêt rojê li ezmana hene u gelêt kevin, ji wana Babilî bo nimûne, li vî demê salê ga dikire qurbanî bo rojê, çunke ew li ser wê baweriyê bûn, ko roj qurbaniya wan qebul bike u dergehê xêr u bereketê ji wan ra veke u zivistaneke bê sir u seqem bi ser wan da bîne u ji xuna Gayî, giya u çandinî dexil u dan şîn bibe. Hindek Fele jî hosa dibêjin, cejna dayikbûna Îsa li vî demê salê, ne cejneke Fele ne, belkî ewan ji dînêt kevin standî ye. Li hêr da dû pirsiya têne pêş: yek: bo çî di çîrokê da (Pîralî) dibe şivanê Dêra Fele?! Dû: bo çî xelkê gundêt Şorê cara pêshin ji kerametêt Pîralî bawer nekirin, erê ew berî hatina Pîralî li ser çî dînî bûn? Her çende ji bo serdemê destpêkirina vê çîrokê chu belgêt mêjuyî li ber destê me nîn in, belê tiştê beraqil ew e, mirov dikare hosa bêje, ku hêşta hêrîşêt Musilmana ne gehiştbûn Kurdistanê u dînê Islametiyê li van Devera belav ne bûbû. Ji ber vê yekê bi tenê kêş u vekêş nêva Feletiyê u dînêt kevinêt Deverê u ji wana Kurdistanê hebûn. Heke Pîralî bawerî bi Feletiyê înaba, ewî Dêra Dêrdilê bi cî ne dihêla u ne diço nav eşîretêt çiyayê Şorê u paşî ne dihate çiyayê Şingalê u Welatşêx u çîroka Batizmiyê peyda nedibû. Diyar e ew li ser baweriyeke kevine kurdan bû, belê Êzdiyêt me yêt niho wî çaxî li ser navê Êzdiya bûn yan bi navekî diî bûn? Dîsan ji ber nebûna belgeyekî mêjuyî bawer pêkirî, em nikarin bersiveke binecî bidin. Em dikarîn bêjin, piştî Rehbê(Rahibê) Dêrê bi çavê xo kerameta Pîralî dîtî u bawerî pê anî u Pîralî ew Dêr bi cî hêla u rukire nav eşîretêt Çêlka, dû fikir u dû dînêt cuda-cuda li Devera Kurdistanê hebûn, belê kêş u vekêş di navbera wan da ne kêşeke xunway bû, ne li ser kuştin u bi karanîna hêzê avakirî bû, belkî ew her dû bawerî (Dîn) bi aştî bi hev ra dijiyan u kesî bi xurtî baweriya xo bi ser yê din da ne dida qebulkirin. Bi rengekî hêmin u hêdî Pîralî xo ji şivantiya Dêrê vekêşa u qesta xelkekî dî kir. Pîralî ço nav eşîretêt çiyayê Şorê u paşê ço nav eşîreta Dasika li Deştê, wekî çîrok jî dibêjit, ewan cara yekê ji kerametêt wî bawer ne kirin, heta li qunaxa xo ya yekê li nav Kîwexî u Baciniya, Çêla kuştî Pîralî sax nekir! Pirsiyar ew e: Heke Pîralî u vê eşîretê yek u dû naskiriba, pêwist ne bû ew jî bawer nekin heta kerameta wî nebînin? Pisiyara dî ew e: Erê gelo, her dû (pîralî u eşîreta Çêlka) li ser yek baweriyê bûn, yan li ser dû baweriyêt cuda bûna u piştî xoyakirina kerametê yek u du qebulkirin?! Çunke çîrokbêjî hosa got, „hingî ewî xo bi navê Pîralî bo wan diyarkir, lê berî bi chî navî bû, em nizanin“. Mirov dikare vê pirsiyarê jî, wek mirov ji mêjuyê dizane, biniyata baweriyêt dînêt kevnar li gorî peywendiya mirov li gel siruştê u diniyaya dor u ber hatiye ava kirine, ku mirov dikare li ser sê hêlêt serekî dabeş bike: Yek: dînê li ser fikra çandiniyê hatîna avakirin. Dû: li ser fikra şivantiyê u xudankirina pez u tersh u tewal. Sê: li ser fikra kar têkirina bazirganiyê. Her yek ji van hêla taybetmendî u sîmbol u pîroziyêt xo hene, bo nimûne: Pîrozbûna (Rojê) di her dînekî da wê manê digehîne ew dîne li ser baweriya çandiniyê hatiye ava kirine. Bê roj çandinî shîn nabe u berhem na gire. Pîrozbûna (heyvê) li cem her miletekî, hosa digehîne ew dîne li ser şivantiyê u bo deverêt beriya hatiye avakirine. Mişebûna xudana: nîşana dînêt çandinî ye, nîşana bi hev ra jiyana fikrêt cuda-cuda ye. - Xudayê bi tenê, nîşana koçerî u desthilatdarî u kotekiyê ye. - Hesp, erebane, hêştir, darqesp, nîşana bazirganiyê ye. - Pez, mêş, çêl, ga, nîşana şivantî u çandinyê pêkeve. Rast e divê her malek çêlkî qurbaniyekê bikuje, çî pez bit, yan chêl u ga bit. Belê li demê pêşin Pîralî ji nav hemû qurbaniya bitir (Arê) kurê Pîrê qebulkir. Ar (ard) ku ji berhemêt çandiniyê ye u ji destê kurê pîrê, ku yekî belengaz e, ew bitir ji hemuka (ga u beran u peza) hate qebulkirin. Di vî aliyê çîrokê da, mirov bi çend tişta dihisê: Yek: rikmana nêvbera dû qunaxa da, qunaxa çandinî u qunaxa şivantiyê u paşî têkel bûna wan qunaxa. Her çende behra bitir ji xelkê pez u terş u tewalî dikene qurbanî, belê (xewre u mêwij u gûz), ku hemû nîşan u berhemêt çandiniyê ne, wek kok u biniyata vê cejnê dimînin. Divê hevîrtirşê sala nû bi gûza li mala Micêwirêt Bozêra bêta çêkirin u bi ser malêt mirîda da bê belav kirin. Dû: heke bêna goştê qurbaniya, pozê mezin u Miliyaketa tijî bike, lê belê miovê derwêş u xudênas wek Pîralî, xêra mirovê belengaz, chî tisht be, hinek ar yan mistek mêwij be, ew bitir qebul dike! Ji aliyê mêjuyî ve, pêşkêşkirina qurbaniya (pez, çêl, ga, nêrî, bizin...htd.) digerête dewir u zemanê zalbûna babê (nêr) bi ser mal u erz u eyalî da. Dewrê kevintir, ku hemû tişti bi navê dayikê (Mê) bû, bi tenê xêra genim u derametê çandiniyê bo mezara u ciyêt pîroz dihate pêşkêş kirin. Di vê çîrokê da (xewre-xewlêr) nîşan u berhemê jiyana çandinî u akincî bûniye. Xewre ji ar u kuncî u mêwij u gûza pêktê, hemû berhemêt çandiniyê ne u bi rengekî giştî genim, ku ar jê tê dirust kirin, qutê îmanê ye, qutê Tawisî Melek e. Sê: hijmara heft (7) roleke berçav dibîne: heft roja cejna Batizmiyê berdewam dike. Her kesek heft parî goşt ji qurbana xo dide aliyekî. Heft çira tên hilkirin, heft sewik, heft fitîl, ...htd. Bêguman hijmara heft li cem piraniya diyanetêt diniyayê ye pîroz e u wekî Zanayêt li ser Dîn û Mîtolociya nivîsin, wê yekê xoya dikin, ku hijmara heft u heft rojêt îniyê, nîşan in bo her heft kewkebêt ezmanî (Roj, Heyv, Qurx, Stêrka berê Sibê, ‘Utarid, Merîx, Mişterî) u her yek ji vana li ser navê Miliyaketekî ye.
Her sê rojiyêt bo Şêsşims li vî demê salê, anku di dawiya kanuna yekê u destpêka kanuna diwê-tên girtin, ew e roj dikeve mizilgeha Ga da (Birc alsor), diyar e ji ber wê yekêye Ga yan Çêlê dikene qurbanî. Roja yekşemê dibe cejna Şêşims. Heke Fele, Îsa Pêxember wek nûra Xudê nas dikin u li vî demê salê u van rojan wek roja dayikbûna wî dihijmêrin, yan jî demê li sêdare dana wî u vegera wî piştî sê roja, her hos Êzdî, Şêşims u Êzî u Şêxadî wek nûra Xudê dinasin, rojiya digirin u cejna bi navê Êzî u Şêşims u Pîralî u Pîrafat (Batizmî, Bêlinda) pîroz dikin. Hemû jî nîşana jiyana nû, jiyana berdewam, jiyana bê nexoşî u derd in. Diyar e ji ber wê yekê ye jî (Basimbar) tê çêkirin wek nîşanekê, ku divê her yek seranserî salê, anku heta sala nû bê, biêxe destê xo. Wekazê Şêxadî demê bi kerameta ava Zimzim bo şêxêt Bexdayê diîne, yan wekazê Pîralî, dîsan demê bi kerametê avê ji kevirekî hişik li çiyayê Şorê ji bo pezê Dêrê diîne, ew wekaz ne kêmtir e ji wekazê (Mar) Musa Pêxember demê li çiyayê Tor Sîna bi kar diîna, yan ava behrê pê şeqkirî, demê Cihûa ji Misrê bazdayî!! Ismaîlê Pîr Hewas ko xo Pîrê Pîralî ye, ev çîroke bo min li roja 15.08.1999 li Einbeck/Elmaniya got. Pîr Smaîl li sala 1949 ê li çiyayê Şingalê hatiye dinyayê. Min ji aliyê xo ve gelek tiştêt dî ku li ser vê cejnê bihîstîne zêde kirin u ji aliyê rêziman u giramatîkê serrast kirin u paşî gelek şirovekirin li ser naverok u kiriyar u seimbola kirîne. Cara yekemîn ev Lêkoîn di pirtûka Dr.Xelîl Cindî ya bi navê “Perin ji edebê dînê Êzidiyan”, bergê duyem, Hewler 2004 de hata weşandin. Çêlkanî, yan Çêlka navê eşîreteke mezin e Êzdiya ne li Tirkiya, Suriya, Îraqê u Elmaniya dijîn. Cêw-Cêw: Cêwî, cêmik, dû-dû. Şole: Şuxil, kar. Banî: Cih, Dever, cih, yan Devera çêrê. Pawanî: nobedarî, heresî. Deravekî avê: derav yan delav, delavê avê, yan ciweke avê. Kîwex, Bacin, Xerabî: hem navê gundan ne li çiyayê Şorê, hem navê babikan ne ji eşîreta Çêlka. Dasikî: dîsa navê eşîreke Çêlke ye, ko li deşta Nisêbînê, li Tirkiy dijîn. Xelkê Torê: Êzdiyên ku li Torê/Tor Abdîn li bakûrê Kurdistan dijîn. Xewre, yan Xewlêr: naneke mezin u qalin e bi run yan bê run tête patin, li Welatşêx mêwîjekê dihavêjne nav wê xewlêrê u piştî cejna Bêlinda bi qedera mirovêt malê tête qet kirin u bi ser kesêt malê tête belav kirin ka mêwij dê behra kê de kevit. Bozêra: navê babikekî ye, ji eşîreta Çêlka. Serbir: qurbanî, ew heywana-pez bit yan dewar, ko wek xêr bête kuştin. Miqerem: ji „mikerim“ a erebî hatiye Mêr: li hêre da bi mana xas u babçaka tê, yan ewêt surr u kerametê Xudê gehiştînê. Fat: gotineke erebî ye, anku derbazbu. Çîrokbêjî hosa got, belê ya rast ew e hemû Pîranî ji eşîreta Hekarî ne u ew li ser Adaniya tên hijmartin. Pîraxa: navê kaniyeke avê ye, dikeve Devera çiyayê Şingalê li cem gundê Kolika u simê Histir. Gotineke Êzdiyan heye dibêje, av u avayî, anku chi ciyê av lê peyda be, ew cî ava ye, jiyan li wê Der heye. Ji ber wê yekê mirovê berê bi taybet xwastiye pîroziyekê bide wan kaniyêt avê, wan dara, wan robara u geliya, yêt ku fayda gehandiye jiyana mirovan. Her dem jî av u kaniya Xudan hebûîne. Xab, dîsa gotineke erebî ye, bi mana winda bû. Ji ber wê yekê jî dibêjin wê Der bu (Pîraxa/Pîraxxa). Êwirandin: hilweşandin lukim: kefa destî, gemiş sîber: sih, sî. Nivistin: razan, raketin, xewkirin. Çêlik: devereke li Tirkiya. Birêne ferhenga kurdî-inglîzî, Baram Rizgar, p.56, çapa London 1993. Birêne kitêba: al-aşûriyun fî al-tarîx, cemii Îşo Xelîl Ciwaru, Beyrût 1962, r.60. Binêre ferhenga „Henbane Porîne“, ferhenga kurdî-farisî-Hejar Mokriyanî, Cildê Siruş, Şehran 1376, perê 38. Ferhenga al-mewrid, ferhenga inglîzî-erebî, danana Minîr Bealbekî, Beyrût 1981, perê 87. Bo zaniyariyêt zêdetir, binêre kitêba me: nahwa marifat haqiqat al-diyana al-ezidiya, Siwîd 1998, p.99-100.h Bo zaniyariyêt bitir, binêre vekolîna me: nahwa marifat haqiqat al-diyana al-ezidiya, çapa yekê, Siwîd 1998, ji perê 79-115. Jêderê pêşin, nahwa marîfat..., perê 106-107. Mizilgeha Ga, anku bi erebî (borc al-thewir).

|
|
|