Qewlê Lawikê Pîrano
Qewlê Lawikê Pîrano 1- hey lawek yî pîrano : heyameka denga me bê te me’nî heyne ceng bi nîşan …. 2- hey lawek yî pîrano : yarî hene heya dikin denga dibên te pêwanî rikêba destê wan yî li celewa çavê wan mi’eleq li stêrra di mînî li hewa.... 3-hey lawek yî pîrano : min cindî siwarek divê ji malêt adîya û min minêdîyek ji mêra meleka biçe ser banêt bilind bang di dêrî bor berdaye bora binî bo bestîya havil birî .... 4- hey lawek yî pîrano : şêr derketin ji bîşa bazî firîn ji mewtina feqîrêt xudan kerem rabûn ji ber berêt mêrava.... 5-hey lawek yî pîrano : ev dinya bi çî dimînî ? bi dilê ne layîqa û aşiqê peza kuvî dimînî . nalînêt min tên weke yê dil bi birîna û erzinkêt min tên weke yê dil bi kovana xwezî li pê wan nalîn û erzinka ez bi çûma .... 6- hey lawek yî pîrano : heke te ne kivanî kişandî û heke te ne tîrek meşyandî û heke te ne birînek xweyandî .... 7- hey lawek yî pîrano : heke te ne kivanî kêşayî û heke te ne birîne xweyayî û heke te ne tîre meşyayî .... 8- hey lawek yî pîrano : her kêlekê kalyek û her milekî nalyek . ew hala besta zimanî heta kirim nekevne binê didanî kale kala cigerê ne birî ji batmanê …. 9- hey lawek yî pîrano : ew halê wî bê hîvî û heta kirma didanê wî jî nekire nîvî kale kala cigerê ne birî ji hîvî …. 10- hey lawek yî pîrano : ev diniya bi çî dimînî ? bi dilê ne layîqa di mînî mîna berxekî li beharê û seyadê wî ji ber makê hilînî .... 11- hey lawek yî pîrano : heke tu ney mal hiştî û heke tu ney dil birijtî û heke tu ney gîyan kuştî .... 12- hey lawek yî pîrano : mal hiştîya malê xwe di vê û dil birijtîya dilê xwe divê û gîyan kuştîya gîyanê xwe divê .... 13- hey lawek yî pîrano : her kêlekê kalyek û her milekî nalyek . belê te ne rastîya zimêne û te ne sunda bi sultêne belê evebû xilmeta te lê gîyan dida .... 14-hey lawek yî pîrano : wextê te mertal havêt nêva mila û te xirrand û te maş û cembeqî ji mîrê mezin distand lew mîrê mezin berê xwe ji te werdigerand .... 15- hey lawek yî pîrano : zemanekî birme mezin meydana meleka , min kor dîtin bi dav û dahol xendek hebûn bi nehîn min zor di wan kor û xendekada dîn ewin yêt ser gerdenî û gêla cehnîv bi nehîn belê ser rimê wan şikestî …. 16- hey lawek yî pîrano : leng nebe da leng te ne xwînin xwe bi rima rastîyê venê , bila te bi dest ne vekişînin pêt lenga di rikêbada namînin destê lenga sêfa na qefilînin xam û inkar , leng û berdoleng dê li xurbetêt giran da mîmin belê dilê xwedan îman û xwedan irkana , çu cara ji mêr û muhebeta sultan şîxadî xalî na mînin .... 17- hey lawek yî pîrano : rojekê dê pêyêt lenga ji rruyê vê xirabe fênîyê kişînin û dê zîna ser kivalara xweşînin û xam û inkar leng û berdoleng dê di xurbetêt giranda mînin belê dilê xwedan îman û xwedan irkana , ji mêr û muhebeta sultan şîxadî na mînin .... 18- hey lawek yî pîrano : here kind neke borê teye avê bidê bi sehet cehî bidê bi qîyas bejneke te ye bilind gerdeneka te ye xas rast pajo bi rêda êba serê sumê derke ji ew paş borê xwe li mezin meydana melka bi sereder ke .... 19- hey lawek yî pîrano : zemanekî ez birme mezin meydana meleka min dît ezî cindî û borê min borê cindîya û silyêt min pêlê dikirin silîyêt ceng çîya .... 20- hey lawek yî pîrano : zemanekî ez birme mezin meydana melka ez ney cindî borê min ne borê cindîya û silyêt min pêlê dikirin ne silyêt ceng çîya .... 21- hey lawek yî pîrano : ez birme ber dolenge borê min kêşane ber xerbende silîyêt min bune silîyêt lenge hey ho te malik nebit wêran , te şermezar kir lawikê pîre…. 22- hey lawek yî pîrano : birênê mêlê çî kir xwe di dilê sultan Birahîm bi cî kir lew sultan Birahîm xoristan terk kir .... 23- hey lawek yî pîrano : sultan Birahîm terk kir xoristane nedera xwe da nedera xasane lew bû rêzanekî ji wan rêzane.... 24- hey lawek yî pîrano : mêra mîre ronaya dilêt feqîre bar tê nebit çu cerig kure .... 25- hey lawek yî pîrano : mêra meleke ronaya dilêt aşiqe bar tê nebit xwedanêt şike .... 26- hey lawek yî pîrano : mêra meleka fesale û ciwanê bi çite bale dest kuja wî ye helale .... 27- hey lawek yî pîrano : mêra meleka heqîqete û ciwanê bi balve di herite û pîrînyekê lê di kete dê ji êbê betal kete …. 28- hey lawek yî pîrano : dê betal ket ji êbê û di pişt êk û duda meken xêbê lêk rûnên bi heqîya Şîxadî û melik Şêx Sin , vêkra bi ken heq û hisêbê …. 29- hey lawekî pîrano : banga mine bo xudanêt me’rîfetê mêra meleka bi kefte sunetê nekefte xulfetê îro dinyaye , sube bangê axretê …. 30- hey lawek yî pîrano : banga mine bo xiwdan esla ne bo bê esla xwedan esil bo xwe vedşêrin belê bê esil nizanin bo xwe veşêrên di çine ser banêt bilind û bang di dêrin .... 31- hey lawekî pîrano : sil nabin çekêt cindîya xalî nabit ji dilêt şewqîya mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis adîya .... 32- hey lawek yî pîrano : zemanekî birme mezin meydana meleka min sê kor di dîtin di kûr di tarî min cindîyêt mîr di dîtin di dîwanî ew di mejxulin bi surra sultanî .... 33- hey lawek yî pîrano : li te cayîze mêrê derwêş sê borêt wî di rabest hebin şehekî cergehî kimêlekî meydanî bozekî roja qetlê .... 34- hey lawek yî pîrano : av na minit , ile selîbek ji selîbêt kanîya û gîya jî na mînit , ma , li mêrgekê ji mêrgêt eslîya mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis axîya .... 35- hey lawek yî pîrano : min zênare li wê rojê li zavîyê li zinarê li axir rojê dê bi çengilê xafil û zalima girin û havêjne binê dojê .... 36- hey lawekî pîrano : hola mine dure dirêj min cindîyêt mîr dîtin di mest ne di gêj borê xwe bestibûn ji mêj .... 37- hey lawek yî pîrano : heke tû ney aşuq û heke tû ney me’şûq û heke te stêrek nebit li foq tû dê çawa bi sûra pedşay bîye serê coq .... 38- hey lawek yî pîrano : heke te ne dilî kul û heke te ne çavî zil û heke te ne zimanî şil tû dê bi kê key , û tû dê çawa bi surra pedşay bîye miraz hasil .... 39- hey lawek yî pîrano : heke te ne ser zenge lêvano û heke te ne cehwerî li baskano û heke te ne alînga nêva çavano tû dê çawa bi sûrra pedîye bîye ser coqano .... 40- hey lawek yî pîrano : rojekê coqetêt zîyareta , dê pisêt pîra di ber berê mîrave xuşînin pisêt pîra dê gilî û gazindêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xwe gehînin û pisêt pîra dê li ba mîrê xwe rû spî mînin xam û inkar û leng û berdoleng , dê di xurbetêt giran da mînin dilê xudan îman û xudan irkana , çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin .... 41-hey lawek yî pîrano : rojekê coqetêt zîyareta , sicadêt kevne berana , dê di ber berê mêrave xuşînin dê kevne berana ji toz û xubarêt vê xirabe fênîyê da weşînin û kevne beran dê bi dêrevanêt bilindve lezînin û kevne beran dê gilî û gazinêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xwe gehînin û kevne beran dê li ba mîrê xwe rû spî mînin xam û inkar leng û ber doleng dê di xurbetêt giran da mînin dilê xudan îman û xudan irkan çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin.... 42-hey lawek yî pîrano : ka ew durra ron di enya teda ? ez nizanim ne te li temaya malê dinê da û ne te reda nefsê da .... 43- hey lawek yî pîrano : belêkem belê ew durra ron di enya min da ne min li temaya malê dinê da û ne min li rreda nefsê da hew çerix û felekêt min li ba mîrê min man felek gur bû hat û xwe lêda .... 44- hey lawek yî pîrano : min gelek li vê dinyayê dîtin bi nav û li axretê di bê nav .... 45- hey lawekî pîrano : min gelek li vê dinyayê dîtin di bê nav û li axretê bi nav ..... 46- hey lawek yî pîrano : telbeya mîr bi ke qest bi ke mezelêt pîra mezelêt pîra meskenêt mîra mîr wê li qatê heta roja om li qîyametê ..... 47- hey lawek yî pîrano : telbeya hêkim bi ke qest bike dilêt momina dilêt momina meskenê hêkima hêkim wê li qatê heta roja om li qîyametê .... 48- hey lawek yî pîrano : telbeya şêra bi ke qest bi ke bîşêt tarî bîşêt tarî meskenê şêra şêr wê li qatê heta roja om li qîyametê ..... 49- hey lawekî pîrano : telbeya baza bi ke qest bi ke dêrevanêt bilind dêrevanêt bilind meskenêt baza baz wê li qatê heta roja om li qîyametê .... 50- hey lawek yî pîrano : rojekê terqênîyek dê kefte erşane û zumênîyek dê kefte qebirstane ruh dê kevne ber hestîyan û xiwane bira dê bakene birane da bo xwe bikeyin xêrane îro ese li me axir zemane ....
51- hey lawek yî pîrano : rojekê axir zeman di bî û terqênî li erşan di bî û xubare li çîyan di bî û ne kesî kesan di bî û ne babê pisan di bî û xam û inkar leng û berdoleng li wêderê nuqsan di bî haweke yar û birêt axretê bi saxî bi ser gunekarêt biran di bî .... 52- hey lawek yî pîrano : rojekê dê pira zirav di derê dojêrra rakişînin û zebênî dê bi gunekarave lezînin şubêt gelek mêra û cênîkêt gelek hurmeta dê di destê zebênîyada mînin .... 53- hey lawek yî pîrano : rojekê xutbê di bî qazî bi xwe Xude dibî hezar pê şun bi êkî di bî ne xwezîya ruha inkêr di bî sed xozma mine bi wê ruhê emelê wî çê di bî .... 54- hey lawek yî pîrano : ewê rojê hezîm di bî û qazî bi xwe kerîm di bî ne xwezka bi ruha derewîn di bî xwezka mine bi wê ruhê amîn di bî .... 55- hey lawek yî pîrano : rojekê cebar di bî kursîya pedşayî li xiwar di bî ne xwezka ruha inkar di bî xwezka mine bi wê ruhê xudan qiryar di bî .... 56- hey lawek yî pîrano : roja om li qîyametê kes bi kêr kesî ne tê yan şêxekî heqîqetê yan pîrekî me’rîfetê şêx û pîr hosta û merebî yar û birêt axretê ew ferin bo me û sûnetê îro dunya û subey bo bangê axretê .... 57- hey lawek yî pîrano : sultan êzî di bêjit : bakene malêt adîya û bînin û zebênî dê bi gunekareve lezînin heke bi xoşi ne da ? dê bi kotekî jê stînin .... 58- hey lawek yî pîrano : cêşekî xedare û zebênî wê di kene gazî û haware go : mala adîya wa ji me distînit gunekara .... 59- hey lawekî pîrano : cêşekî xedare û zebênî wê di kene gazî û haware go: mala adîya wa ji me distînit gunekara eve bû maşe me xilmetkara .... 60- hey lawek yî pîrano : sultan êzî di bêjte mala adîya : heke hûn xatira min di bînin hûn zebênîyêt min ne êşînin hincî we bivê , hincî we hiskir bo xwe ji dojê derînin ..... 61- hey lawek yî pîrano : gelî mala adîyano di bêjme we bi heder ew cindîyê rêya xwe birye ser ewî ji dojê bînine der .... 62- hey lawek yî pîrano : gîyanê min gorî bo wan cindîya desta di dene ber letan û hindîya dê havêne dojê û tengîya dê xilas ken wan xetaîya .... 63- hey lawek yî pîrano : gîyanê min gorî bo wan feqîra desta di dene ber letan û herîra dê havêjne dojê û zemherîra dê xilas ken wan êsîra ew êsîrêt hebsa mîra …. 64- hey lawek yî pîrano : gîyanê min gorî bo wan şere siwara destan di dene ber letan û mikara dê havêjne devê dojê û mara dê xilas ken wan gunehkara .... 65- hey lawek yî pîrano : heke te bivê bi bîye derwêş gîyanê xwe biqelêş rumê rast bade , rast pavê , rast here pêş .... 66- hey lawek yî pîrano : heke te bi vê bi bîye feqîr gîyanê xwe bike êxsîr rumê rast bade , rast pavê , û rast herre pêş dîndara mîr …. 67- hey lawek yî pîrano : xerqe libasê cebare kesê ji pêş xerqê şîxadî hilînit dare roja axretê ew xafilekî gunekare …. 68- hey lawekî pîrano : kesê serma xerqeyî bi girî û bi awirêt xezeb tê bi fikirî roja axretê dê kafir mirî …. 69- hey lawekî pîrano : li roja li pê pira selatê dê xerqeyî hilînin , dê bene bisatê belê qalibê kafir dê mînit li kiş û matê .... 70- hey lawek yî pîrano : ewe roja pê pira ne’îmê xerqeyî dê hilînin û bene xizînê qalibê kafir dê mînit li kela cehîmê .... 71- hey lawek yî pîrano : ewe roja li pê pire û li pêşîya me hemûya agire ewê rojê me sultan êzî mefere .... 72- hey lawek yî pîrano : me zênare li wê rojê li zavîyê li zinarê li axir rojê dê bi çengilê xafila girin havêne binê dojê .... 73- hey lawek yî pîrano : rojekê sultan şîxadî dê qîrênyekê ser gelîyê lalişe ra hilînêt û şêrêt gelîyê lalişê dê bi dêrevanêt bilindve lezînin û şêrêt gelîyê lalişê dê rû spî li ba mîrê xwe mînin û şêrêt gelîyê lalişe dê xam û inkara , leng û berdolenga dê di ber stêrara xuşînin xam û inkar leng û berdoleng dê di xurbetêt girande mînin dilê xudan îmana û xudan irkana çu cara ji mêr û muhbeta sultan şîxadî xalî na mînin.... em di kêmîn û xwedê yî temame . ev têkiste min ji cem qewilzanê gencê hêja( Merwan Babîrî ) li sala 2006 li Oldenburg daye nivîsîn , daxwaza serketinê jêra dikim . Bedel Feqîr Hecî 
|