Titel: Jandila Sêsims


Jandila Sêsims

Di vê beytê de diyar dibe, ku roj di baweriya Ezdanî de girîng e. Û bi qedir û qîmet e. Tistê din yê herî giring jî di navbera êzdîtayia beriya diharbûna Sêxadî û dema diharbuna Sêxadî hirmet û hevgirtina Sêxsims, Fexredîn, Amadîn, Sicadîn, Pîranî, Adanî û qataniyn e. Li Lalisê dibin mêvan û tifaq û tevayê pêk tînin. Pêsiyê li ber ser û cengan digirin. Lewma dibêjin amîn amîn tifaqa li dîn, tifaq yemîn, xelata mîr Zeydîn, xêra bidî, sera wergerîn:

Wê kim, ro hil tê ye,
Manga zere pê ye,
Sêxsims dîwanbegê xwedê ye.

Wê kim, ro hilat e,
Mizgîna welat e
Destê Sêxsims de ye pira doje selate

Wê kim, hil tê roj e
Sêxê nûrî biskoj e
Destê Sêxsims de ye pira serat û doje

Wê kim, hil tê sems e,
Me wê nediye tu kes e,
Weke bave, weke pis e
Sinetxane nav dikrê Sêxsims xalis e

Wê kim, hil tê tav e
Hetanî here ava,
Sinetxane nav dikrê Sêxsims tewawe

Wê kim, hil tê qimer e
Sêxsimsî ser kursiya zer e
Daye nûr û neder e
Sinetxane nav dikrê Sêxsims deher e

Ro hatiye ersan e
Hilatiye manga giran e
Nûr, nedera Sêxsims daye masiyê binê beran e

Ro hatiye ersa mîra
Sêxsimsî wezîr e
Nûr, nedera Sêxsims daye masiyê behrên kûr e

Wê kim, mizgo ye
Ro hatiye nîvro ye
Nûr, nedera giran jê diçû ye

Ro hatiye ersa ser mêra
Wa feqîra jê xeber da
Nûr, nedera Sêxsims ezmana daye erda

Ro hatiye ersa jor e,
Sêxsimsî xefur e
Nûr, nedera Sêxsims daye masiyê behrên kûr e

Ro nîvro dageriya
Sêxsims gote weliya
Ro çûye, ersa teng e
Sêxsimsî pirreng e
Mêra wê danî oxilme ceng e

Ro çûye tistan e
Hilatiye manga giran e
Got: "Em herin silavga Dawûdê kurê Derman e".

Dawûdê kurê Derman e
Omerê Xalan e
Gavanê Zerzan e
Sêxsims û her çar biran e
Hesinmeman pîrê çil pîran e

Ew dawûdî feqîr e
Rawa, li nêçîra
Em herin silavga Sêxadî, mirazê me qapiyê mîra.

Wê dikim qisetê
Sêro merîfetê
Sêxsims heye çira ber Sinetê

Wê dikim gotinê
Sêro tûyî xwendinê
Nav, dikrê Sêxsims deher bûye dinê

Tu bavê Al resî
Sêro tûyî Lalisî
Derge dîwanê xwedê te jî

Tu bavê Sêx Hesenî
Welîkî bor bezînî
Tu bînaya çavanî
Tu hizreta siltanî
Sinetxane nav, dikrê te sekinî

Tu bavê Amadînî
Welîkî bor bezînî
Bînaya çavê minî
Tu hizreta Siltanî
Sinetxane nav, dikrê te sekinî

Tu bavê Heyamadî
Dermano tûyî wefadî
Xwezka min biwî ruhî ba, Sêxadî xwe lê bivêredî

Mek sûk dînê bajaran
Rastemal tê hene hezaran
Xweyî kore, mayê tu dîndaran

Îmanê bernedin
Cewara ser nedin
Mezin meydanê meleka hûnê ser bin

Îman wisa ye, weke çav e
Qasî mû ketiye nava
Xweyî destanî bê gav e

Ew mûyê tenê
Terî kiriye dinê
Xweyî kore, nayê ber xwendinê

Tu bavê Sityêyî
Rûnistiyî ser kursiyêyî
Sinetxana te maye hîviyêyî

Tu bavê stî Nisretê
Rûnistiyî ser sohbetê
Sinetxana te maye hidretê

Tu bavê stî Gulanê
Rûnistiyî wê dîwanê
Sinetxana te maye wedanê

Sêxadî, Sêxsin in, Berê wana mezin in Lêskerê giran, nefûsê wan diçin,
Nefûsê wan disekin in

Sêxadî, Sêxûbekir
Sêxadi got: Sêxûbekiro, sîrinî weke sekir
Sêxadî keremek te kir
Ciyê te jor, ba xwe kir

Sêxadî, Sêx Berekat in
Welî kirin xelat in
Hewar, bangîna êzdîxanê maye ba te

Sêxadî hat Lalisê
Xemiliye xerqê resê
Edebiya dil pê biye xwesê

Sems û Fexir biran e,
Rakê rawestan e
Mas û beratê mêra ew rêdan e

Sems, Fexrê çên e,
Qasidê pirê ne
Wêne wê tê ne,
Mas û beratê mêra ew didin, ew dibêne

Sêxadî hat Hekar e
Sucuda bûye ber bi dar e
Sêxadî nav mêrada xweyî serdar e

Sêxadî hat bin Misêfir,
Mêra hatin silav lê kir,
Dar berê geliyê Lalisê sucûda jê re kir.

Amîn, amîn
Tifaqeka li dîn
Semsedîn, Fexredin,
Sicadin,
Tevekê yek mîn,
Xelefa mîr Zeydîn, xêra bidî, sêra wergerîn.

 



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=253