NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderVideosPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Jandila Sêwran   

Jandila Sêwran

Jandila Sêwran

Sêwra me ji Padsa ye
Mêra bersiva wê daye
Sêwirmend bi xwe Xweda ye

Yezdan e û sêwirmend e
Xwedan maf nabin winda
Rastî li ba yê rind e

Rast bin ne bes bi gotinê
Bi xebat bin li rûyê dinê
Da li dojehê neyên sotinê

Bi xebat bin ne xew giran
Yeqîn û heq û itqan
Ol û îman û erkan

Feqîr xirqe li xwe kir
Xwe ji malê vê dinê kir
Lewma li bihûstê cih çêkir

Ew feqîr in zergun in
Li xizmeta padsê min in
Li axretê ew momin in

Li dinê xebatkar in
Bi cot in him cotkar in
Ligel padsê min ew yar in

Yar ew in bi emel bin
Li dinê û axretê fer bin
Da li dîwanan mefer bin

Mefer bin li meydana
Tok û sir nîsan e
Firwar padsê min dana

Firwar toka zêrî ye
Nîsana Êzîdî ye
Ji ba melkê jorî ye

Maniya tokê celew e
Diyariya padsê ew e
Melek pê pêsrew e

Bû serwer li ezmanî
Çak rêya Xwedê zanî
Bo min ol û erkan î

Erkana min eve ye
Yek Xwedê min ewle ye
Nura wî heft parçe ye

Firwar tev ji ba wî ne
Tev hikmê îlahî ne
Yasayê vî erdî ne

Yasa yeqîna rast e
Heqîqeta wî bê rast e
Mêr nabê bêyî weste

Ji hosta bibin zanyar
Ji Xwedê ye ev firwar
Da li bihûstê çêkin war

Kurmanc bin bi emelê xwe
Hevalê coketa xwe
Da bi rû bin li ba padsê xwe

Padsê min aqil da te
Hingî li dinê bi xebat e
Ew kes xwedan berat e

Rastiya beratê ew e
Xilameta heq bedew e
Hingî li dinê bi celew e

Padsa nêr û mê dane
Ew ji duhayê padsa ne
Hevpar in li ezmana

Bizava dinê ew in
Binyata padsê min ew in
Ji kok û binyat wek hev in

Afirandin ji qudretê
Bûne cot bo loqetê
Wek hev in li ebadetê

Kol in û koledar in
Ji bihûstê bêpar in
Li ba padsê min bêwar in

Firwar ji pîra ye
Havên ji padsa ye
Bi ken cot ezda ye

Firwar ji padsê delal e
Ezda lê helal e
Tev ji kaniya zelal e

Tok li sukra xwe kirin
Milyaket qebûl krin
Lewma xwe helal kirin

Eslê beniya cewher e
Sir û nûr û nezer e
Lewma çêbûn pêxember e

Tev bo rastiya însanî
Rêya Xwedê xwe zanî
Padsa yek e li ezmanî

Pênc in ferzê Ezda ye
Axret e û hosta ye
Mor û rojî û duha ye

Mora Kaniya Sipî fer e
Lalis cihkî mehder e
Sira wê jî her û her e

Da paqijkin giyana xwe
Biparêze ruh û canê xwe
Posman nebe li rêka xwe

Ji ferê Ezdayî ye
Serwer bin li sêwiya
Xelkê hejar birçî ye

Welat bin welatî bin
Bi mor ji Kaniya Sipî bin
Cindiyê padsê jorî bin

Ji benî adem xelat
Ji ba padsê min berat
Da bi destê we bin civat

Rêka Ezda îman e
Padsê min semyan e
Yek Xwedê li ezman e


 

DAWETNEMA JI BO KONFIRANSÊ ŞÊX FEXRÊ ADIYAN


Glückwünsche des ZYD zum Cumaya Sheikh Adi Fest


Şandeyeke kurdên êzdî bi serokatiya Mîr Tehsîn Beg, serdana serokkomarê Iraqê Talebanî kir


Heiligenfest der Celler Eziden


CEJNA CEMAYA ŞÎXADÎ LI ÊZDIYÊN SERANSERÊ DINYAYÊ PÎROZ BE


Mîr Tehsîn Beg daxwaz ji serokkomarê Iraqê Celal Talebanî kir ku mafê kêmîneyan bê parastin


Êzdî û mesihî ji pesendkirina qanûna hilbijartinên parêzgehan ne razî ne


Mîrê Êzdiyan cejna Remezanê li misilmanan pîroz dike


Irak: Neues Wahlgesetz benachteiligt Minderheiten


PÊC und Nû-Jin laden zum Cemaya Şêx-Adî ein


Interkulturelle Woche endet mit Eröffnung-Gäste besichtigen erstes Ezidenmuseum


Religionsunterricht: Eziden treiben Bemühungen voran


Hunermend Îmad Selîm dibêje ``Dinya û Evîn``


Brief des ZYD an den Chef des Bundeskanzleramts und Bundesminister für besondere Aufgaben Herrn Thomas de Maizière


Erzbischof Zollitsch: Offenheit für Fernstehende statt Abschottung


 

    - top -