Titel: Jandila Sêx Sin


Jandila Sêx Sin

Kes sinetê kes sinetê
Lê bûkê qisetê
Melik Sêxsin Sêxê Sinetê

Kes sinetê bi destan e
Pirs bike jê biran e
Melik Sêxsin Sêxê Sêxane
Yela melik sexsinê adiyano
Min xulamo

Kes sinetê dahokê
Pirs bikin jê masoqê
Melik Sêxsin Serdarê çendî cogê

Yala melik Sêxsine Adiyano
Min xulamo

Kes sinetê biedl e
Pirs bike ji dil e
Melik Sexsin Sêxekî bav gul e
Yala Sêxê Sexsine Adiyano
Min xulamo

Kes sinetê bê nehîn e
Pirs bike yeqîn e
Melik Sêxsin sêxekî nurîn e
Yala sêxê sîniyano
Yala melik Sêxsinê Adiyano

Ew bu çê çiriya
Sêtirka res rijiya
Ez kî musil pihîna sêx Mend posara wergeriya
Ser xatirê melik Sêxsin Sexê adiya
Yela sêxê Siniyano
Yela Melik Sêxsinê Adiyano
Min xulamo

Musil bajarê mezin e
Xwedê xirab bike jê bîr e
Ser xatira Melik Sêxisin sêxê feqîr e
Yela sêxê siniyano
Yela Melik Sêxsinê Adiyano
Min xulamo

Musil bajarê ne çê ye
Hizrî bi sirê ye
Yela Melik Sêxsin jê nûrê ye
Yela sêxê siniyano
Yela Melik Sêxsinê Adiyano
Min xulamo

Pîro qedrê te geleke
Dergevan derê sinetê vek e
Hecî Mihemed bu pîrê hesnanalka

Çi pîrekî bikur
Diyar bû li dinê lê me bi nav dikir
Hecî Mihemed bu pîrê Alûbekir

Çi pîrekî bi neder e
Lê bi cimabûn babzer e
Hecî Mihemed bû pîrê semsê teter e

Çi pîrekî mezin e
Lê cimabûn momîn e
Heci Mihemed bû pîrê Melik Sexsin e

Hecî Mihemed hecî mihemed e
Asiqê tim di dil de
Sêxadî kesekî mede pê
Nede tu ewled e

Hecî Mihemed pîrê pisê
Cewlanê kirasê lipisê wan e
Bu pîrê bav û pisan e
Hecî mihemed bav pis e
Ne jê kesî xofe ne tirs e
Yela li rê û maniya bavê xwe bipirs e

Pîro adqatê xemilî jê xelatê
Hecî Mihemed bu pîrê Sêxê Sixatê

Pîro berî qîle berî qale
Not hezar sale min Sêxadî nas kir qendîl e



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=255