Duwa Mehrê
Duwa Mehrê Ji dema ku mirov ji hovîtiyê derbasî saristaniyê dibe baweriyên olî û qanûnên wê jî pês dikevin. Ji bo ku di danûstandinên mirovan de, bi qencî û bi rûmet bimesin ev tist pês ketine. Ji bo neheqiya li ser jin û zilam rabe û civak paqijiya xwe biparêze, her civakekê li gorî baweriya xwe riya zewacê daniye. Beriya dema zewacê dawet tê kirin, pist re bûk û zave têne cem hev û sêx an jî pêsîmam tê ba wan, her weha du sahid jî tên ; yek sahidê zave û yek jî yê bûkê. Sê caran ji wan tê pirsîn, hûn hev qebûl dikin an na. Eger bêjin erê dihayê li ser wan dibêjin. Eger bêjin na wan ji hev diqetînin. Di neamadebûna sêx an jî pêsîmam de, an pîr an jî mirîdek jî mehr dikare were birîn: Bi navê Ezdanî pak î dil bi xêr Ezdayê dil bi rehm Bi navê Tausî-Melek, berpirsiyarê dîn û diyanetê Li ba xwedê, li ba xwedê û careke din li ba xwedê, li ba xwedê Yeke evd, yek musteheq. Li ser reya rast. Bi sehada Sêxsims, Melek Fexredîn Û Melek Sêx Hisin. Sukir ji te re ey xwedayê cîhanê. Bi selamet li ser zîn, bi selamet li ser zîn. Bi sah û rizayiya te, bi sah û rizayiya min. Mexdur li diyarê amîn lê, lê, lê. Mahr bi destê Melek Sêx Hisin. Pîroz be bi navê ezdayê mezin. 
|