Titel: Duwa Oxirê


Duwa Oxirê

Dema ku kesekî êzîdî dibe rêwî û seferê dike, vê duwayê ji xwedê, xas û qelenderan re dike, daku ew wî/ wê, ji qeda û belayê biparêzin:

Bi destura xwedê

Çi sibeyek hoye kubar e
Derê Bihustê li ber min vebû
Her çar yara
Ez çûme silavê biran û yara

Min silav li yar û biran kirî
Horî hatin û bihurîn
Zintar û qewsên ji hev kirî

Çûme ser riya heqî
Xam û enkar leng û berleng pêsiyê
Banga min e xwedê û melekê ber kursiyê

Riya heqiyê qendîla tijî xêr û bereket û nûr e
Banga min e xwedê û melekê xefûr e

Riya heqî xefûrê rê ye
Heke çiya ye û heke berî ye
Destê me li dang û damana Sêxadî û Melek Sêxsinê Adiya
Em bi saxî û silametî ji van ciya
Biçine wan ciya

Banga min Sêsemsê Babzêr e
Li ber sekinîn heftê hezar xas û qelender e
Kemberdest xerq hilezer e
Li vê seferê li ê oxirê
Tu li min û hevalê min bike xêr her û her e

Ya Sêsims tu meferî
Ya Tawisî Melek tu îmana minî
Ya Melek Fexredîn tu rêberî
Ya xaliqê minî her û herî
Em duhayê bikin li ber pîrê kar û xafûrê rêya
Li me, hazir û guhdaran li hemû wexta û hemû deran.



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=258