NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Duwa Sibê

Duwa Nîvro

Duwa hêvarê

Duwa li ser giyanê mirî

Duwa Dirozê

Duha Heyvê

Duwa Piştgirêdanê

Terqîn û nasîn

Duwa Oxirê

Duwa Mehrê

 

 

yeziden.de Terqîn û nasîn   

Terqîn û nasîn

Terqîn û nasîn

Qewlê terqîn û nasînê di rojên sahî-cejn û her weha di rojên serdanên goristanan de tê gotin. Ji bo miriyan xêr û rahma xwedê diwazin û wan bi bîr tînin. Ev qewl li ser qub, xas û babçakên ezîdiyan tê gotin:

Ji qewlê Sêx Fexrê bi heqî
Ev e bû riya mirîda bi heqî
Tuyî dayîm, tuyî baqî bi heqî

Silav li we be ên mezela
Nûra xwedê li we bibar e
Ciyê we behist be
Duwa nebî û enbiya li we be

Ji qewlê we ve
Bi navê
Den û muracûh

Elah yenzil elêkom tancehû
Kerem bikin deng hilînin
Terqîn û Nasînê li ser min bixwînin
Navê Sêxadî û Melek Sêx Sin heq li ser min bînin

Terqînê ji Nasînê
Demdem ji kafa nûnê
Serih ne ji qanûnê

Xerqe ji kafa nûnê
Elah mewla cumle alem miletî

Resûl Elah
Feqîrî bisim elah
Qebûlî Elah
Tilah Bilah ebedî emenî
Emenî ji qismanî zêde

Kelîmetî kulû xetab
Xeta ji xeyb
Xerez ji xezeb
Bi af û reza

Reza ji rehmet
Sêx û pîr, hosta û merebî
Yar û birêt axretê
We fere li me sunetê
Wekî li bin dara Zenc li Tûmê
Digirin terîqetê

Hinciyê li pey fikra, serîetê
Barî ti nebet Qatî
Ser pira Selatê

Wekî Melek Sêx Sin rûmetê ser berê Erafatê
Li sêxa li pîra li mirîda li hazira û guhdêra
Van xayîba bike sifatê
Min dîn û dewlet ji wê divête

Roja îd û erefatê
Hezar rehmetilah li vê goristanê
Li gel vê civatê

Xwedanê keremê
Leskerê geliyê Lalisê
Meded dihalê me û sunetê
Em kêmin xwedê î temam e
Timametî li vî cuhalî û xwedanan
Rahmet li dê û bavê hazir û guhdaran


 

    - top -