Terqîn û nasîn Qewlê terqîn û nasînê di rojên sahî-cejn û her weha di rojên serdanên goristanan de tê gotin. Ji bo miriyan xêr û rahma xwedê diwazin û wan bi bîr tînin. Ev qewl li ser qub, xas û babçakên ezîdiyan tê gotin: Ji qewlê Sêx Fexrê bi heqî Ev e bû riya mirîda bi heqî Tuyî dayîm, tuyî baqî bi heqî Silav li we be ên mezela Nûra xwedê li we bibar e Ciyê we behist be Duwa nebî û enbiya li we be Ji qewlê we ve Bi navê Den û muracûh Elah yenzil elêkom tancehû Kerem bikin deng hilînin Terqîn û Nasînê li ser min bixwînin Navê Sêxadî û Melek Sêx Sin heq li ser min bînin Terqînê ji Nasînê Demdem ji kafa nûnê Serih ne ji qanûnê Xerqe ji kafa nûnê Elah mewla cumle alem miletî Resûl Elah Feqîrî bisim elah Qebûlî Elah Tilah Bilah ebedî emenî Emenî ji qismanî zêde Kelîmetî kulû xetab Xeta ji xeyb Xerez ji xezeb Bi af û reza Reza ji rehmet Sêx û pîr, hosta û merebî Yar û birêt axretê We fere li me sunetê Wekî li bin dara Zenc li Tûmê Digirin terîqetê Hinciyê li pey fikra, serîetê Barî ti nebet Qatî Ser pira Selatê Wekî Melek Sêx Sin rûmetê ser berê Erafatê Li sêxa li pîra li mirîda li hazira û guhdêra Van xayîba bike sifatê Min dîn û dewlet ji wê divête Roja îd û erefatê Hezar rehmetilah li vê goristanê Li gel vê civatê Xwedanê keremê Leskerê geliyê Lalisê Meded dihalê me û sunetê Em kêmin xwedê î temam e Timametî li vî cuhalî û xwedanan Rahmet li dê û bavê hazir û guhdaran  |