YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Axretê   

Qewlê Axretê

Qewlê Axretê

Ji kiteba Mamoste Pîr Xidir Slêman

Erê heke mirovek gunehekê bike binasên kêne: Çavî, Zimanî, Dilî, Aqilî yan Nefsê.
Ev qewl ronahîyê li vê çendê dike û bersivê dide:

Çav baziyê serî
Dil xundkare wê li wî berî
Çav dibîne, Dil dixwaze
Ziman dibêje: Min dewrî
Zimano xozî min tu kirbaye ker bikerî
...
Çav baziyê bilin e
Dil xundkare wê li bind e
Çav dibîn e, dil dixwaz e
Ziman di bê: Bîne û mind e
Zimano xozî min tu birîbaye ji binde
...
Hey zimano yê sotinê
Xeberek wa hey neya gotinê
Dê bo çî dahir kî rûwê dinê
...
Hey zimano yî xebate
Xebera xweş nebate
Xebera nexweş çî mif´ete!
Dilê mirovî pê bikî rihet e
...
Ziman di bêjtê: Dilo ez delalim
Heta ji ba te nexuliqit û nête balim
Ez perçumekî kerr û lalim
...
Sibhane ji te sibhane
Te dane min Aqil û Fahme
Te ez ji şerqê birme Şame
...
Hey nefsê yê bê marîfetê ye bê reye
Şevên giran te dayim de´we li xedrêye
Şevên giran te dayim de´we li xedrê ye û zêde
Tu rûnê di malê de
Te xeyal e li me hisakî çirayî ji pête
...
Te xeyale li me hisakî çirên gurî
Gava teyrê dewletê firî
Yar û birên axretê nasbûnî ji me birî
...
Nefsê çendî tu dikî gumanê
Tu xalî nabî ji xedrê û duxanê
Te xeyal e xudanê xwe xilas kî ji îmanê
...
Nefsê tu çend dikî xebatê
Wekî qazî di sekinit li pê pira selatê
Tu wa li hîvîyê me bihêlî li kiş û matê
...
Nefs dibêje:
Aqilo xeberê te di kurrin
Qeda û qotkêt dinê di pirin
Dunya dûnge lê bidin û bibirin
...
Nefsê wekî te bor beter bû
Borê te li hemû mêrga wer bû
Ew şolê nefsê bû, rengê xudanî ji ber zer bû
...
Nefsê wekî te bor ne di beste
Lixav û hevsar çûn ji deste
Borê te li hemû mêrga di kir qeste
Ew şolê nefsê bu, rengê xudanî j´i ber dişkeste
...
Feqira yeke çê kir
Xwe ji xweŞî û levzeta dinê kir
Li dinyayê ber bi axretê kir
...
Wekî heya ji hisin der dibî
Wekî rezekî bê ber di bî
Tijî gay û ker di bî
Xudan li axretê bê mefer di bî
...
Wekî heya ji hisin dûr dibî
Wekî rezekî bê şûr di bî
Tijî gay û kûr di bî
Bi kêr mêra tê: hisin, edeb u heya
...
Ji wan nebin mişemir mebdeye
Rê bi rastî di be xuya
Bi kêr mêra têtin: hisin, edeb û heya


Ferhengok

çil çile: Anku ewê bîst salî çilê havîn û zivistanê digire
hisakî: temirînî
mif´et: ciyê xwe girt
ker biker: parçe parçe
mişemir: bereday
mebde: bîr û bawer
binas: sûc


 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -