Qewlê Axretê Ji kiteba Mamoste Pîr Xidir Slêman Erê heke mirovek gunehekê bike binasên kêne: Çavî, Zimanî, Dilî, Aqilî yan Nefsê. Ev qewl ronahîyê li vê çendê dike û bersivê dide: Çav baziyê serî Dil xundkare wê li wî berî Çav dibîne, Dil dixwaze Ziman dibêje: Min dewrî Zimano xozî min tu kirbaye ker bikerî ... Çav baziyê bilin e Dil xundkare wê li bind e Çav dibîn e, dil dixwaz e Ziman di bê: Bîne û mind e Zimano xozî min tu birîbaye ji binde ... Hey zimano yê sotinê Xeberek wa hey neya gotinê Dê bo çî dahir kî rûwê dinê ... Hey zimano yî xebate Xebera xweş nebate Xebera nexweş çî mif´ete! Dilê mirovî pê bikî rihet e ... Ziman di bêjtê: Dilo ez delalim Heta ji ba te nexuliqit û nête balim Ez perçumekî kerr û lalim ... Sibhane ji te sibhane Te dane min Aqil û Fahme Te ez ji şerqê birme Şame ... Hey nefsê yê bê marîfetê ye bê reye Şevên giran te dayim de´we li xedrêye Şevên giran te dayim de´we li xedrê ye û zêde Tu rûnê di malê de Te xeyal e li me hisakî çirayî ji pête ... Te xeyale li me hisakî çirên gurî Gava teyrê dewletê firî Yar û birên axretê nasbûnî ji me birî ... Nefsê çendî tu dikî gumanê Tu xalî nabî ji xedrê û duxanê Te xeyal e xudanê xwe xilas kî ji îmanê ... Nefsê tu çend dikî xebatê Wekî qazî di sekinit li pê pira selatê Tu wa li hîvîyê me bihêlî li kiş û matê ... Nefs dibêje: Aqilo xeberê te di kurrin Qeda û qotkêt dinê di pirin Dunya dûnge lê bidin û bibirin ... Nefsê wekî te bor beter bû Borê te li hemû mêrga wer bû Ew şolê nefsê bû, rengê xudanî ji ber zer bû ... Nefsê wekî te bor ne di beste Lixav û hevsar çûn ji deste Borê te li hemû mêrga di kir qeste Ew şolê nefsê bu, rengê xudanî j´i ber dişkeste ... Feqira yeke çê kir Xwe ji xweŞî û levzeta dinê kir Li dinyayê ber bi axretê kir ... Wekî heya ji hisin der dibî Wekî rezekî bê ber di bî Tijî gay û ker di bî Xudan li axretê bê mefer di bî ... Wekî heya ji hisin dûr dibî Wekî rezekî bê şûr di bî Tijî gay û kûr di bî Bi kêr mêra tê: hisin, edeb u heya ... Ji wan nebin mişemir mebdeye Rê bi rastî di be xuya Bi kêr mêra têtin: hisin, edeb û heya Ferhengok çil çile: Anku ewê bîst salî çilê havîn û zivistanê digire hisakî: temirînî mif´et: ciyê xwe girt ker biker: parçe parçe mişemir: bereday mebde: bîr û bawer binas: sûc  |