Titel: Qewla Biskê


Qewla Biskê:

Rojekê ji rojan e, biska biskan e,

Biska Şêxalê Şemsan e,

Lê danîn hed û sed, ol û erkan e,

Bisk dibe bi şedeya Şîxadî û mêran e,

Bi roj li ser Kanya sipî dan e,

Çîya li hev ketin wek Beran e,

Di nav da Melek Şêxisn şêxê şêxan e,

Şêxûbekir, Şêşims, Melek Fexredîn,

Sicadîn, Amadîn, Babadîn pê girtin nîşan e

Bisk bûye kaf firye ezman e,

Şahya vê biskê yan berx e, yan beran e

Li me dîyar bû êvara miraza bi rengê Ezdan e,

Ji erdê bilind bû çûye ezman e.

Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayê axretê

Bi vê biskê girtin nîşan e,

Ya Rebî tu ji vê biskê bikî çil biskan e,

Ya Rebî ji me dest, ji te derman e,

Em e kêmin, Xwedê û Şîxadî temam e. ( kov.Laliş, N 5; 1997 )



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=262