NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB   

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

1. Şêx go: Aqûbê mino, çendî roje, çendî şeve,
Min ecêbek dîtiye ewe,
Mesîkî be’rêda ye, dureke deve,
Ewî me’sî, ew be’r, ew dur, dikşand xweve.

2. Aqûb go: seydayê mino, tu xudanê surê,
Qe ne ji wî me’siyê be, ne ji wê be’rê be, ne ji wê durê,
Me ça dîtibe kişmiş ser berê.

3. Şêx go: Aqûbo, divê mêrê mêr be,
Û şe’betê şêrê nêr be,
Li çêra xwey paye zêr be.

4. Aqûb go: seydayê min, wekî mêr ne mêrdar be,
Û ulmê xwe ne siyar be,
Roja axretê, şêxê wî desta da bêzar be.

5. Şêx go: Aqûbê mino, peza stewrî medoş,
Rastiya pola mefroş,
Mebe mişteriyê meriyê îman koş.

6. Aqûb go: seydayê mino, zêra nevêje nav zikaka,
Jev veke xav û çaka,
Ewled naçin eslê maka.

7. Şêx go: Aqûbê mino, nekî dînî,
Toximê xwe hişke beyaniya mereşînî,
Tê roja axretê strîya jê hilînî.

8. Aqûb go: seydayê min, zeviya dewlete,
Tijî naz û nemete,
Xwey lê têr bîye muhbete.

9. Şêx go: Aqûbê mino: zeviya ji zeviyane zêde,
Heft gîsna lêde,
Hew paş toximê xwe pêde.

10. Aqûb go: seydayê mino, zeviya ser seda dirêj,
Bê toze, bê xubare, bê niqêş,
Serî heye, ferz û tehyat û nimêj.

11. Şêx go: Aqûbê mino, dilê min kelate,
Agirek têda hildihate,
Dişewitî welat û ber welate.

12. Aqûb go: seydayê mino, dilê min kela nijî,
Agirek têda digurmijî,
Dişewitî welat û ber welatê din jî.



13. Şêx go: Aqûbê mino, sere sar û germin,
Serekaniya binî anî ber me,
Xwe kiriye tu lê nabe derman.

14. Aqûb go: seydayê mino, jev dûrin hişkelî û serkanî,
Heta hişkeliya av jê bê,
Serekaniyê here ber cewla Şîxadî, ber cewlê.

15. Şêx go: Aqûbo, wekî ji pişta bavê kal bî,
Û berê dayê tifal bî,
Kengê vê me’rîfetê xiyal bî?

16. Aqûb go: seydayê mino, wekî pişta bavê xuliqîm,
Berê dayê tifiqîm,
Hingê ez merîfetê giliya siviqîm.

17. Şêx go: Aqûbo, wekî ji pişta bavê ruhyayî,
Û berê dayê reviyayî,
Kengê vê me’rîfetê hesyay?

18. Aqûb go: seydayê mino, ez pişta bavê hewyam,
Berê dayê revyam,
Hingê ez merîfetê gilya hesyam.

19. Şêx go: Aqûbê mino: ez pişta bavê pîr bûm,
Berê dayê şîr bûm,
Hingê ez me’rîfetê giliya xebîr bûm.

20. Aqûb go: seydayê mino, ez pişta bavê kal bûm,
Berê dayê tifal bûm,
Hingê ez merîfetê xiyal bûm.

21. Şêx go: Aqûbê mino, şuxula Xwedê weku çêkir,
Ruh nava ser û dest û pê kir,
Ew kîjan mêr bû kasa qudretê lêkir?

22. Aqûb go: seydayê mino, ew şuxula Xwedê weku anî,
Ruh nava ser û dest û pê danî,
Ew Ezîz Melek Fexredîn bû, kas pê anî.

23. Aqûb go: seydayê mino, ew şuxula Xwedê wekî nijinî,
Ser û qalib, dest û pê dinijinî,
Ew Ezîz Melek Fexredîn bû go: hilu bijî!”

24. Şêx ji Aqûb pirsîye,
Husnîkî cinsîye,
Melekê bêrîye,
Tê bêjî min rastîye,
Çika ew roja rikna dinê danîne, ew kî roj bîye?

25. Aqûbî ber şêxî zebûne,
Deyn kir eyneta Ezîz Melek Fexredîne,
Go: roja dinê danîne, şem û îne.

26. Şemiyê danî esase,
Çarşemê birî kirase,
Înîyê dinya kir xilase.

27. Şêx go: Aqûbê mino,
Husnîkî cisnîye,
Melekê bêrîye,
Tê bêjî min rastîye,
Çikanê jera mer ji çîye?

28. Aqûbî ber şêxî zebûne,
Deyn kir eyneta Ezîz Melek Fexredîne,
Go: jera mer xweziya firêce,
Firêc xweziya xwe dirête,
Mer gihîştê û mête,
Dest fihal jera xwe pê girêdide.

29. Şêx ji Aqûbî pirsîye:
Husnîkî cisnîye,
Melekê bêrîye,
Tê bêjî min rastîye,
Hinek ax ber qalibê Adem pêxember ma, li kuye?

30. Aqûb go: seydayê mino,
Axa ber qalibê Adem pêxember ma,
Pê ava kirin Quds û Xelîle.

31. Şêx go: Aqûbê mino,
Hindekî dinê jî ber ma bû.

32. Aqûb go: seydayê mino,
Êrifa jê nemabû,
Qubil, sibil, jê peyda bû.

33. Şêx go: Aqûbê mino,
Hindekî dinê jî ber ma bû.

34. Aqûb go: seydayê mino,
Êrifa jê nema bû,
Dara temir jê peyda bû.

35. Şêx go: Aqûbê mino,
Hindekî dinê jî ber ma bû.

36. Aqûb go: seydayê mino,
Êrifa jê nema bû,
Av û agir jê peyda bû.

37. Şêx go: Aqûbê mino,
Hindekî dinê jî ber ma bû.

38. Aqûb go: seydayê mino,
Êrifa jê ne mabû,
Pembû jê peyda bû.

39. Şêx go: Aqûbê mino,
Hindekî dinê jî ber ma bû.

40. Aqûb go: seydayê mino,
Çira jê peyda bû,
Ser banê Kabetilleyê dana bû,
Cin Teyar lê dabû reva bû,
Para hemû kesî jê nedabû.

41. Şêx go: Aqûbê mino,
Bêje, çika ewê berê xeriqî kîye?
Ewê berê tifiqîye kîye?

42. Aqûb go: seydayê mino,
Ewê berê xeriqî Şimhûne,
Yê berê tifiqîne her heft nmêrê kaf û nûne.

43. Şêx go: Aqûbê mino,
Em xeberdin Adem pêşva,
Aş hebû, av nediçû cewa êşva,
Xwarin û vexwarina wan cimlet û cêşva.

44. Aqûb go: seydayê mino, nebî ne, nebîyê cebêr in,
Xwendina wane ji dêrin,
Xwerina wan, elhemdilla şikir û ji re’ma Xwedê têrin.

45. Şêx go: Aqûbê mino, ezim serê sara,
Min gogek revandîye nava bîst û çar hezara,
Hela hê min saxîke dilê xwe negotîye tu biran û yara.

46. Aqûb go: seydayê mino,
Ezim Aqûbê Mûsa,
Ferxan û fêrisa,
Yê bîna şêx wê rûnên meclisa,
Yê bîna Aqûb wê rûnên û jê bikin pirsan û pirse.

47. Şêx go: Aqûbê mino, roj hiltêye,
Min deste goşt te divêye,
Ne nêr be, ne jî mê ye.

48. Aqûb go: seydayê mino, çendî roj zeriqî,
Nûr ji nûrê tifiqî,
Hingê Şimhûn bû berê xuliqî.

49. Şêx go: Aqûbê mino, ceger reşo,
Êrifo, serxweşo,
Helalê xwe, heramê xelqê neşo.

50. Aqûb go: seydayê mino, Aqûbî xudan nedere,
Eyneta Ezîz Melek Fexredîn deyn dikire,
Helalê xwe, heramê xelqê nedere.

51. Şêx go: Aqûbê mino, deşta Kerbelayê,
Heta şêx dîndara xwe nedayê,
Aqûbê Mûsa ne ruhyabû pişta dayê.

52. Aqûb go: seydayê mino, deşta Kerbe deştê,
Raste heta dîndara şêx negihîştê,
Aqûbê Mûsa ne ruhya bû piştê.

53. Şêx go: Aqûbê mino,
Qewatek heye mehele,
Xwarina wî qewmî xerdele.

54. Aqûb wê herfê cab neda bû,
Şêx borê xwe dimismisand,
Nava mezin meydanê meleka da direqisand,
Go: min herfekê da Aqûbê Mûsa tirsand,

55. Şêx borê xwe hilkende,
Lê hilda toq û zende,
Go: min herfekê da Aqûbê Mûsa kire bende.


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -