Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e
Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e Şêxê Hesenî Siltan e Hey ezîzê mala bavê mino, Babê qelpê Rehman e Mîrê Qelendera(n) hey li min hayê Laliş ye bor Diwan ye bor Yabor ye bor Ay birîndarê Mêrano ew Siltan Şîxadiyê li hemû derdan yî derman e. Şêxê Hesenî Feqîr e Hey ezîzê mala bavê mino, bavê qelpê Mîr e Mîrê Qelendera(n) hey li min hayê Laliş ye bor Diwan ye bor Mergeh ye bor Yabor ye bor Ya birîndarê Mêrano ew Siltan Şixadî ye Li hemû derdan yi xebîr e. Şêxê Hesenî Seyîd e Hey ezîzê mala bavê mino qelpê Mirîd e Mîrê Qelendera(n) hey li min hayiyê Laliş ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Yabor ye bor Ya birîndarê Mêrano deryê mirazan heyî Siltan Êzîd e. Şêxê Hesenî mezin e Hey ezîzê mala bavê mino bayê qelpê momin e Mîrê Qelendera(n), hey li min hayê Laliş ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Yabor ye bor Ya birindarê Mêrano deryê mirazan Hey Melik Şêxsin e, ew e ciyê gilî û gazinan. Şêxê Hesenî ehmer e Hey ezîzê mala babê mino xaliqekî min yî her û her e Mîrê Qelendera(n), hey li min hayê Laliş ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Yabor ye bor Ya birîndarê Mêrano, hekûmeta Siltan Şîxadî diwazdeh (her sale) Şêxê Hesenî dil birîndar e Hey ezîzî mala bavê mino li borê mehbet yî siwar e Mîrê Qelendera(n), hey li min hayê Laliş ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Ya birîndarê Mêrano, textê mêran heye qiryar e Şêxê Hesenî esed e Hey ezîzê mala bavê mino, xaliqekî min yî semed e Mîrê Qelendera(n), hey li min hayê Laliş ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Yabor ye bor Ya birîndarê Mêrano bê firwara Siltan Şîxadî rih na?ite ew cesed e. Şêxê Hesenî Celal e Hey ezîzê mala bavê mino Ez bi wê Qubê bikem serî ta’l e Lali( ye bor Dîwan ye bor Mergeh ye bor Ya birîndarê Mêrano bê firwara Siltan Şîxadî ew ceseda rih na?ite bale. Ev sebeqên jorî min ji ber kasêteke deng nivîsiye. Ev Qewl bi awas û melodî tê gotin. Mixabin ez dûrî Feqîr Hecî me, yê ev Qwel gotî û ji ber vê yekê ez nikarim vî Qewlî bitewayî binivîsim. Bedel Feqîr Hacî 
|