Qewlê Şerfedîn
Qewlê Şerfedîn Xaliqê min yî sewab e Û Padşayê min yî li ser cewab e Bê reza Xwedê û Tawisî-Melek Tu car pel ji darê nabe. Yekî min di wê de yî tebab e Û li ber mehekan rawestiya be Dê kengî Mehdî Şerfedîn rabe ? Dê rabe Mehdî Û ne sindî dimîne û ne qadî Hingî sunetê hesabî. Hesabî sûnetê Û ya Melik Şerfedîn bi rehim û şefeqeta xwe Sirêt batinê di ber meke ! Di ber meke sirêt batinê Û ew in cindî pê dibin xenê Ya Melik Şerfedîn tê kengî derî hawata dinê ? Cindî dixinê ne Li gêdûkan mêrên hêne Bitine hizranî ji me divêne. Çêbûn siwarên gêdûkan Dê bixemlînin şuhbêtî bûkan. Şuhbêtî bûkan bixemlînin Sindirûkêt kesk û sor û zer derînin Hem bi rêya navê Siltan Êziyê (êrîn li ser xwe binîn. Rojekê yê bête cenge Û Feqîrên lê bixemlînin letan û zendan Ew roj ne roja mêrê leng e. Rojekê tête dahire Û dahir bî bi qelbekî feqîran Melik Şerfedîn dê wa hizretê li te dikire Ya Siltan Êzîdê min tu karî ! Û çima nakî Û tu Melik Şerfedîn dikarî ji mixarê rakî Û xelkê asê pê mita kî. Û xelkê asê pê mitî bî Ol û erkan marifet û rê bî Pênc ferzan ferzek ne li cê bî. Her pênc ferzên heqîqetê Şêx, Pîr, Hosta, Yar û Birê Axretê Fer e li sûnetê îro dinyayê Sibê li bangê axretê. Sinete ye bi lez e Siwardibe li borekî dibeze Di gel cindiyan emê herne xeze. Emê dilan bidene Feqîra(n) Û bila bixemlînin lpan û herîra Ya Melik Şerfedîn hewakê bide xirabê fêniyêt wî re. Ya Melik Şerfedîn hewakê li me vede Û pey tê bûn Serheda Tu me bi destên ( şirî’etê) ve bernede. Ya Siltan Êzî ji ewil tu berat î Û tu Xwedanê itiqat î Û tê li ser pira selat î. Tu li me birênî bi çavê şefeqetê bi dilê rehmêtê Tu ronahiyekê bidî dilê me û çendî sûnetê Sûnetê diperistî Li dest û dayinê tu ney sistî Ya Melik Şerfedîn dayîm tu ne yî nivistî. Melik Şerfedînê Adiya yî tesel e Dîwanbest û mehfel e Nav û dikarêt Siltan Êzî yê şêrîn bang û sela.. Feqîr hatine ser min bi micade Û me li Siltan Êzî atiqade Ezîzê min zû bi bangê dihate. Li van bangan ya li van rêberan Û li van ezîzan li van rêberan Siltan Êzî li banga me tê fere. Bangiya me û cindiyên Mergehê We digot emê Cimayekê bikin li Cimayê û Bîrîmayê Encex Siltan Êzî bang hewara me bê. Çendî şev e û çendî roj e Sinetxane yî bi guneh e, yî bi soje Ya Melik Şerfedîn ji destê şerî’etê Vê meclisê, te lê bikre doje. Çendî roj e û çendî şev e Û dara Sunetxanê dikir ev e Ya Melik Şerfedîn bi bor ve ji mixarê derkeve! Wê dibêje Melik Şerfedîne Û heke Şêşims bike ezîzîne Û latê ji ser derê mixarê derîne! Dayîm bor yî bi zîn e. Dema bi zîn bikire hêstire Cimake Şêxan û Pîran Hosta û Merebiyan Bikira ev dinya pê fetih bikire. Rojekê diherême Û celsa Siltan Êzî bi xwe dibême Vê fêniyê têk didême. Ez têk didime vê fêniyê Bi destûra Xwedê û Şîxadî emê bajonin ser textê Amediyê Eme serê van kafiran jêkin û bavêjin dojeyê. Ev zeman dê yê we bî Şîxadî şade bî Zimzim û Qubildor heca me bî. Ev zeman dê mirîd bî Atiqada me Siltan Êzîd bî Zimzim û Qubildor heca me bî. Ev zeman dê bi îman bî Pîr Reşê heyran bî Zebûnî her çar biran bî. Xwedanê keremê cêşê geliyê Laliş bi hewara me bê Sed rehml li dê û bavên gehdaran û seydayê me, emid kêm in û Xwedê yî temam e Çavkanî Feqîr Elî Catûk Nivîs Sedîk Düzgün Rastkirin Pîr Xidir Silêman 23.01.2000 hatiye nivsandin Computerarbeit: Salah Kany 
|