Titel: Qewlê Şerfedîn


Qewlê Şerfedîn

Xaliqê min yî sewab e
Û Padşayê min yî li ser cewab e
Bê reza Xwedê û Tawisî-Melek
Tu car pel ji darê nabe.

Yekî min di wê de yî tebab e
Û li ber mehekan rawestiya be
Dê kengî Mehdî Şerfedîn rabe ?

Dê rabe Mehdî
Û ne sindî dimîne û ne qadî
Hingî sunetê hesabî.

Hesabî sûnetê
Û ya Melik Şerfedîn
bi rehim û şefeqeta xwe
Sirêt batinê di ber meke !

Di ber meke sirêt batinê
Û ew in cindî pê dibin xenê
Ya Melik Şerfedîn tê kengî derî hawata dinê ?

Cindî dixinê ne
Li gêdûkan mêrên hêne
Bitine hizranî ji me divêne.

Çêbûn siwarên gêdûkan
Dê bixemlînin şuhbêtî bûkan.

Şuhbêtî bûkan bixemlînin
Sindirûkêt kesk û sor û zer derînin
Hem bi rêya navê Siltan Êziyê (êrîn li ser xwe binîn.

Rojekê yê bête cenge
Û Feqîrên lê bixemlînin letan û zendan
Ew roj ne roja mêrê leng e.

Rojekê tête dahire
Û dahir bî bi qelbekî feqîran
Melik Şerfedîn dê wa hizretê li te dikire

Ya Siltan Êzîdê min tu karî !
Û çima nakî
Û tu Melik Şerfedîn dikarî ji mixarê rakî
Û xelkê asê pê mita kî.

Û xelkê asê pê mitî bî
Ol û erkan marifet û rê bî
Pênc ferzan ferzek ne li cê bî.

Her pênc ferzên heqîqetê
Şêx, Pîr, Hosta, Yar û Birê Axretê
Fer e li sûnetê îro dinyayê
Sibê li bangê axretê.

Sinete ye bi lez e
Siwardibe li borekî dibeze
Di gel cindiyan emê herne xeze.

Emê dilan bidene Feqîra(n)
Û bila bixemlînin lpan û herîra
Ya Melik Şerfedîn hewakê bide xirabê fêniyêt wî re.

Ya Melik Şerfedîn hewakê li me vede
Û pey tê bûn Serheda
Tu me bi destên ( şirî’etê) ve bernede.

Ya Siltan Êzî ji ewil tu berat î
Û tu Xwedanê itiqat î
Û tê li ser pira selat î.

Tu li me birênî bi çavê şefeqetê bi dilê rehmêtê
Tu ronahiyekê bidî dilê me û çendî sûnetê
Sûnetê diperistî
Li dest û dayinê tu ney sistî
Ya Melik Şerfedîn dayîm tu ne yî nivistî.

Melik Şerfedînê Adiya yî tesel e
Dîwanbest û mehfel e
Nav û dikarêt Siltan Êzî yê şêrîn bang û sela..

Feqîr hatine ser min bi micade
Û me li Siltan Êzî atiqade
Ezîzê min zû bi bangê dihate.

Li van bangan ya li van rêberan
Û li van ezîzan li van rêberan
Siltan Êzî li banga me tê fere.

Bangiya me û cindiyên Mergehê
We digot emê Cimayekê bikin li Cimayê û Bîrîmayê
Encex Siltan Êzî bang hewara me bê.

Çendî şev e û çendî roj e
Sinetxane yî bi guneh e, yî bi soje
Ya Melik Şerfedîn ji destê şerî’etê
Vê meclisê, te lê bikre doje.

Çendî roj e û çendî şev e
Û dara Sunetxanê dikir ev e
Ya Melik Şerfedîn bi bor ve ji mixarê derkeve!

Wê dibêje Melik Şerfedîne
Û heke Şêşims bike ezîzîne
Û latê ji ser derê mixarê derîne!
Dayîm bor yî bi zîn e.

Dema bi zîn bikire hêstire
Cimake Şêxan û Pîran Hosta û Merebiyan
Bikira ev dinya pê fetih bikire.

Rojekê diherême
Û celsa Siltan Êzî bi xwe dibême
Vê fêniyê têk didême.


Ez têk didime vê fêniyê
Bi destûra Xwedê û Şîxadî emê bajonin ser textê Amediyê
Eme serê van kafiran jêkin û bavêjin dojeyê.


Ev zeman dê yê we bî
Şîxadî şade bî
Zimzim û Qubildor heca me bî.

Ev zeman dê mirîd bî
Atiqada me Siltan Êzîd bî
Zimzim û Qubildor heca me bî.

Ev zeman dê bi îman bî
Pîr Reşê heyran bî
Zebûnî her çar biran bî.

Xwedanê keremê cêşê geliyê
Laliş bi hewara me bê
Sed rehml li dê û bavên gehdaran û seydayê me, emid kêm in û Xwedê yî temam e

Çavkanî Feqîr Elî Catûk
Nivîs Sedîk Düzgün
Rastkirin Pîr Xidir Silêman
23.01.2000 hatiye nivsandin
Computerarbeit: Salah Kany



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=268