Qewlê Xudanê Malê Bi distûrî xudanê mal ê Dilê min mabû li vê xiyal ê Hûn birên in hukmê siltan Êzî û vê sal ê Eve bû sala serê Êcêb a Vekin derê defteran û kitêb a Li hukmê siltan Êzî mekin lêb a Lêba li hukmê siltan Êzî mekin Derê defteran û kitêban vekin Heke ne hukmê siltan Êzîye, serê min bi oxleme kin Gelî mêra bêjme we ji Êqîn e Melik Şesmsedîn borê wî yî bi Zîn e Qasidê siltan Êzî ezîz melik Fexredîn e Mêr dibêjin we ye Xundikar ney li ser textê xwe ye Wê çûye cengî Şa ye Şah di bêje Xan e Dê ji ser textî rabê Osman e Li ruyê vê meclisê dê bite hûkmê Mehdî Zeman e Aşiqo yî felek e Deng li xan qoçêt xwe ke Hukmê te yî betale, emrê te ne geleke Aşiqo yî derwêş Tû li vê surê bike teftêş We´de hatîye siltan Êzî, dê tesmîlî axê feqîra Ket textê Qezilbêş Aşiqo deng diket bi zêro Tû li vê surê bike sexbêro We´de hatîye siltan Êzî, dê tesmîlî axê feqîra ket textê xundkêro Aşiqo deng diket bizar e Tû li vê surê bike pisyar e We´de hatîye siltan Êzî, tesmîlî axê feqîra biket textê xundkar e Temam bû we´dê din ê Hûn bora girêdin bi taqet ê Goy reva bû melik Şêxsin xûdanê sidq ê Temam bî we´dê heqîqet ê Hûn bora girêdin bi taqet ê Goy reva bû melik Şêxsin xûdanê sedqê û xilmet ê Tamam bû hind û hezar e Alim bûne hûsindar e Ewê rojê feqîra li hizûra siltan Êzî mey vedixwar e Hind û hezar di heret e Alim bûne cimlet e We´d hatîye Siltan Êzî, tesmîlî axê feqîra biket Maş û Berat û Xet e Cêşek rabû yî ber berî erş a Siltan Êzî bi destê xwe ji binî hilweşand a Dê nijyar ket Mamed Reş a Ew bû cêşê bilind e Siltan Êzî hilweşand bû ji bin de Dê nijyar ket qere Şêxmend e Ew bû cêşê mezin e Siltan Êzî hilweşand bû ji bin e Dê nijyar ket melik Şêxsin e Ew bû cêşê kibîr e li her dû mila kêşabûn şîr e Ewê rojê li navberê sekinî siltan Êzî Axayê min û çendî feqîr e Cêşek rabû ney ji qanûn e Şaş pêça wan wekî ya ferûn e Derwêş qutik dê wan ketin zebûn e Hûn me bêjin derwêşî qutik e Her çi Êrdê bi çimê li nik e Her çi mêrê li qewlê Şîxadî li deftera, Melik Fexredîn yî bi şik e Ew dê roja axretê çi li halê xwe bike Em di kêmîn Xwedê yî temam e  |