NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Sitîya Ês   

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Sitîya Ês


Kengî ji min re bêtin mizgîn e
Coq bi geliyê Lalişê bi hurîn e
Ber bi gelyê Lalişê bi çîn e
Kengî qayîm ka rkin Metbex û şîlanê Şîxadî bar kin
Dilêt edewîya şay û şar kin
Kengî min cemandibûn coq e Mîrê mezin dê helgirin tok e
Dilêt edewîya keftin şayî û şoq e
Çûme dîyarî behiş tê Ew dîdare li min xweş tê
Cindî mîr bû libsê reş lê
Xelik werin zerba bibîn in Qub di keskin, hilêl di zêrîn in
Ew ji kerema Şemsedîn û Fexredîn in

Fericîn li wan qubeh a
Rêza baban û dergeh a
Dê tuwafkîn her heşt qubeh a
Fericîn li wan qubêt bi nûr Xasa li ber bestî mehder û mişûr
Behişt ewe li geliyê kûr
Geliyê Lalişê bi nav e Wê pêda dêtin av e
zar mede zor silav e
Silav û sed cot siba te bi xêr Di bêjme we gelî mêr a
Ruh ya li derê Kaniya Spî
Qalib yê li hêre
Dilê minî weha ye Îlahîyo tû li me bikî şa ye
Dê tuwafkîn derê kaniya Spî,
li gel kekê Şêx Şeîylila ye
Ezê dil hoy bike ser Gelî bira di bêjme we ev xeber
Dê tuwafkîn derê kanya Spî li gel ferşêt mermer
Dilê min yî bi keser bê Ji Hesin-Pîrik heta dergehê bi xêr bê
Îlahîyo tû li me bineder bê
Kesera Reşê kar e Xozî qenter bestî letînî car e
Dê tuwafkîn derê kaniya Spî,
li gel Zimzim û mixar e
Îlahîyo em vêkre bixwazin miraz ê Mabûdê me û Şîxadî xudanê îtqad ê
Bi Şêşim bigrîn enyat ê
Melik Şêxsin li me bi ket şefaet ê
Şêx û Bekir rûnê li wê civat ê Me mêrekî adil divê rûnê li ser wê bisat ê
Wekî metbex cîyê Şîxadî
Bang det: Hê werne simat ê
Simate ye sebîl e
Ye bê qale, bê qîl e
Ye bi rê ye bê bertîl e
Razdarêt derwêşan û delîl e
Kesere Reşê pîr e Xozî rûniştbane li celsa mîr e
Cihê sema lê dikêşin feqîr e
Min feqîr dîtin bi coş Maldarin bi tancin bi tacpoş
Gelî yara vexon sed carî noş
Hey li min heyranî Min li wêder dîtibû cindî
Ewe bi manê cîyê dîn û îmanî
Ewe rewaq li rew e Qendîlê wê di înin perî wê li hew a
Qubleta me mêrê edewî ew e
Dergeh ber bi rojav e Xwezî derbazbûme nav e
Dê min li padşê xwe kirba silav e
Xwezî çûbame wê derav ê Rêza stûnê û mîrav ê
Kesera reş pav ê
Kesera reş mergeh ê Xwezî derbasbame wê qubeh ê
Dê min tuwafkirba stûna Şêşims li wê şerbeh ê
Ez wê dinal im, birîna min ya li mêlak ê Wê dikalim wekî berxê li pê mak ê
Dê min tuwafkirba stûna Şêşims li gel şûna
Berê Şibakê
Ez hatime dê tuwafkem e Sicûdê li ber badşê xwe bem e
Dê peryêt nûranî li çavêt xwe dem e
Îlahîyo tû mirazê me zûk e
Xwezî çûbame li ber wan periya
Li wan sindirûke, yên xemilîn letînî bûk e
Yêt xemilîn latînî erûs Jê diçin birq û birûs
Li ber di îsin find û şemal û bisûs
Dilê min mabû li ber vê fikar ê Îlahîyo tû li ber me hilgirî vê fiqar ê
Dê min tuwafkirba derê kaniya Spî,
li gel Zimzim û mixar ê
Bi wê fiqarê dama me Meqlûb û Mergeh ew cîye û ew miqam e
Qedemgeha mîr Xidir eleyhîlselam e
Mîr Xidir ku mîr e Li dinê û axretê xebîr e
Ewî mutî kirbû Seyîd Ehmed elkebîr e
Ez wê dinalim ji destê wan birîna Kilîlêt wan xizîna stûna her çar dîna
Wê di destê melek Şemsedîn de
Şêşims û Şêx Emîr babikoy feqîr e Bi şev û rojê wê li nêçîr e
Şêşims vêxistibû çirayê bi nedîr e
Şêşims vexistibû çirayê bi cêş Mîr westabû li pêş
Şêşims dizane kîye li ser û kîye li pêş
Sekinî bû serwer e Mîr westabû li qenter e
Şêşims dizane kî li sere û kî li ber e
Dilê min yî wehaye, îlahîyo tû li me bikî şa ye Ev qewle qewlekî eynulbeyza ye
Temametî ya vî qewlî ji Xweda ye
Em di kêmin û xwedê yî temam e


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -