Titel: Qewlê Qendîla


Qewlê Qendîla
Zênare zênar e
Şêxadiyo me bi te hawar e
Bedîl li me bû ye kifar e
Bedîl hatin û bihurîn Çendî tê di fikirîn
Di nav de mabûn heyirîn
Hûn bifikirn li bedîla Gûhê xwe me dine xafilan û bexîla
Lew ronahî ji nav me rabû çû qendîla
Çi qendîleke bukir Padşê min bi rehim û şefeqêt xwe kir
Ewî jê çêkir şêxûbekir
Çi qendîleke zer e Nazil bû ji erşê li ser e
Şêxûbekir bû merebîyê Şêşimsê teter e
Çi qendîleke giran e Nazil bû ji ezman e
Şêxûbekir bû ye merebîyê her çar biran e
Çi qendîleke geş e Nazil bû ji erş e
Dergevan şêx Fexrê reş e
Çi qendîleke mezin e Rehim û şefeqêt padşê min e
Ewî jê çêkir melik Şêxsin e
Melik Şixsin dibêjit wekî diniya av bû Padşê min yî li nav bû
Ew kî mêr li ber rawesta bû?
Mêra ji melik Şêxsin pirsîye Ew Şêxsinê Adîye
Te zerb, hiner û kerametêt padşê xwe çawa dîye?
Şîxadî hate Hekar e Sicûde bûn ber û dar e
Şîxadî li nav mêra serdar e
Şîxadî hate Lalişe Xemilî bi xerqêt reşe
Edewîya hal pê xweşe
Şîxadî li Laliş bû Xemilî bi xerqê reş bû
Edewîya hal pê xweş bû
Ev dinya dinyayeke zer e Însanê têda yî bê bawar e
Meferê me ma Şêşimsê Teter e
Wê dibêje melik Şêxsinê Adî Min zerib, hiner û kerametêt padşê xwe zer dî
Hemû cara bi navê siltan Şîxadî
Ji qewlê Şêx Fexrê Zergûn e Pirs bikin ji melkê Beyrûn e
Gelo çawa ev ezman rawesta bû bê sitûn e
Melik Fexredîn we dikire ra ye Ewî û her çar bira ye
Vêkra dikin teba(teva) ye
Go: Stûna ezman rawesta bû bi duwa ye
Ev dinya dinyayeke mezin e Kêm bûn alim û momin e
Meferê me ma melik Şêxsin e
Ev diniya dinyayeke bi cîda Xof û rehim nema li dilê mirîda
Meferê me ma siltan Êzîde
Bedîl borîn min weha dî Dê dehir bê Şerfedînê mehdî
Meferê me ma siltan Şîxadî
Ji qewlê Pîr Reşê heyran e Hincîyê bi rastî û dirustî dest pavêt e,
damana yar û biran e
Dayîm merkeba wî li behrêt giran ye melevan e
Ji qewlê pîr Reşê bi cîd e Di bêjme we gelî mirîd e
Me dîn Şerfedîn atqat siltan Êzîd e
Em di kêmîn Xwedê yî temam e



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=271