NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderVideosPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê hemedê Babê   

Qewlê hemedê Babê

Qewlê hemedê Babê
Menalî menalî hemedê babê kalî
Hey zêro ji wî kemalî
Sunîyo sur li balî
Hemed borî di gerînit Çi ciyê xalî nabînit
Hemed borê lê bi vehwînit
Ji ber cêşê Şêxadîye.
Şêx Cefer deng di ket bi zar e Dû Şêx nabin li çi war e
Êki dayine êk çirar e
Babo ez çil salî li çiyay bûm Li çi denga ne bîhay bûm
Çil salî ez li çê bûm
Li xilmeta mewlê bûm
Çi denga ne bihê bûm
Çil salî hoy durist e Min ne di xwar û ne di nivist e
Min ji hew paş Xwedê xwe bi heqî di perist e
Vêca Hemedî, xwe ji babê xwe cuda kir
Û karê xwe kir û pişta xwe da day û baba
Maka Hemedî tê ye Hemedo babê te ye
Vê carê çi li gel nekeye
Meztire ji min û te ye
Li axretê bo te gune ye
Hemedî got: Makê xwe bide paş e
Çêra di key çêreka belaş e
Ew babê her dûya dê deme paş e
Eve bû cara sibe yê Cer hilgirt çû ser kanî yê
Berî te û babê Ezî li ber kursî yê
Cara ji tarî bav ê Cer hilgirt çû ser av ê
Berî te û babê ezî li ber wê silav ê
Kanîya nava malan e Sêva sor nîşan e
Berî te û babê ezî li ber erşan e
Hemedê nû xet e Hawirî şara lêk di det e
Ji qehrêt babê xwe de
Hemedî jîr e Û vegerya gate cizîr e
Ji qehrêt babê pîr e
Hemede wê di çîya Siwar borê qîmetîye
Dê çite şarê Şîxadîye
Hemedê serxoş e Hilgirt bû delq reş e
Qest kir û çû laliş e
Hemede wê di çîy e Hemed reşê di bînîy e
Hey reşmo yî gareyî tu bêje min,
mekanê malxoy çiy e
Reş wa vedigerî ye Şîxadî jê di pirsî ye
Hemedê baba wê hatî ye
Bi şarê te ney razî ye
Şîxadî ji we di bêjî ye Hey reşmo yî gareyî ye
Heke Hemedê baba hatî ye
Ev şarê xalê wî ye, ew di zanit bi xwe nîşan jê çi ye
Reş wa vedigerî ye Wa ji Hemedê baba di pirsî ye
Bi qendîla li erşî ye
Tijî surêt ewlî ya
Gote Hemedî tu di zanî serdar kîye?
Hemed jî we di bêjî ye Ew qendîla li erşî ye
Tijî surêt ewlîya û serdar Şêxadî ye
Hemed jî we di bêjî ye Hey reşmo yî gareyî ye
Ew qendîla li erşan e Tijî surêt xasan e
Gotê ruha reşê jî êk ji wan e
Hey reşmo yê weke sêl a Dest havête kivanê çingêl a
tîrek da bû li kure ruwêl a
Ji vê dinê kir bû vihêl a
Dergehê heq û teal a
Hemedî ruh berdane ser xiyal a
Ruh çû bû, mabû qalibekî val a
Ruh Hemedî ve di gêrî ye Malxo yê malê li mal nî ye
Hûn bêjne min xetêt qalibî kirîn çiye?
Hê hê çî bû, çicirîya Xeber li alemê gerîya
Reşê Hemed wê kuştîye
Şêx Cefere bi mal de Êk heye di xeberê Hemed tal de
Hêstir hatin bi şêba kal de
Şêx Cefer rabû hil di west e Wî jî zînîyek wa li xwe di best e
Bi şarê Şîxadî ve kirbû qest e
Bi êdeka Şîxadî girt bû bi herdû dest e
Şîxadî we di bêjî ye: Şêx Cefero Xelîl xuşka min e
Qedrê wê qedrekî mezin e
Malo bila Qewal bên e Defa hil pavên e
Reşê li ezmana çengil dirêjin
Malo Qewal wa sitra ye Semayeka qanûnî li cels û riwaqê,
şîxadî rawestaye
Û reşê hatbû ji hewaye
( Di bêjin Çîxadî tîrek di destê cafer kir û gotê: Reşê ango Pîr Mehmed Reşan bi kuje)
Reşê got çî tîreka qewî ye Hat bû ji erşêt êlî ye
Min di zanî tîra Şêxadî yê
Tîra şêxê xwe me Mertalî bernade me
Di zanim rojekê dê pê herime
Xûna Hemedê baba westaye
Şêx Cefer ji wê bi rê bû
Û ewê rojê Mamed Reşan(Reşê) li pê bû
(Şîxadî gote Mehmed Reşan li pey here heke Cafer çû mal got min bi qeweta Şîxadî heqê xwe stand were, lê heke got min bi qeweta xwe stand wî jî bi kuje.
Şêx Cefer bi mal re di gehişt e Û dabû xeberek ney durist e
Mamed Reşa di gehiştê ew jî di kuşt e
Ya hatî bi serê Şêx Cefer e Ne êtin bi serê çi kafir e
Li keftine yî mixadir e
Ya hatî bi serê Şêx Ceferê zerzan e Ne êtin bi sere ci kesan e
Me dû dan şûna êkan e
Em di kêmin Xwedê yî temam e


 

DAWETNEMA JI BO KONFIRANSÊ ŞÊX FEXRÊ ADIYAN


Glückwünsche des ZYD zum Cumaya Sheikh Adi Fest


Şandeyeke kurdên êzdî bi serokatiya Mîr Tehsîn Beg, serdana serokkomarê Iraqê Talebanî kir


Heiligenfest der Celler Eziden


CEJNA CEMAYA ŞÎXADÎ LI ÊZDIYÊN SERANSERÊ DINYAYÊ PÎROZ BE


Mîr Tehsîn Beg daxwaz ji serokkomarê Iraqê Celal Talebanî kir ku mafê kêmîneyan bê parastin


Êzdî û mesihî ji pesendkirina qanûna hilbijartinên parêzgehan ne razî ne


Mîrê Êzdiyan cejna Remezanê li misilmanan pîroz dike


Irak: Neues Wahlgesetz benachteiligt Minderheiten


PÊC und Nû-Jin laden zum Cemaya Şêx-Adî ein


Interkulturelle Woche endet mit Eröffnung-Gäste besichtigen erstes Ezidenmuseum


Religionsunterricht: Eziden treiben Bemühungen voran


Hunermend Îmad Selîm dibêje ``Dinya û Evîn``


Brief des ZYD an den Chef des Bundeskanzleramts und Bundesminister für besondere Aufgaben Herrn Thomas de Maizière


Erzbischof Zollitsch: Offenheit für Fernstehende statt Abschottung


 

    - top -