Qewlê hemedê Babê Menalî menalî hemedê babê kalî Hey zêro ji wî kemalî Sunîyo sur li balî Hemed borî di gerînit Çi ciyê xalî nabînit Hemed borê lê bi vehwînit Ji ber cêşê Şêxadîye. Şêx Cefer deng di ket bi zar e Dû Şêx nabin li çi war e Êki dayine êk çirar e Babo ez çil salî li çiyay bûm Li çi denga ne bîhay bûm Çil salî ez li çê bûm Li xilmeta mewlê bûm Çi denga ne bihê bûm Çil salî hoy durist e Min ne di xwar û ne di nivist e Min ji hew paş Xwedê xwe bi heqî di perist e Vêca Hemedî, xwe ji babê xwe cuda kir Û karê xwe kir û pişta xwe da day û baba Maka Hemedî tê ye Hemedo babê te ye Vê carê çi li gel nekeye Meztire ji min û te ye Li axretê bo te gune ye Hemedî got: Makê xwe bide paş e Çêra di key çêreka belaş e Ew babê her dûya dê deme paş e Eve bû cara sibe yê Cer hilgirt çû ser kanî yê Berî te û babê Ezî li ber kursî yê Cara ji tarî bav ê Cer hilgirt çû ser av ê Berî te û babê ezî li ber wê silav ê Kanîya nava malan e Sêva sor nîşan e Berî te û babê ezî li ber erşan e Hemedê nû xet e Hawirî şara lêk di det e Ji qehrêt babê xwe de Hemedî jîr e Û vegerya gate cizîr e Ji qehrêt babê pîr e Hemede wê di çîya Siwar borê qîmetîye Dê çite şarê Şîxadîye Hemedê serxoş e Hilgirt bû delq reş e Qest kir û çû laliş e Hemede wê di çîy e Hemed reşê di bînîy e Hey reşmo yî gareyî tu bêje min, mekanê malxoy çiy e Reş wa vedigerî ye Şîxadî jê di pirsî ye Hemedê baba wê hatî ye Bi şarê te ney razî ye Şîxadî ji we di bêjî ye Hey reşmo yî gareyî ye Heke Hemedê baba hatî ye Ev şarê xalê wî ye, ew di zanit bi xwe nîşan jê çi ye Reş wa vedigerî ye Wa ji Hemedê baba di pirsî ye Bi qendîla li erşî ye Tijî surêt ewlî ya Gote Hemedî tu di zanî serdar kîye? Hemed jî we di bêjî ye Ew qendîla li erşî ye Tijî surêt ewlîya û serdar Şêxadî ye Hemed jî we di bêjî ye Hey reşmo yî gareyî ye Ew qendîla li erşan e Tijî surêt xasan e Gotê ruha reşê jî êk ji wan e Hey reşmo yê weke sêl a Dest havête kivanê çingêl a tîrek da bû li kure ruwêl a Ji vê dinê kir bû vihêl a Dergehê heq û teal a Hemedî ruh berdane ser xiyal a Ruh çû bû, mabû qalibekî val a Ruh Hemedî ve di gêrî ye Malxo yê malê li mal nî ye Hûn bêjne min xetêt qalibî kirîn çiye? Hê hê çî bû, çicirîya Xeber li alemê gerîya Reşê Hemed wê kuştîye Şêx Cefere bi mal de Êk heye di xeberê Hemed tal de Hêstir hatin bi şêba kal de Şêx Cefer rabû hil di west e Wî jî zînîyek wa li xwe di best e Bi şarê Şîxadî ve kirbû qest e Bi êdeka Şîxadî girt bû bi herdû dest e Şîxadî we di bêjî ye: Şêx Cefero Xelîl xuşka min e Qedrê wê qedrekî mezin e Malo bila Qewal bên e Defa hil pavên e Reşê li ezmana çengil dirêjin Malo Qewal wa sitra ye Semayeka qanûnî li cels û riwaqê, şîxadî rawestaye Û reşê hatbû ji hewaye ( Di bêjin Çîxadî tîrek di destê cafer kir û gotê: Reşê ango Pîr Mehmed Reşan bi kuje) Reşê got çî tîreka qewî ye Hat bû ji erşêt êlî ye Min di zanî tîra Şêxadî yê Tîra şêxê xwe me Mertalî bernade me Di zanim rojekê dê pê herime Xûna Hemedê baba westaye Şêx Cefer ji wê bi rê bû Û ewê rojê Mamed Reşan(Reşê) li pê bû (Şîxadî gote Mehmed Reşan li pey here heke Cafer çû mal got min bi qeweta Şîxadî heqê xwe stand were, lê heke got min bi qeweta xwe stand wî jî bi kuje. Şêx Cefer bi mal re di gehişt e Û dabû xeberek ney durist e Mamed Reşa di gehiştê ew jî di kuşt e Ya hatî bi serê Şêx Cefer e Ne êtin bi serê çi kafir e Li keftine yî mixadir e Ya hatî bi serê Şêx Ceferê zerzan e Ne êtin bi sere ci kesan e Me dû dan şûna êkan e Em di kêmin Xwedê yî temam e  |