YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Qedîbilban   

Qewlê Qedîbilban

Qewlê Qedîbilban
Pedişê min yî sultan e
Dahirkir qedîbilban e
Kire pîrê Masekan e
Pedişê min yî sultîn e Dahirkirbû qedîbilbanê miskîn e
Ew ne yî hewcey çi mishefan û yasîn e
Mêran û dilî Medeha bidin ji ewilî
Qedîbilbanê Mûsilî
Qedîbilban lawekî kir bû
Xudanê îlmê pir bû
Ji batin de yî bi sur bû
Qedîbilban yî çê ye Wê dixûnit elf û bê ye
Qafî du bûn kirne sê ye
Dayika êrife û zan e Girtibû destê Qedîbilban e
Dibe cem melan e
Dayik dibêje mele Êmanet ev kur e
Tu baş terbiyet bik e
Mela rabû yê bi gef Şif hilanî bi kef
Qedîbilban bêje elif
Elif navê mîr e Ne bêje Qedîbilban yî sexîr e
Berî te bi vê herfê yî xebîr e
Mela dibêjitê, bêje bê Qedîbilban dibêjit ê
Bi hîmeta êk yî bêrî
Tu keftiye di nav pencên şêrî
Heke te aqil hebit tu dê zû spêrî
Mela dibêjtê Qedîbilban Ta: Te lipê êkî çê bî
Dayim mêra sidiq û îman û heya li pê bî
Mela dibêjtê Qedîbilban Sîn: Sura cîd e
Ew sura Qedîbilban dît e
Mela ji wê surê yî be´îd e
Mela dibêjtê Qedîbilban Zay:Zeyneta dilî
Tu hesay bîne li ser aqilî
Te(zerb) ne dîtî ye lew tu na xûrcilî
Mela dibêjtê Qedîbilban Bi hîmeta bîrî ye
Heke tu bizanî meseb ê
Tu pê di peristî kî ye
Mela we dibêje: Wextê qalibê Adem pêxember çêkir
Û bi ser, dest û pê kir
Ew kî bû kasa qudretê lê kir
Qedîbilban we digot e Wextê qalibê Adem pêxember çêkir
Bi ser û dest û pê kir
Tawus melek bû kasa qudretê lê kir
Ewan îlmê xwe di heyotin Mele cot cot digotin
Qedîbilban çar çar di verotin
Mela mabû li mat ê Leşê mele lerzînkek hat ê
Mela nemabû biket hikyat ê
Mela mabû heyîrî Didilê xweda mabû kewgirî
Çû mizgeftê êwirî
Çî cêşekî qewî ye Qedîbilban dît û nasî ye
Ew cêşê Şêxadî ye
Mela rabû helwest a Ewî pê dana ser pê
Û dest dana ser dest a
Got:Ya Qedîbilban ew kerem
Û marîfet li ba te bû mest e
Mela mabû li wê ye Dest dana ser dest
Û pê dana ser pê ye
Got:Ese kerema mêra ji ba Xwedê ye
Mela deng diket bi xwe ye Ev kerem û merîfet li ba te he ye
Tu çima min nakeya mirîdê xwe ye
Mela mabû li mang ê Dest havîte daman û dang ê
Got:Tu min xilasbike ji vê ezab û astang ê
Mela hêwirî û dibêjî ye Heqiya min Şîxadî ye
Û pîrê min Qedîbilban e
Em di kêmim û Xwedê yî temam e


 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -