Qewlê Qedîbilban Pedişê min yî sultan e Dahirkir qedîbilban e Kire pîrê Masekan e Pedişê min yî sultîn e Dahirkirbû qedîbilbanê miskîn e Ew ne yî hewcey çi mishefan û yasîn e Mêran û dilî Medeha bidin ji ewilî Qedîbilbanê Mûsilî Qedîbilban lawekî kir bû Xudanê îlmê pir bû Ji batin de yî bi sur bû Qedîbilban yî çê ye Wê dixûnit elf û bê ye Qafî du bûn kirne sê ye Dayika êrife û zan e Girtibû destê Qedîbilban e Dibe cem melan e Dayik dibêje mele Êmanet ev kur e Tu baş terbiyet bik e Mela rabû yê bi gef Şif hilanî bi kef Qedîbilban bêje elif Elif navê mîr e Ne bêje Qedîbilban yî sexîr e Berî te bi vê herfê yî xebîr e Mela dibêjitê, bêje bê Qedîbilban dibêjit ê Bi hîmeta êk yî bêrî Tu keftiye di nav pencên şêrî Heke te aqil hebit tu dê zû spêrî Mela dibêjtê Qedîbilban Ta: Te lipê êkî çê bî Dayim mêra sidiq û îman û heya li pê bî Mela dibêjtê Qedîbilban Sîn: Sura cîd e Ew sura Qedîbilban dît e Mela ji wê surê yî be´îd e Mela dibêjtê Qedîbilban Zay:Zeyneta dilî Tu hesay bîne li ser aqilî Te(zerb) ne dîtî ye lew tu na xûrcilî Mela dibêjtê Qedîbilban Bi hîmeta bîrî ye Heke tu bizanî meseb ê Tu pê di peristî kî ye Mela we dibêje: Wextê qalibê Adem pêxember çêkir Û bi ser, dest û pê kir Ew kî bû kasa qudretê lê kir Qedîbilban we digot e Wextê qalibê Adem pêxember çêkir Bi ser û dest û pê kir Tawus melek bû kasa qudretê lê kir Ewan îlmê xwe di heyotin Mele cot cot digotin Qedîbilban çar çar di verotin Mela mabû li mat ê Leşê mele lerzînkek hat ê Mela nemabû biket hikyat ê Mela mabû heyîrî Didilê xweda mabû kewgirî Çû mizgeftê êwirî Çî cêşekî qewî ye Qedîbilban dît û nasî ye Ew cêşê Şêxadî ye Mela rabû helwest a Ewî pê dana ser pê Û dest dana ser dest a Got:Ya Qedîbilban ew kerem Û marîfet li ba te bû mest e Mela mabû li wê ye Dest dana ser dest Û pê dana ser pê ye Got:Ese kerema mêra ji ba Xwedê ye Mela deng diket bi xwe ye Ev kerem û merîfet li ba te he ye Tu çima min nakeya mirîdê xwe ye Mela mabû li mang ê Dest havîte daman û dang ê Got:Tu min xilasbike ji vê ezab û astang ê Mela hêwirî û dibêjî ye Heqiya min Şîxadî ye Û pîrê min Qedîbilban e Em di kêmim û Xwedê yî temam e  |