YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê mişetê   

Qewlê mişetê

Qewlê mişetê
Îlahiyo tuyî qadirî
Berî roja em bimirî
Te kir ber vî derî hedirî
Eve bû kesera dilî Berî roja em bimirî
Te kir bi mişetê wesilîn
Mişetê sîha wan bî ye Meyze kirbû li wan cîya li wan ûlî ya
Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adî ya
Li mişetê rûniştibûm bisat Ji xema ezîmat
Ezî hesay dilî minî reht
Dilo tû çendî dikev nêçîr ê Bûy kevrê li ber serîr ê
Ji nav bera basixrê û bîr ê
Jor hate ser e Li min şehde bin dar û ber e
Şêx Fexrê Adîya ji rewa dimalitin ger e
Ji jor hate xwar e Li min şehde bin ber û dar e
Şêx Fexrê Adîya ji rewa dimalitin xebar e
Çûme warê Zibêr e Wê tê dengê pilingan û şêr e
Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adîya binhêr e
Ew bû keleha mem êsî ya Mexelê wan pez kûvî ya
Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adî ya
Çûme warê Harûn e Wê sor diket ji beybûn e
Ew bû meskenê wan xatûn e
Çûme ser kanîya horî ya Min meyze kirbû li wan cîya li wan ûlî ya
Ew bû meskenê wan sitî ya
Şexsek wê li Berbur ê Ew bû keleha dêm sirûr ê
Şêx Fexrê Adîya fericî bû li wê nûr ê
Şexsek wê li berbûr de Bi wê qubê kim di gelîyê Kûr de
Şewqa nûrê jê nûr de
Şexsek wê li ber Xewşav e Quba mîrê min li nav e
Li wê derê min li pedişê xwe kir zor silav e
Şexsek wê li ber Xewşava yê Ew bû kesera dêm sewda yê
Şêx Fexrê Adîya fericî bû li wê ra yê
Şêx Fexrê Adîya bi mal û êl ve Û bi kuç û xêl ve
Hêdî hêdî dimeşiya li ber kendêl ve
Dilo Fexro yî biman ê Rezayê Şêşims û gul hinar ê
Ya Şêşimis te kirye û pite tê xwar ê
Ji şikeftê heta bi mixar ê Li min şehde bin ber û dar ê
Şêx Fexrê Adîya rê bo Şêxadî ji ruwa di mal ê
Fexro yî dil bi êş e Ji borî peya bû min dikêş e
Ez çûme ber pîrê hêş e
Min li pîrê hêşe dikir silav e Ez çûme ser kanîya av e
Ez peya bûme nav e
Av tê bi Laliş e Cî û mekanê xweş e
Ew bû qedemgehe Şêx Fexrê Reş e
Laliş ku Laliş e Cî û mekanê Xweş e
Şêx Fexrê Adîye jîr deluwê bû geş e
Fexro yî têr bijî Li derê kanîya sipî rûdiniştî
Li derê Mîr dinivistî
Xanîyê em têde yî pan e Di nav digeryam rojek û dan e
Li dilê Şêx Fexrê Adîya namînit ne êş e,
ne kesere, ne kovan e
Xanîyê em têde yî bi der e Di navde digeryam çend qender e
Li dilê Fexrê Adîye namînit ne êş e,
ne kovane û ne keser e
Xanîyê em têde yî bi cîd e Rûniştibûn li celsa mîr e
Cîyê sema lê di kêşin feqîr e
Şêx Fexrê Adîye: Li gel coqetêt şêxan û pîr Pala xwe dabûye berê xefîr e
Berê xwe dabûye celsa mîr e
Cîyê sema lê di kêşin feqîr e
Şêx Fexrê Adîye li gel coqetê yî ciwan e Pala xwe dabûye berê zav e
Berê xwe da bûye quba Hebab e
Xwezî Çûbame deryê mezin e Min serê xwe danabe li bin e
Mêr li dîwana Şîxadî û Melik Şêxsin dibin,
miraz hasil e
Xwezî çûbame deryê nûranî
Min serê xwe li ber datanî
Şîxadî yî agehe yî dûrbîne bi hemû yê dizanî
Hincî yê birîna wî li dil e Qesdikine dîwanên fazil e
Mêr li dîwana Şîxadî û Melik Şêx Hesin dibin,
miraz hasil e
Hincî yê birîna wî li mêlak ê Qesid bikine dîwana Şîxadî û mak ê
Mêr dibin miraz hasil li dîwana Şîxadî û makê û li ber berê şibak ê
Fexro dilê bi hest e Ber bi Lalişa nûranî kirbû qest e
Li celsa mîr ve diwest e
Şibaka Şîxadî girtibû bi herdu dest e
Me û hazir û guhdara miraza xwe ji wan dixweste
Ewan miraza xwe û ya me,
ji dîwana Siltan Êzî dixweste
Em di kêmîn û Xwedê yî temame


 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -