Titel: Qewlê Zebûnî Meksûr


Qewlê Zebûnî Meksûr
Zebûnekî minî dil meksûr e
heke ji ba ezîz melik Feyredîn bêtin destûr e
Em dê medha dîn ji behrê kûre
Zebûnekî min yî kem taqet e Heke ji ba eziz Melik Fexredin bêtin îcazet e
Em dê ji behrê kûr dîn wisfete
Li min Cema dibûn babzer e Dê ji wê behrê dîn xeber e
Tê hene durê cewahere
Medha bidin ji kitîr textê tenê dibûn emîr
Huwe el-'alim, huwe el-besîr
Pedşê min ji durê bû Hisnatek jê çêt bû
Şaxa mehebetê lê bû
Lê bû şaxa muhebete Li destê(Sultan êzî)heye qelema qudretê
Şikir ji Xwedê re ez havêtme ser pişka sunetê
Aşiqa ew mîr dît û kir nas e
Ji êk vavartin muhibete û kas e
Kire riknê çendî esas e
Kire rikin û rikinî Dur ji heyibetê hinçinî
Taqet nema hilgirî
Taqet nema li ber bisebirî Dur bi renga xemilî
Sor bû sipî bû sefirî
Dur bi renga geş bû Berî ne erd hebû, ne eziman hebû, ne erş hebû
Ka bêje min pedşê min bi kê re xweş bû
Pedşê min xweş suhibet e
Li hev runiştibûn muhemet e
Pedşê min li wê derecê kir hedûsede
Pedşê min hidûsed li wê çêkir in Şeriy'et û heqîqet ji hev cihê kirin
Sunete mixfî bû hingi dehir kirin
Sunete mixfî bu hingi dehir kirin Pedşê min heqîqet navda dihinare
Gotê: Êzîzê min sunet li kû girti bû ware
Çî mewlayekî min yî hukim rewa Mersûm nazil bû ji cewa
Bi qudrete sura sunetê maliq westa bû li hewa
Bi qudretê maliq westabû sunet e Û bire ber pedşê xwe îcazet e
Gotê:Ezîzê min hizret mehebet e
Çî mewlayekî min yî hukim giran e Li nav wan dana zor erkan e
Muhibet û xerzê nûrê dana wan binîşane
Xerzê nûrê bab e Dû cehwer keftine nav e
Êk nezere êk cav e
Êk eyne êk beser e Pedşê min da durê bi neder e
Pedşa dizane kî li sere kî li ber e
Qendîl ji bana nizilî muhibet kete nav e Pedşê min pê hilîna bû çav e
Ka bêje min çî gote durê jê weriya bû av e
Av ji durê diweriya Buee behir û bengiya
Pedşê min merkeb dibest û nav geriya
Pedşê min li merkebê dibû siwar e Pedşaye û her çar yar e
Têk seyrîn çar kinar e
Li Lalişê sekinîn got: Eve heq war e
Heq ware û sekinîn Pedşê min hêvên havête behirê û behir meynîn
Duxanek jê duxinî, her heft ezman pê mijimîn
Pedşê min ezman bi raste Muhebeta ji qevda raste
Pedşê min mekan dana, text veguhast e
Pedşê min li ezman kir sefer e Ew bû çara sefer kirbû ker bi ker e
kire riknê çendî menber e
Aşiqa we jê xeber da Şaxekî dî jê ber da
kire riknê çendî erda
Erd mabûy behitî Xidudekê xeditî
Go: Ezîzê min erd bê wê surê natebitî

Piştî çil salî bi hijmar e
Erdî bixwera negirt heşar e
heta laliş bi navda dihate xuwar e

Laliş ku dihat e
Li erdê şîn dibû nebat e
Pê zeynîn çiqas kinyate
Ku kinyat pê di zeyinîn Çar qismet têk hincinîn
Ax e, av e, baye û agirî
Qalibê adem pexember jê nijnîn
Şembû dana esas e Înê kir xilas e
Piştî heftsed sal, heft sur hatine duran û kas e
Piştî bi heft sed sal, heft sur hatine hindav e Qalib mabûy bê gav e
Gote ruhê tu boçî naçiye nav e
Ruhê go liba aşiqa we malûm e Heta bo min ji bana ne yên şaz û qidûm e
Nîveka ruhê û qalubê Adem pêxember tixûm e
Şaz û qidûm hatin û hidirê Û nûra muhibetê hingivte serê
Ruh hat û qalibê Adem pêxember êwirê
Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijya Mest bû hijiya
Goşt lê huriya, xun tê geriya
Adem pêxember ji wê kasê vedixwar e Kerameta wê kasê hate diyar e
Lew Adem pêxember pêngiji pê dibû şiyar e
Adem pêxember ji wê kasê vexwar û pê xweştê Kerameta kasê hat û gehişt ê
Lew Adem pêxember hilgirt û bire behişt ê
Pedşê min yî rebil semed e Ji Adem wê bûn coqeta
Ji hev vavartin heftî û du milet e
Bû bedîla nuhê nebîya Qewmek dê dehir be li dilê wan heye zor kifirîya
Ew jî wê li Xwedê xwe bin e yaxîya
Piştî wê hêwan ê Qewmek dê dehir e di dilîda namîne xofa îmanê
Ew jî dê xeriqin bi ava tofan ê
Piştî wan bedîla Qewmek dê dahir be ne yî edîle
Nuqtek dê nazil bê ji qendîle
wê li nav dehir bê birahîm xelîl e
Birahîm Xelîl ji nuqtek e sadiq e Bi sê herfa dibû multeq e
Heta Xwedê xwe naskir bi heq e
Heta Xwedê xwe bi heq naskir Li gel Azir û Nemrûd û senema behis kir
Lew giyanê xwe ji kifiriyê xilas kir
Piştî wan xelîlaye Musaye û Îsaye
Mehemedê nu kamile
Muhiba wî di hingifte hindek dila
Xitmê mîra seyidê mursil e
Ya seyid el_mursilî Çend bedîl hatin û bihurî
Çend xas hatin min hijmirî
Ew siltan Şêxadî ye
Tence ji ewil heta biaxirî



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=276