Titel: Qewlê Pîr Şeref


Qewlê Pîr Şeref
Mestê sikran im
Nêçîrvanê bazan im
Aşiqê sura giran im
Aşiqê wê surê me Derê dirbave tê me
Dirba baz jê ve têne
Xwezî min bizaniye Riya baze lil kûye
Da min bigirte binijîne
Nijiyare ne ji gul û bar e Ye bi miske, ye bi mehiwe re
Serê min yî bi defter e
Davêt min veda ye Derê dir ba xweya ye
Baziyek tê nema ye
Dilê min pê di bû şa ye Dilê min pê di bû ava ye
Min nezani min berda ye
Min davek veda ve Derê dirba xweya ve
Baziyek kete nave
Mala min pê dibû ave Min ne dizani min berdave
Dava min ji muye Derê dirba vedibû ye
Baziyek tê werbû ye
Min ne di zanî ji min berbû ye
Dava mine zirav e Derê dirba xweya ve
Baziyek kete nav e
Min ne di zanî min berda ve
Çî baziyekî di cîde Min di dava xweda dîte
Min ne di zanî sura siltan Êzîde
Çî bazekî mezine
Wê kefitiye dava mine
Min nedizanî sura melik şêxsine
Çî baziyekî bukir Wa li dinê bûye zikir
(Min ji dava xwe vekir)
Min nedizanî sura Şêxubekir
Çî baziyekî bi hinere Firî ço erçêd sere
Min nedizanî sura şêximisê tetere
Çî bazoyekî bi nurîn e Firî çû ezmîn e
Min nedizanî sura melik Fexiredîn e
Çî baziyekî giran e Firî çû erşan e
Li erşa dewran dan e
Mîr Hesilmemane
Nasir dînê babane
Mîr sicayê sican e Şêx Mamed Reşan e
Şêx Mendê Fexiran e
Dawidê bin Derman e
Pîrê Terciman e
Rastiyê sipartibû ligel yar û birane
Li baza li bazgîra Ewin pisê feqîra
Ewin seydê mîra şevê û rojê li nêçîra
Dîndara mîra
Baz hetin bazirgan e Bar lal û dur û mircan e
Wê dadinêne Dorê şaran e
Xasêd Şêxadî hatinê ser bi serane
Go: Ezîzê mino hêşta erzan e Baz hatin bazirganê boş e
Dur înabûn bi goş e
Go:Ezîzê mino xwezî te êk min firoşe Baz hatin û bihorîn
Hevalê me li gel xwe birîn
Dilê me ji mîr û mihebeta siltan,
Şêxadî mabû kewkirî
Mezela dur nijinî Baziyek jê di beyinî
Kund hat şûnê dinhî
Mezela dur nijnî bû Baziyek jê firî bû
Kund hat şûne nihî bû
Mezela der girêde Bazî jê di firête
Kund hatî şûnê dadinête
Şeref lawê Dawid e Di destîde qelema ûde
Ez vebekim dirêya ciûde
Şerefim lawê pîra Dil sotin rasta mîra
Ez şebekim dirêya feqîra
Şerefim lawê duwa caz e Di xebîr ji derwaz e
Ez şebekim dirêya baz e
Êk me divêt yê sipî baz e Hûn xebîr bin
Ez dişêm bidim van raze
Şeref deng diket ji esas e Fehimê min zar qeyas e
Tu xidirî anî liyas e
Xidiro ya xidirî Pir himeta qadirî
li hemû cewabay hazirî
Xidir we cewab daye Mela dixunit zekaye
Wê zêde dike belaye



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=277