YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Pîr Dawid   

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Dawid
Qedirê mêray çend e
Yî bê kule, bê gazind e
Da bidin medihê Dawidê xerbend e
Qedirê mêra we ye Bê kule, bê gazinde ye
Da bidin medihê Dawidê xerbende ye
Bifikirine vî rengî Şêx Mûse û siltanê zengî
Dê çine ba Şêxadî bi cengî
Siltanê zeng mêrekî bi kar e Ber diçin diho û nikar e
Barek kir buye bar e
Aliyek sêke, aliyek jehre
Dawid kire qasid ba Şêxadî ve dihinar e
Dawid wê di çiye Şêxaadî jê pirsîye
Dawid tu bi xwedê kî îlahîye
Tu dê bêjiye min rastîye
Diyarîya siltan zeng bo min hinartî çiye
Dawid deng dike bizar e Ezîzê min çi nîne pêşteve neye diyare
Diyariya siltanê Zeng bo te hinartî,
aliyek sêke, aliyek jehre
Dawido weye we nîne Tu barê xwe dayne
Aliyek rune, aliyek hingivîne
Dawidî barê xwe dana ye Şêxadî da, sed keramet nema ye
Dawid ser destê Şêxadî şehde da ye
Dawid vegeriya siltanê Zeng jê pirsîye Dawid tu bi xudê key, îlahîye
Da bêjiye min rastiye
Ka hiner û kerametê wî Şêxî çiye
Dawid we dibê ye Mîro vegerê were ser rê ye
Hinera Şêxadî bê şik hinera Xwedê ye
Siltanê Zeng êke ne çêkir Ecêbê kibar li nefsê kir
Girt û ji binda zimanê Dawid jê kir
Pîr Dawid pîrekî bi erkan e Sê roj û sê şevean e
Nav leşkerê siltanê Zeng geriya, bê zarî bê ziman e
Ziman nebû bi desta wê didet xeber e
Pîr Dawid pîrekî mêr ser e Sê roj û sê şevî derander e
Ziman nebû bi desta wê didet xebere
Pîr dawid vedigeriye Şêxadî pifkire devîye
Hefit cara zimanê Dawid ji berê çêtir digeriye
Dawid hilû her e Heke li xêre, heke li şer e
Himeta min hebet bi te re
Dawid dibêje: Hey pedşê mino yî bêrî Heke tu kerameteke ji zimanî,
mezintir ji minre ne hinêrî
Siltan Zeng û malxweyê xwe bi çi renga nasipêrî
Şêxadî bi keramet e Dawido me bi tere şerte
Me bi te eynete
Heke siltanê Zeng bo me bike berbat e
Şêxadî Dod dixweste Behra nazokê dibin çengî de dibest e
Bi nav leşkerê siltanê Zeng ve kirbû qest e
Dodê şidênî Siwarbe li borê kulpînî
Here leşkerê siltanê Zeng bo me bişkênî
Şêxadî Dod dihinar e Borê kulpê kirbû siwar e
Nav leşkerê Siltanê Zeng ve dihinar e
Çend zad û êmîşê wan dixwar e
Siltan Zeng û malxweyê xwe,
mabûn di şermîn di şermezare
Siltanê zeng ji malxweyê xwe pirsîye Tu bi Xwedê kî îlahîye
Dê bêjiye min rastîye
Ka zigê Dodê çiye
Malxwe deng diket bi zar e Mîro zigê Dodê hilîn e
Wa di binda behreke şîn e
Dinya û alemê çare pê nîn e
Ji xeynî qutbê zemên e
Şêxadî xudanê qirar ê Mêr cema kirin li mixar ê
Pîr Dawid xelat kirbû wê car ê
Pîr Dawid pîrekî bi erkan e Li gel çil pîra kire pîrê kereman e
Şikira me suniya(Êzdîya) sidqe û heya û îmane


 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -