Qewlê Pîr Dawid Qedirê mêray çend e Yî bê kule, bê gazind e Da bidin medihê Dawidê xerbend e Qedirê mêra we ye Bê kule, bê gazinde ye Da bidin medihê Dawidê xerbende ye Bifikirine vî rengî Şêx Mûse û siltanê zengî Dê çine ba Şêxadî bi cengî Siltanê zeng mêrekî bi kar e Ber diçin diho û nikar e Barek kir buye bar e Aliyek sêke, aliyek jehre Dawid kire qasid ba Şêxadî ve dihinar e Dawid wê di çiye Şêxaadî jê pirsîye Dawid tu bi xwedê kî îlahîye Tu dê bêjiye min rastîye Diyarîya siltan zeng bo min hinartî çiye Dawid deng dike bizar e Ezîzê min çi nîne pêşteve neye diyare Diyariya siltanê Zeng bo te hinartî, aliyek sêke, aliyek jehre Dawido weye we nîne Tu barê xwe dayne Aliyek rune, aliyek hingivîne Dawidî barê xwe dana ye Şêxadî da, sed keramet nema ye Dawid ser destê Şêxadî şehde da ye Dawid vegeriya siltanê Zeng jê pirsîye Dawid tu bi xudê key, îlahîye Da bêjiye min rastiye Ka hiner û kerametê wî Şêxî çiye Dawid we dibê ye Mîro vegerê were ser rê ye Hinera Şêxadî bê şik hinera Xwedê ye Siltanê Zeng êke ne çêkir Ecêbê kibar li nefsê kir Girt û ji binda zimanê Dawid jê kir Pîr Dawid pîrekî bi erkan e Sê roj û sê şevean e Nav leşkerê siltanê Zeng geriya, bê zarî bê ziman e Ziman nebû bi desta wê didet xeber e Pîr Dawid pîrekî mêr ser e Sê roj û sê şevî derander e Ziman nebû bi desta wê didet xebere Pîr dawid vedigeriye Şêxadî pifkire devîye Hefit cara zimanê Dawid ji berê çêtir digeriye Dawid hilû her e Heke li xêre, heke li şer e Himeta min hebet bi te re Dawid dibêje: Hey pedşê mino yî bêrî Heke tu kerameteke ji zimanî, mezintir ji minre ne hinêrî Siltan Zeng û malxweyê xwe bi çi renga nasipêrî Şêxadî bi keramet e Dawido me bi tere şerte Me bi te eynete Heke siltanê Zeng bo me bike berbat e Şêxadî Dod dixweste Behra nazokê dibin çengî de dibest e Bi nav leşkerê siltanê Zeng ve kirbû qest e Dodê şidênî Siwarbe li borê kulpînî Here leşkerê siltanê Zeng bo me bişkênî Şêxadî Dod dihinar e Borê kulpê kirbû siwar e Nav leşkerê Siltanê Zeng ve dihinar e Çend zad û êmîşê wan dixwar e Siltan Zeng û malxweyê xwe, mabûn di şermîn di şermezare Siltanê zeng ji malxweyê xwe pirsîye Tu bi Xwedê kî îlahîye Dê bêjiye min rastîye Ka zigê Dodê çiye Malxwe deng diket bi zar e Mîro zigê Dodê hilîn e Wa di binda behreke şîn e Dinya û alemê çare pê nîn e Ji xeynî qutbê zemên e Şêxadî xudanê qirar ê Mêr cema kirin li mixar ê Pîr Dawid xelat kirbû wê car ê Pîr Dawid pîrekî bi erkan e Li gel çil pîra kire pîrê kereman e Şikira me suniya(Êzdîya) sidqe û heya û îmane  |