Titel: Qewlê Şêxadî û Mêra


Qewlê Şêxadî û Mêra

Şêxadî xudanê kerem ê
Dahir bû li erebe li ecem ê
Dahir bû li biyit far e Qesid kir hate hekar e
Lalişê mêr lê cema dibûn e
Li mixare qesid kir hate laliş e Ber guhêd wan ketibû guşguş e
Ew şa dibûn, dil pê dibûne xweş e
Şêxadî ji şamî hate Bi şerqiya kir xebat e
Mamed Reşan kir xelat e
Xelat kir Memed Reşan Dabûyê maşê şeşan
Ew kire serwerê mêran
Xebere li nav seyide Dahir bû şêxekî şedîde
Li lalişê lê cema dibûn mirîde
Xebere li nav ecema Dahir bû şêxekî bi kerema
Li Lalivê mirîd lê dibûn cema
Xebere li nav ecemistan ê Dahir bû şêxekî bi îman ê
Lalivê mirîd pê kirin dîwan ê
Hatin vêxêt keremdar e Bor vêre, qamiçiyê wan mar e
Li Şêxadî dikin pirsiyare
Ew bûn vêxêt ehil xêre Qamiçiyê wan mare, bor vêr e
Nevê Şêxadî dikin pirsiyêre
Ew bûn vêxê ji îtqatê Hatibûn ba Şêxadî hikiyatê
Go: Şêxadî qutibê zemên em li qatê
Şêxadî kiribû firwar e Şêx Memed Revan li berekê kir siwar e
Go: Gelî mêra we cê heye li bal e
Ya Memed Revan siwar be li berekî Ewan bipirse xeberekî
Her bi bexit û kerib û kîn e Ji wan bike pirsîn e
Birêne zerib û keramata wan çîn e
Ji nû peşber wan keve bo min bîn e
Şêx bi rêbûn ji mal e Bi gurin bi kevin bi gale
Memed Ravan dibêje: We çî heye li bal e
Ji mêje ewin di rêber in Neqîbin bi serwer in
Şêxadî kerem kiriye hûn wer in
Seyid abul wefa deng hiltînî Kibarê deyinin da em biçin miskînî(mizgînî)
Seyida ebul wefa dibêje wan serwera Me gelek Şêx dîtin li hemû dera
Pedşa ewê ruh di îne ber bera
Çendî seyidîn e Deng dikin bi nehîn e
Ev bere ruh tê nîn e
Wa dibpejire vêxê seyida Gava Memid Reşa dîta
Tu şêxî an yî mirîda
Ez Memedê reşî me Siwarê berî me
Ez bi xwe mirîdê şêxadî me
Hatin şêxê tebave Wê li Şêxadî dikin silave
Şêxadî ji keremê silav vedave
Şêxadî bixwe siltan e Yî bi edebe, yî bi erkan e
Ewî ciyê mêra nîşan dan e
Memed Reşan sekinî li berwar ê Got: Hûn bixêr hatin vêcar ê
Şêx ez nîn im, vêx ewe li mixar ê
Mêr li Memed Reşan fikirîn Rabûn têk zinzilîn
Li derê mixarê wesilîn
Mêr wesilîn li derê mixar ê Bi ruwa çone xwar ê
Go:vabaşji bo xudanê hekar ê
Seyid Ehmed hat li cenga Xidir hiltêne denga
Go: Ciyê mêra sa eta tenga
Memed Reşan dibê sayid Ehmeda Tuy serwerê xwe bi mixarê veniya
Tuy serwerê hemiya
Heke te pişta xwe bi mixarê veniya
Li te û mêra fira bê ciya(74)
Seyid Ehmed deng dike bi şîne Hêja me avek divê ye
Ji pêşa da em pê bigirin destan û nivêj e
vêxadî xweş siltîn e Deng dike bi nehîn e
Hewceya me bi avê nîn e
Dest nivêj ji meyzîn e
Şêxadî dibêj e gelî mêra: Avekê ji xwe re der kin
Destê xwe sunetê fere kin
Ji nû paş mêrê xwe bi neder kin
vêxadî bi nader e Wekaz dabû ye ber e
Deng li avê dikir e
Gotê: Der be ya zimzim wer e
Ji qewlê pisê cem ê tenê vêxadî bi kelim ê
Av dê derkevê
Ji birka kaniya zizim ê
Ya mêra meniya û çêr e Çiyê wan xwest bû ye
Şêxadî înabû jêr e
Tizbî û wekazê Seyid Ehmedê mezin anîmbû jêr e
Mamed Reşan dibêj e we Şêxadî bi xwe siltan e
Av îna bo mêran e
Çendî seyidîn e Deng dikin bi nehîn e
Taqeta me li avberdanê nîn e
Şêxadî bi neder e Deng li avê dikir e
Av gugur çû der e
Hûn şêxî binas in Li gel hev bi raz in
Alîkê ji Şêxadî bixwaz in
Wê dibêje Xidir neqîb e Padşayê min yê hebîb e
Bor ji me dixwazin nesîb e
We dibêje Kêle kêşa bû li ber Şêxadî dexêl e
Got: alîka şêra çêl e
Şêxadî we dikir firwar e Çêl bi nav şêra di hinar e
Ne çêla şêr hêlan, ne mirîşka mar e
Li nav neqîba bû beyan e Got: Girîn dilman e
Got: Şêrê me çûn em peya man e
Li nav neqîba bû xeberdan e Li nav hizin kêşan e
Got: Haya me ji wan şêra neman e
Mamed Reşan got: Seyid Ehmedo tu bi vê yekê nasipêrî
Qayîm nabî bi yekî bêrî
Çima tu xwe bi destê Şêxadî na sipêrî
Heke te bawerî bi vê netê Kerem ke em biçin ser çiyayê Mişetê
Bayek wê tê ji rehmetê
Kerem ke em rabin ser pê ye Hincî mêrê hukim ket rîh û simêlê xwe ye
Şêxînî bo wî li cê ye



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=279