Qewlê Qiyametê Rojekê ji rojan dibî Terqîn li erşan dibî Xebare li çiyan dibî Suniye li behiran dibî Ne kesê kesan dibî Ne babê pisan dibî Ewê rojê xelikê zalim, li wê derê nuqisan dibî Ew bû roja dijiwar dibî Kursiya pedşa li xwar dibî Qazî bi xwe cebar dibî Ne sed xwezî bi ruha enkar dibî Sed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî Ew bû roja mezin dibî Qazî bi xwe kerîm dibî Xelik hemû xetxwîn dibî Ewê rojê ne sed xwezme bi wê, ruha derewîn dibî Ew bû roja li wê dibî Kursiya padşê li erdê dibî Qezî bi xwe Xwedê dibî Sed xweziya wî mêrî kar û emelê wî çê dibî Herkesekî kar û emelê wî vedibî Hey nebî ha nebî Hebîbî ya rebî (Dilovanê yarê bî) Himeta seyda nebî Me û hazir û guhidaran, li ber dîwana Şîxadî û melik Şêxsin hebî.  |