Titel: Qewlê Miskîno jaro


Qewlê Miskîno jaro
Hey benî Ademo
Miskîno jaro Ademo
Ev diniya mestexaneye Wek xewna şevaye
Her roj yara hinaye
Ka silêmanê hukim dikir? Ka bilqîza nav dikir?
Tu jî xweş bî ewan diniya
Ji xwe re terik dikir.
Ka Silêmanê pêxemberan? Ka Bilqîza bi zêrê zeran?
Tu jî xweş bî, ew jî çûn
Nav ax û beran.
Kanê Xidir kanê Elyas? Kanê derwêşê tizbî û wekaz?
Tujî xweşbî, ew jî dinav
Axê de kirin qeyas.
Benî Adem li vê diniyayê mebe tema Vî zêr û malî gelek meke cema
Diniya bo resulê Xwedê nema
Ev diniya erdê derwêş e Têda di gerin cimle cêş e
Kesek bi nefisa kibar naçe pêş e
Mala gorê çende tarî û çende kûre Tijî mare tijî mûr e
Ya rebî tu dikarî dû aşiqan ji yek bikî dûr e
Werin werin xizim û lêzim Wê gavê giriya me bê
Dax û sed kovan û keser
Xelikê şêrîn lêvên şekir
Nema bidin xeber
Qewî giriya me bê Hizin û girî bê fêde ye
Gor û kefen mala me ye
Me girî, me nal Hêstiran ji rûyê xwe bimal
Ev diniya bo pêxemberê Xwedê nema
Werin werin lezim werin Emê îro gelek bigirîn
Xelikê mêrga heciya ew mîr dike
Xêr û şeran xefir dike
Daxa dilan bapîr dike
(Daxa di dilan de pîr dike)



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=281