Qewlê Şêşimis
Qewlê Şêşimis Mestim ji qedeh ê Lalişê, xwedana qubeh ê Dê bi Şêşim dîn medeh ê Mestim ji dîwan ê Dê bi Şêşim dîn beyan ê Ya Şêşim te em înane ser erkan ê (Mestim ji dîwan ê Lalişe xwedana erkan ê Cem Şêşims bidin beyan ê) Ya Şêşim tu yî rehîmî Xaliqê min ji qedîmî Li hemû derda yî hekîmî Ya Şêşim tu yî rehmanî Xaliqê min ê canî Li hemû derda tu dermanî Li hemû muxliqa tu yî rehmanî ya Şêşim tu meferî Xaliqê minê her û herî Rizqa didî duberî Here mare, here mişk e Here tere, here hişk e Ewan jî bi Şêşim par û pişk e Here reqe,ere mar e Here mixfiye, here dihar e Ewan jî bi Şêşim hebe pişk û par e Here gure, here goran e Ewin xafilê bext û dan e Ewan jî bi Şêşims xwedan e Here erebe here ecem e Ew xafilê bê kerem e Ewan duwa Şêşims pê ji qedem e ji malê heta bi mal ê Şêşim xudanê sîqal ê Em Şêşim nabirin ji xiyal ê Ji derecê heta derec ê Şêşims e xwedanê ferec ê Dest û damanên Şêşim dê tiwafkîn, Şûna kabê ciyê hecê Ji sitûnê heta bisitûn ê Çend mifte heye li hindir xizîn ê (Û çil mifte heye li derê xezîn ê) Şêşimis dane destê marîfetê û nasîn ê Ji çavan hetanî devî Mora Şêşims lê dikevî Ya Şêşimis mêra meleka,ji germe nahêlin em binvî Ji serî heta piya Ya Şêşimis te em nexşandîn danîne serê rêya Em Şêşim nabirin ji hêviya Ya şêşimis te em xwestine li ser vê xilmet ê Tu li me vekî dergekî rehmet ê Ronahiyekê bidî me û çendî sinet ê Sinet ku sinet e Zebûne kêm taqet e wan jî bi Şêşimis eniyet e Sinî kû sinî ne Û zebûnî ji bandî ne Ewan jî bi Şêşim hêvî ne Cihû ku cihû ne heger neye selefxware buxdane bûn e Ew jî ji Şêşims bi recû ne File ku file ne Yî bi keşîşû abûne ne Ewjî li pey Şêşimis diherene Hingî xulqê dibû ye Ere ji inse ere ji jûje Ew jî yeke ji Şêşimis re nedû ye Hingî xulqê giyan e Ere ji ins e ere ji can e Ewan jî bi Şêşims xudan e Çendî tê ba, av, ax û agir e Ji civata Melik Şemsedîn, Melik Fexredînê hadir e Kerametên wan ji ewil heta bi axire Çendî tê befir û ba û baran e Niqteke ji ezmanê heftan tê nazilî xwar e Ya Şêşims izin li ba te destûre, ferwar e Çendî teyr difir in Û li baskê xwe dinêr in Ew hî li ba Şêşims bi sir in Heftî û du milet e Hijdeh hezar xulyaqet e Şêşims hemûyan mor diket e Şêşims hemûyan dimorîn e Melik Şêxsin qelem li destaye dikiŞîn e Û Mîr Sicadîn vê dinyayê difetihîn e Şêx Nasirdîn çiqas mexlûqe, rih ji hemûyan distîn e Şêşims Mîre li dîwanê Şêxûbekir sekiniye li derê sikanê Melik Şêxsin dest dane qelema îmanê ŞêŞims bi xwe padŞa ye Şêxûbekir mewla ye Nasirdîn Şêxê ala ye Şêxê mino bi nasir e Çiqas mexlûqên rih liber e Şevê giran xew ne dikir e ew jî saf û hêbeta Nasirdînî li ser e Şêxê mino Nasirdîn e Çiqas mexlûq rih liber tîn e Û Şevê giran xew lê nîn e Nasirdîn riha hamûyan distîn e Nasirdîne û Cibrayîlê axî ye Ew in sirdêçê kul û nebiyan Ebûmitab bi destê wî ye Xelat kirin bi dû xelat e Bi kerameta mîr Sicadîn dersat e Ewê kufrîyê ji dinyayê bike pera te Xelat kirin zilfiqar û dundilî Bi kerameta mîr Sicadîn vixûlî Fere bi sidqê gehiŞtime aqilî Şêxê mino bi ala ye Û Şûrê qetlê bo re hîna ye Ewê kufrîyê ji dinyayê hilîne Xelqino werin zurfa bibînin Û çiyayê bilind werdigerînin Û qube keskin, helêle zêrîn in Ew jî bi hêbeta melik Şemsedîn, û Melik Feyredîn in Melko tu yî mominî Moldaro tu yî mezinî Mîr Şemsedîn tu li dereca Melik Şêxsinî Meliko tu yî zergûnî Qutmo tu yî zemînî Ya Melik Şêxsin tu li dereca siltînî Meliko tu yî Feqîrî Û ji îro tu çendî jîrî Ya Melik Şemsedîn ji ewel heta paŞî xebîrî Ji rohilat heta roava Û destê ŞêŞimis li ser xasan û xavan Ew meclis binavê Şîxadî û Melik Şêxsin bû ava Ji roava heta rohilat e Û çiqa aşiq hene Şêşimis hemû dikirin bi xelat e Ew jî maŞin ji ba ŞêŞimis dihat e Xelkîno werin bipirsin ji qisedar û manîye Û gava biniya navê meclisê danî ye Şêx Fexrê Adîya û Ezdayî ye Melik Fexredîn bi xwe bû ye hosta Û ev diniya pîva bi bosta Destekî Şêşimis dojeye yek buhiŞt e Xelkîno werin bipirsin xelkê alîxêr e Ma ne heft tebeqî ji vê tebeqê yî ber jêr e Ew jî Şêx Fexrê Adîyan lê dike sexbêr e Bazî her heft tebeqa bi civîne Min çardeh tebeq lê dîne Her çardah bi hosta ne bê sitûne Her çardah tebeq li ser milê Melik Şemsedîn û Melik Fexredîn e Birme tebeqa heqîqî Emer e Ewe kursîya zêrê zer e Min li wê dî Şêx Nasirdîn Evdalê Omer e Birme tebeqa bi refîq Ya zerdana bo terîq Têde hebû Şêx Nasirdîn layîq Birme tebeqa bi sema yê ya bi sedqa sefayê Ya terîq li ser dana ye Ev meclis bi navê Şêxadî û Malik Şêxsin ava ye Birme tebeqa nazilî erde Heremê Şîxadî periyê nûranî berdane bi ser de Nav û dikarê Siltan Êzî ji ezmana hatîye erd e Birme tebeqa zincîrî temam e Li wê nûrê heyran mam e Heyran mabûm li wê nûr ê Min ji qendîl hetanî bi miŞûr ê Min ji Ezîz Melik Fexredîn xwest destûr e Lew te ez kirme xewasê behra kûr e Banga min dîwana Ezdayîye Yekî nanê Hesîn Delalê sêbiya Ew jî di zane li rûyê vê meclisê çi bûye çî ciriya Banga min dîwana Faqîra Yekî nanê Hesîn Dela, Hesen Pîra Ew jî diçine civata mîra AŞiqo yî Pîre Xana Hingî canê kulekî emelekî çakî li bal e Ewî mavê bi Şêxî, Pîrî, Hoste û Merebî, Yar û birayê axretê dixware Em di kêmin Xwedê Temame 
|