Titel: Qewlê mala bava


Qewlê mala bava
Ay, dibême, dibêm e
Wê qubê kim berî cêm e
Xweş mala bavan e
Ava dikirin qelêm e
Nûre ji mala şêxan e
Qelêm dikire ava Şîxadî xwe gerîye nav e
Xoş mala bavan e
Dost ronkaya herdu çav e
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî Şamê firî Dewranê dewran birî
Xoş mala bavane
Belê,Şîxadî cîyê xwe Lalişê dikirî
Nûre ji mala şêxan e
Şîxdî ji Şamê hat e Li şerqê kir xebat e
Xoş mala bavan e
Şîxadî xwe yî nûrê re yî xelat e
Nûre ji mala şêxan e
Xelat dikir memê Reşan e Dayê maşê şeşan e
Xoş mala bavan e
Paşê kiviş dikir serwerê mêran e
Nûre ji mala şêxan e
Mala me mala bavan e Serekanîya çiqas sunyan e
Xoşmala bavan e
Pê virê dikin zîyaretîyan e
Nûre ji mala şêxan e
Mala me mala Adîyan e Sereknîya çiqas sunyan e
Xoş mala bavan e
Pêy verê dikin coqetîyan e
Nûre ji mala şêxan e
Me ji Adîya, me ji Adîya Dermano,tu yî afadî
Xoş mala bavane
Xazila min wê ruhêda
Şîadî lê bibe razî
Nûre ji mala şêxan e
Me ji Adîya gelek mêle Wê quvê kim, serî helêle
Xoş mala bavan e
Hawîrdorê şehrê giran têne gêle
Nûre ji mala şêxane
Me ji mala Adîya gelek bexşe Ez wê qubê kim, sure li érşe
Xoş mala bavane
Hewarê şehrê giran têne qal û ceng e
Nûre ji mala şêxane
Lalişê wê misk û moye Ez wê qubê kim, serî li wê ye
Xoş mala bavane
cimha mêra, dar û berê gelîyê Lalişê dibûme more
Nûre ji mala şêxane
Lalişe,wa bi miske Ez wê qubê kim,serî li keske
Xoş mala bavane
Cimha mêra, li Lalişê bûye maşû risqe
Nûre ji mala şêxane
Zora sinceq anîn e Di Lalişê de danîn e
Xoş mala bavan e
Sinceq, sinceqê şêxê Adî ne
Nûre ji mala şêxan e
Zora sinceq, divê, rast in Di Lalişê de vedguhast in
Xoş mala bavan e
Dinê axretê, sincaqê şîxadî temam rast in
Nûre ji mala şêxan e
Sinceqên sorin,sipîn e Di Lalişê de danîn e
Xoşmala bavan e
Sinceq, sinceqê şêxê Adîne
Nûre ji mala şêxane
Sincaqên sorin, zer in Di Lalişê de deher in
Xoş mala bavane bavan e
Sinceq, sincaqê şêxê ekber in
Nûre ji mala şêxan e
Çendî di mêfir in destê xwe sinceqê Şîxadî, mala Adîya ragir in
Xoş mala bavan e
Belkî axretê, ser sidqê heye,îmanê xwe dimir in
Nûre ji mala şêxan e
Çendî we qadir in Destê xwe disincegên Şîxadî, mala Adîya werîn in
Xoşmala bavan e
Belkî axretê, ser sidqê heya îmanê xwe dimîn in
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî hat Lalişe Xemilîye xerqê reşe
Xoş mala bavan e
Dost ronkaya herfa xweşe
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî hatîye Lalişe Xemilîye dilqê reşe
Xoş mala bavan e
Cimha mêra dil pê xweşe
nûre ji mala şêxan e
Şîxadî û şîxisin in Berê wana mezin in
Xoş mala bavan e
Nefûsê wan leşkerê giran ve disekin in
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî bin misêfir e Xoş mala bavan e
Mêra dar û berê gelîyê Lalişê ve sicuda ber dikir e
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî hat Hekar e Mêr sucuda bûn ber û dar e
Xoş mala bavan e
Şîxadî di nava mêra de xoş serdar e
Nûre ji mala şêxan e
Şîxadî, Şêxûbekir Şîrin in nola şekir
Xoş mala bavan e
Şîxadîyê min kerem li te kir,ciyê te li cem xwe çêkir
Nûre ji mala şêxan e
A, ji Adîya , a, ji Adîya Şêxê min e, pîrê min e



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=283