Qewlê behra Rojekê difikrîm, şevan û roja Damamekê digrim li ber xweda Çi behreke mezin e Qendîleke je bê bin e Çar cewê jê çûn e Çi behreke qeyas e Rukneke çar asas e Çar asase rukneke Xaliqê xasê dîwanê Şîxadî ku zivete libas e Çi behrek bê hed e Padşê mêrayî semed e Medeta şêxê xwe me Zor methê şêxê xwe didim e Çi behreke emlîq e Padşê mêrayî şiblîq e Dûr bûm, hatime nêzîk e Dûr bûm, hatime kinar a Pêl didame du car a Hewara şêxê xwe me Zor methê şêxê xwe didim e Minê dîye behrek Ortê de heye dîwarek Ser sekinîbû şêreswarek Minê dîye emanek Xewle dîbû feqîrek Ew jî dikir raw û tivdîrek Padşê minî mezin e Xudanê yanzde cotin, qoşin e Nifûsê wan leşkerê giranva diçûne Padşê min erşdikir Ferşdikir, nexşê xwe datanî Du cindîya rimek digeran din Wan cindîya rim digêran din Hûn boy kinarê xwedêra şehde bin Padşê min zelpek te da Donzde hezar silavet ber vedida Nav dikirê Sultan Êzda yê min dergekî durê ra Tim yekî ji wan yî rûniştîye, dudejiya pîyan e Dilê min yî ji wan ve eyan e Fitîleke çar çiran e Çar çirayê fitîlek ê Hevt dergene kilîmek ê (kilîtek ê) Çi bajarekî çar sûr e yanzde xendeka yî kûr e heft tarîne, çar nûrî ne Qadî menberin Kitêbe, defterin Rukneke çar beşerin (Cindî serwerin Kitêb û defterin Rukneke û çar beşerin) Çar beşerê ruknekî Du ta min dîne cîkî Nav dikrê Sultan Ezda min hildan, avêtine sîkî Hûn xwedanê nedera Melek Şêysin sekiniye eşkera Vedike qewla, dixwîne deftera Dewrêş Qatanî çar ménî digotin Bandê nayêne gotin Axretê nayêne firotin Em di kêmin Xwedê temame  |