NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Gay û Masî   

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Gay û Masî

Min êk divê yî jîr bî Li hemû maniya yî xebîr bî
Li ba Şêx fexirê Adîya yî pîr bî
Şêx fexirê adiya lê bit fêde Hûn xebîr bin bi wê de
Ji vê dinyayê û pê de
Neye bi buxtane neye bi zor e Li xasa saye li xafila ewr e
Jêr û berew jêr Gaye
Bêje min weke dibu ve Ewî Gayî serî li şêrigve
Bi xerbê ve dû ve
Ba êrifa wa eyan e Ewî Gayî çî nîşan e
Çend sitiron e çend didane
Ew ga ye sehtî pîre Qurnet û qurnet yî xebîr e
Pêya pênsed salî meyzîr e
Ew gaye sebrê dêrî Sicudê di kêşe êkî bêrî
Heta dema ruhê bispêrî
Ew Gayî sehtî qewî ye Ji pêşve sexrekî sipî ye
Jêr û berew jêr kesekî nedî ye.
Bi hîmeta wî sexrî Babê pis nexirî
Lê cema fexrî
Ecêba di wê da Nîva simê di gê da
Têheye sêsed û şesit û şeş,
bacarê binî adema tê da
Nêva herdû sim a Ye tijîye ji bacêrêt binî adem a
Wan jî behir tê heye ji şahiya û heqiya û xem a
Nêva herdû simêt Gayî Tê de hene sê sed û şêsit û şeşbajêrêt
Binî ademe avayî
Ew jî rawestane nav û dikarêt xwedayî.
Navê îmanê wan zêndîn e Heca wan heceka nûrîn e
Ew jî rawestiyan ber nûra milik şemsedîn e.
Dilê min yî bi êşe Pêşwî Gayî heye mêşe
Ew gayî ji mêşêyî bi hindêşe.
Behir a jêrî gêy e Kursîya pedşayî lêye
Şêx Fexrê Adîya li hemû erda û rêya
Fexro tu xasî Tû bi xaliqê xwe kî û libasî
Gayî mezintire yan masî
Pedşê min yî ekbere Ser pişta masî heftî perî kesekî keber e
Perekî gayî yê li ser e
Çiya ye û fere û hidud e Necê xelkê xafilî meqsud e
Yê ezabê didete ber wan êkî mabûd e
Çiya yekî reşyê li himber e Mişûrî diçine ser e
Çiya dihejin ji beryê bi sifet yê bi mehder e.
Mişûrî di êne xwar e Xwezî min bizanîya bilindîya wî çiyay cend mixedar e
Menzilî pênsed salî bi hijmar e
Ba êrifa wa eyan e Wa derkeftî di qewlan e
Ciyayekî reşyê li nêv ewran e.
Çiya ye û fere û hidud e Ew neciyê Xelkê xafil û meqsude
Ew saliheke li naf siûd e
Xelkê xişîm xwe ji guneha vekêşin Jêr û berew jêr behrekeşîn
Jêr û berew jêr qiyamet e Wan bi xwere dibet e
Erd ê hisêbê lê diket e
Hisêbe û etêb e Erdek yê hey navê wî ecêb e
Wê têde dixwîn in kitêb e
Erdek yê hey yî rast e Yî sipîye weke mast e
Nor û miska jê efrast e
Îlahîyo tû rûya li me sipî ke Erdek yê hey navê wî simî ke
Jêr û berew jêr kesî ne dît e
Ber hezîmeta siltîn e Jêr û berew jêr dû behrêt dî ne
Tê hene zor medî ne
Medînek ji wan e Tê hene zor binyane
Heftî hezar heywan e
Hêwanek jê mefer e Tê hene zor beşer e
Heftî hezar hefser e
Ber hezîmeta siltîn e Ya têde sureke narîn e
Êqîne ew sura ezîz Melik Fexredîn e
Me nav û dikrê pedşê min yî celal e Ewî xebîr e bi hal û hewale
Ji qewlê sibhane û tale
Pedşê min bi hikmetê re bi ser da Me ji tehiyatê xeber da
Xêr bi meda xweşerde
Ew erd xweşmekan e Li wî erdî heyran dimam e
Navê wî qumî bin qam e
Me ji tehiyatê xeber çû Ewî Gayî serî li şeriq çû
Bi xerbê dûve derçû
Me qeweta bi Xwedê ne bi çû ve Çiya ye û baniye û zilêmate û ser nişî ve
Ewî Gayî hilgirt bi piştê ve
Kufe û her êk û tişt e Çiya û baniye zilêmat û deşt e
Ewî Gayî hilgirt bi pişt e
Şêx Fexrê Adîya go: Dilê min bo van manîya percivtin Nav çavê hutî behir heftin
Mewca didin bi qudretê lêk nedikeftin
Ber nav û dikarêt pedşê min yî rewa ye Hut li ser rawesta ye
Jêr bere û jêr behreke bi ba ye
Jêr û berew jêr ebrasa Tewrat da destê mûsa
Ser gelek tiştî kire casuse
Wey li xelkê kifir Li mehkê rawesta sifir
Jêr bere û jêr berhreke bi befir
Li wê dibûn hesinê zerda ve Ciyayek li maniya rawesta ve
Jêr bere û jêr berhreke bi ave
Emşê wesuta pesinî Qudiretî têde mekinî
Jêr bere û jêr behrekî hesinî
Dilê min qirêr kir Hinciyê nefseka birsî têrkir
Ewî behişt esehîkir jêr bere û jêr da.
Îlahiyo tû xasa me hivoj e Tû Edewiya me soj e
Jêr bere û jêr behreke bi roj e
Melek Fexredîn manga zer e Ecêb nemîne li qemer e
Jêr bere û jêr dane dere
Ji berî lewih û qelem e Jê helnegirin çû sûh e
Ji qewlê sal û luh e
Ber nav û dikarête pedşê min yî kibîr Textê êrif lê dibin xebîr
Jêr bere û jêr dane dîr
Şêx Fexrê Adîya got: Dilê min bo van maniya sotin Çendî alim hatin ev ilme digotin
Jêr bere û jêr çiya dî jê ne digotin
Em dikêmîn û Xwedê yî temam e


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -