Qewlê slavêt melikê Kirîm
Qewlê slavêt melikê Kirîm Slavêt melikê Kirîm Ez bûm aşiqê sura berîm Bi mal û serî ew sur dipirsîm Sura me diperist xaliq e Mûhbê dila mabû mûhliq e Zor hatine dinê di rîhspî ne dibaliq e Zor hatin hedê mêr a Ewan gûh li maniya nedigêr a Nedizanî ji kû tê şer û xêr e Zor ketine behrêt tarî Mijûl bûne bê qirarî Aşiqêt dinyayê çû ji owla xwe ne dibijarî Ewê qirarê bixwîn e Pê negre giryan û kîn e Ev fêne, fêneka derewîn e Sura wê qirarê Pêk mekrin sarê Ev dinya xweşe birayêt yarê Gava xedra nefsê çû ye Heke cengê mala Adya li dû ye Xedir vekirîye zû ye Gava xedra nefsê bit e Heke cengê mala Adîya li pê ne heret e Birano çende bi heybet e Gelî bira betal mekin cengê Hûn rûnên bi heft dengî û binase bikî rengî Me ola xwe naskir bivî rengî Gelî bira dibêjme we ji hal e Dil bûye sîqal e Mîna xirabekî sed salî val e Dilê xwe bi sîqal kin Sûra mêra ji xeyal nekin Herdem qesta bal kin Çêbin û gihurnekin Rêya siltan Êzî jibîr nekin Da roja axretê giyanê we bi îza nekin Dibêjme we ya cêş Siwar mebin li borêt serkêş Mezine meydana melika, zor xendek dihêne pêş Li borê bihil siwar bin Li qewla gûhdar bin Bi hemû mûxliqa re yar bin Nasê nefs ê Li rûhê vê meclis ê Mêrê xilas birs ê Nefsê ye nas bî Mecrê giran xiwas bî Tebaya xelkê xas bî Feqîrê me bi cor e Hinciyê nefsa wî dizor e Ew derdikeve ji bor e Hincyê nefsa wî ye xiwar e Maşê mîrê xwe bihelalî dixwar e Ji şermêra xeyal e Hinciyê biheramî bixwet maşe Ji dîwana cindya ewî haşe Siltan Êzî dê wî havête paşe Ne bizor e Ne bi jehr e Toz bilindî, ji rastîya rê ye diyar e Rastî ye rê zan e Ronaya dilan e Rastî rêya yezdan e Rastî marîfet e Mêrê qebeh terbiyet e Li axretê giyanê wî bi ezete Rastî binyat xas e ya ji sehabe ew mekas e Yê xwedê xwe bitirs nas e Rastî binyat zêr e Wan cindiya xwe ragêr a Yê herdem hîvî bi xwedê re Rastî binyat zêr bû Hinciyê ber lê bû Hinciyê dixwar bû dikêr bû Borê hirîna neke Rêya heqiyê jibîr neke Here dostê xwe silavke Heke em diber borê vebicîn ser e Heke xira li nav rastiyê bidîn ser e Xwedanê borê ser pişta wî goîker e Ji qewlê pîr Xidir e Hinciyê girîvanê rastiyê li ber e Şikir dê çite dîwana mal û ser e Em dikêmîn û xwedê yî temam e 
|