Titel: Qewlê slavêt melikê Kirîm


Qewlê slavêt melikê Kirîm

Slavêt melikê Kirîm Ez bûm aşiqê sura berîm
Bi mal û serî ew sur dipirsîm
Sura me diperist xaliq e Mûhbê dila mabû mûhliq e
Zor hatine dinê di rîhspî ne dibaliq e
Zor hatin hedê mêr a Ewan gûh li maniya nedigêr a
Nedizanî ji kû tê şer û xêr e
Zor ketine behrêt tarî Mijûl bûne bê qirarî
Aşiqêt dinyayê çû ji owla xwe ne dibijarî
Ewê qirarê bixwîn e Pê negre giryan û kîn e
Ev fêne, fêneka derewîn e
Sura wê qirarê Pêk mekrin sarê
Ev dinya xweşe birayêt yarê
Gava xedra nefsê çû ye Heke cengê mala Adya li dû ye
Xedir vekirîye zû ye
Gava xedra nefsê bit e Heke cengê mala Adîya li pê ne heret e
Birano çende bi heybet e
Gelî bira betal mekin cengê Hûn rûnên bi heft dengî û binase bikî rengî
Me ola xwe naskir bivî rengî
Gelî bira dibêjme we ji hal e Dil bûye sîqal e
Mîna xirabekî sed salî val e
Dilê xwe bi sîqal kin Sûra mêra ji xeyal nekin
Herdem qesta bal kin
Çêbin û gihurnekin Rêya siltan Êzî jibîr nekin
Da roja axretê giyanê we bi îza nekin
Dibêjme we ya cêş
Siwar mebin li borêt serkêş
Mezine meydana melika, zor xendek dihêne pêş
Li borê bihil siwar bin Li qewla gûhdar bin
Bi hemû mûxliqa re yar bin
Nasê nefs ê Li rûhê vê meclis ê
Mêrê xilas birs ê
Nefsê ye nas bî Mecrê giran xiwas bî
Tebaya xelkê xas bî
Feqîrê me bi cor e Hinciyê nefsa wî dizor e
Ew derdikeve ji bor e
Hincyê nefsa wî ye xiwar e Maşê mîrê xwe bihelalî dixwar e
Ji şermêra xeyal e
Hinciyê biheramî bixwet maşe Ji dîwana cindya ewî haşe
Siltan Êzî dê wî havête paşe
Ne bizor e Ne bi jehr e
Toz bilindî, ji rastîya rê ye diyar e
Rastî ye rê zan e Ronaya dilan e
Rastî rêya yezdan e
Rastî marîfet e Mêrê qebeh terbiyet e
Li axretê giyanê wî bi ezete
Rastî binyat xas e ya ji sehabe ew mekas e
Yê xwedê xwe bitirs nas e
Rastî binyat zêr e Wan cindiya xwe ragêr a
Yê herdem hîvî bi xwedê re
Rastî binyat zêr bû Hinciyê ber lê bû
Hinciyê dixwar bû dikêr bû
Borê hirîna neke Rêya heqiyê jibîr neke
Here dostê xwe silavke
Heke em diber borê vebicîn ser e Heke xira li nav rastiyê bidîn ser e
Xwedanê borê ser pişta wî goîker e
Ji qewlê pîr Xidir e Hinciyê girîvanê rastiyê li ber e
Şikir dê çite dîwana mal û ser e
Em dikêmîn û xwedê yî temam e



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=288