Titel: Qewlê Padşay


Qewlê Padşay

Padşê min yî padşa
Çêkirê çiya û deşta
Neqaşê hemû neqşa
Padşê minî xefar e Ji ba wî têtin biryar e
Bo dinyayê û her çar kinar e
Padşê min dinya çêkir Bi hedûsed, rêkûpêk kir
Bin adem têde xinê kir
Padşê min sur li sema xudanê çex û roj û dema
Ji ba wî têtin kerema
Padşê min rebê milyaket e Rebê her heft surêt bi taqet e
Her heft mêrêt bi heybet e
Padşê min kinyat ava kir ji dur û gewher e Sipartbû her heft surêt her û her e
Melekê Tawis kire serwer e
Padşê min rebê Adem e Ji ba wî têtin kerem e
Li hemû wexta û li hemû dem a
Padşê min melekê bêrî ye
rebê pêxembera û Mehdî ye
Yezdanê minî jorî ye
Padşa yê min rebê Silêman e Yezdanê ins û cinsa ne
Hemû jêra ser kêşa ne
Babê nebiya Biryîm Xelîl e Bo xwedê xwe kirbû dexîl e
Qurbaniya xwe kirbû Simayî le
Padşayê min reb elsemed e Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e
Hemûya jêra bir sicûd e
Padşê min rebê jorî ye Rebê kişîş û qelender û sofî ye
Rebê şêxê minê Adî ye
Padşê min êkî mezin e Padşayê hemû momin e
Rebê dinê yezdanê min e

Padşê min reb elsebûr e
Xaliqê agir û nûr e
Her yî bi heqe û yî xefûr e
Padşayê min êkî emîn e Ji ba wî têtin mizgîn e
Bo hemû muxliqa û çendî dîn a
Padşê min rebê kinyat ê da pê bigrin inyat ê
ewe li me diket şifat ê
Padşê min yî rêber e ewe êkî ekber e
sicûdet jêre ye fer e
Padşê min êkî mabûd e xudanê lewha mehfûd e
Her layîqî sena û sicûd e
Padşê min rebê heqî yê Di bexşînit xudanê hîvî yê
Ewe ji mere didet xweşî yê
Padşê min yî adile Ji hemû aliya yî kamile
Ew miraza hemû dila
Padşê min min xudanê rizqa ye Atqatê hemû dila ye
Li halê hemû kesa yî ha ye
Li hemû dema û li hemû wext a
Ewe padşayê erd û text e
Ji ba wî têtin rizq û bext e
Padşê min xudanê miraz a Xudanê nîmet û naz a
Bi hemû wesfa ew yî raz e
Padşê mino yê bereket ê Nazilê nazê û nîmet ê
Xwedanê dinê û axret ê
Xudanê axretê û din ê Hasilê miraza min ê
Yezdanê mino yî bi ten ê
Padşê min yî rehîm e Baranekê dibarîn e
Xelk û alem pê dijîn e
Padşê min Xweda ye Dîndara wî li me xêr û sa ye
Ciyê wî li hemû dila ye
Padşê min yî sitar e Xwedê yekî cebar e
Ciyê wî li ciya û war e
Padşê min yî hosta ye Li alamê bi agaye
Ciyê wî li hemû erda ye
Padşê min nûr e Ew ji me neyî dûr e
Yî alime bi erd û ezman û behrêt kûr e
Padşê min êkî ekber e Kîna kesî neye li ber e
Her û her rehim ye li ber e
Padşê min êkî qedîm e Li erd û ezmana yî ezîm e
Li hemû derda yî hekîm e
Ya Xwedê tu ruha dibey û di hînî Sebir û aramê di dila de diçînî
Tu dikeye mû û nabizdînî
Ya Xwedê riya te rastî ye Û karê te bi heqî ye
Sura te her ye mixfî ye
Rîya Xwedê min rastî ye Padşa ye û şik tê nîye
Xwedê melekê bêrî ye
Her tuy xudanê mirwet ê
xudanê şifatê û bereket ê
Rebê dinê û axret ê
Ya xwedê tu melekê erşay Li hemû kara bi agay
bi hemû dila tu yî hey
Ji qewlê şêx Fexrê bebzer e Padşayê min yî ekber e
Navê wî ji her û her e
Îlahîyo te ne wekîl e Ne delîle û ne kefîl e
Ne hevale û ne bedîl e
Îlahîyo te ne tefal e Ne daye û ne babe û ne kal e
Bêy te hemû tişt yî betal e
Îlahîyo tu di hînî û distînî Tu dibey û di hînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Tu dişkînî û di cebirînî Tu sax dikî û dimirînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Tû dibey û distînî Geşdikî û diwerînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Em di kêmin û Xwedê yî temame



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=289