NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Hesedê Al-Tewrî   

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Wê dibêje hesendê Al- Tewrî
Werin birayên min yên mişterî
ka ev dinya bi çend lawna het û bi çend lewna borî
Zeman neman wekî berm e ji dinê hilat heya û şerm e
Xelkê buxtan girte serm e
Hûn buxtaniyê mekin biran Dilê xwe safî bikin ji xediran
Zor ji vê dinyayê çûn bi gunehên giran
Zor hatine hedê rêya Ew xebîr nebûn bi çi meniya
Ew şikdarin li hev rêya
Ew li hev rêya şikdarin Li rêya Şêxadî di înkarin
Lew li axiretê bi piştîne bi barin
Ewin yê li axiretê bi barin bi piştî hincî mêrê dilê terîqeta xwe ji xwe hiştî
Wekî tovekî heram, tu bavêjî zeviyekê,
şîn be û negehiştî
Ku tovê te bû stirî Ev bû kiryara te kirî
Lew xudan li axiretê vêra mabû yî heyirî
Dibêjim we Şêxan û pîra Çav nedin xirabe fêniya wîra
Bar tê nîne çi cerik kûra
Dibêjime xudanên kewnan û kar a Di pêşiya xwe virêkin pênc bar a
Mal namînin li van war a
Dem hatiye dê mala ji nav mala êwirîn în Neku dila bi çêrna kûl kîn
Neku xelkê bi zimanê xwe sil kîn
Dilê min dibête,dibête Padşa cerga lê di birête
Dilê min dibêjî Ziman xamiya dirêjî
Padşa cerga lê dibrêjî
Di bêjime we Şêxan û Pîr Hûn di zana bin di dilgîr
Da li axretê bêjine we hey Pîr
Pîro heke tu neyî dildarî Û ne zanayekî xweyî siparî
Weye wekî li axiretê gura tu xuwarî
Pîro hek tu ney rêberî Û heke dilê terîqeta ji te bexirî
Herame maşê tu dixoyî
Pîro heke tu ney rênasî û zalimekî dil qeyasî
Dê rêya Şêxadî bi çî nasî
Pîr bi nasîn in Heq li heqiyê dibîn in
Rêya Şêxadî çû misêmayî tênîn in
Pîr dibê kerbin dibê sûn e Ew dizanin manî li kûn e
Belê nezan di bêjin rê dûn e
Wey li nezanên Pir bêjî Ewin yê xamiya dirêjî
Ewin yê derheqî birê axiretê dibêjî
Hinciyê derheqê birê axiretê dibêjî Kivanê wî dê bimîne yê bêjî
Roja axiretê heyiriye tîra xwe dê bi çî havêjî
Hinciyê derheqê birê axiretê dibête Êbek dê li kivana wî derête
Roja axiretê yî heyirye tîra xwe dê bi çi havête
Hinciyê digel terîqeta xwe dijmin bî Barê wî dê asin bî
Cezayê wî dê sotin bî
Hinciyê digel terîqeta xwe dijmin bî Û heke çiyayê Sîpanê Xelatê li bin bî
Roja axiretê ne ji van, ne ji wan dibî
Hinciyê li gel terîqeta xwe erzan bibî
Û li xêr û xêrata kirî poşman bibî
Roja axiretê dê sefilekî(ketîyekî) sergerdan bibî
Heke birayekî te ji muqibil e Bi tera yê sotî dil e
Li ser cewaba te ya ewil e
Heke ew desta ji te bihêl e
Tû desta jê mehêl e
Heke birayekî te ney ji muqibil e ney li ser cewaba teya ewil e
Bi tera ney sotî dil e
Heke ew desta ji te ne hêl e
Tû desta jê bihêl e
Ew birayê ji te dixwet e Li gel neke çu muámlet e
Ew kêr nayê qet û qet e
Ew birayê neyî guhdar e Heke havîne û heke behar e
Ew ji kinarê baskave yî sar e
Ew birayê ney bi te re tîreke bê per e
Pavêje li pê me re
Ew birayê ne yî gihdaştî darek di destî de ney aştî
Her bi xwe qaley û bi xwe qaştî
Me birayek divê li gel xwe bira kin sidqê bi xwe re teba kin
Xweşiyê bi xwe re şa kin
Xemê bi xwe re xema kin
Heyî û neyî vêkre par kin
gelî bira li we dikim rayê hinciyê mêrê heq, bi rê ya Şêxadî bi heq,
ser xwe re dayê
Nisbet(meznahî) bi kêr mêrê derwêşnayê
Divê mêrê derwêşyê qelender bî Li ebadetê yi fer bî
Ne pir gotineke dû xeber bî
Da li axiretê, li dîwana Şêxadî bi şifat bî
bi mahder bî
heke mêrê derwêşney qelendere Ney bi ebadete, ney bi fer e
Pir gotineke dû xeber e
Li axiretê, li dîwana Şêxadî û Melik Şêxsin e
Ne şefat heye, ne mehider e
Gelî bira neku dila bi waz waz kin Heq rê ya Şêxadî ser xwe re nas kin
Mêrê çêbin xwe ji destê Zebêniya xelas kin
Gelî bira mêrên çêbin bi dan ê Xebîr bin bi erkan ê
Ji ewil dinê heta bi axirzeman ê
Eseyî axirzeman heye Gava hate ser giyanê we micade ye
Ew axirzeman bixwe ye
we dibêje Hesedê Feqîr e
Neqila me bi neqila mîr e
Rêya me bi Şêxan û Pîr e
Hesedê Feqîr we dibê ye Hinciyê nasnekiribû neqila mawlê ye
Meslê mîrê rê ye
Pîro ji enzel ê Bikele li wê kel ê
Da rûsipî bî li mehfel ê
Da rûsipî bî di mehfelên mêr a Xebîr be bi maniyan û kêr a
Bi xanî mexo goştê têr a.


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -