Qewlê Îmanê bi cî nîşane
Qewlê Îmanê bi cî nîşane Hinciyê hukim kir li zimanî Wek boriyê liber rehmanî Wek çil çile û mocade hilanî Hinciyê hukim ke zimanê xwe ye Bizanê bi wezin deng bike ye Ne hewcey çile û micade ye Ey zimano yê xebat e Xebera xoşnebat e Xebera nexweşçî menféte? Dê dilê însanî pê kî rehet e Hey zimano yê sotinê Xeberek ya hey ne ya gotin ê Dê bo çî dahir kî rûyê din ê? Çav baziyê serî Dil xundkare wê li wî berî Çav dibîne dil dixwaze ziman dibê bîne û mind e Zimano xwezî min tu burîbay ji bind e Ziman dibêjê: Dilo ez delal im Heta ji ba te nexuliqe nyê bal im Ez perçûmekî ker û lal im Subhan e ji te subhan e Te dane min aqil û fam e Te ez ji şerqê birme şam e Hey nefsê, ye bê marîfetê, ye bê rêy e şevên giran te dawe li xedirê ye Tê xeyale li me hisakey çirên xedirê ye Tê xeyale li me hisakey Çirên gure Gava teyrê dewletê firî Yar û birên axiretê nasbûnî ji me birî Nefsê çendî tu dikî guman ê Tu xalînabî ji xedirê û duxan ê te xeyale xudanê xwexilas kî ji îman ê Nefsê çendî dikî xebat ê Wek qazî di sekine li pê pira silat ê Tu a li hêviyê me bihêlî li kişû mat ê Te mal li me xirab kir hey kifir ê Te em xilas kirîn ji nesir ê Ji leyimûn şêebrus ji leyiletil qedir ê Aqilo xeberên te di kur in Qeda û qutkên dinyayê dipir in dinya dunge lêxin û bibir in Aqil dibêje: nefsê newata Çî kesê buxwe luqmeke bê reda Roja axretê dê li dê li pêşiyê bibe qeda Nefse kebîr e Behir e û ne bîr e Ya li ser destê alemê re Ya li bin destê feqîr e Yê nefsa xwe kirî êxsîr e Feqîra yeke çê kir Xwe ji xweşî û levzeta dinê kir Li vê dinyayê ber bi axretê kir Wekî te bor be rû Lixav û hevsar li serî ker bi ker bû Borê te li hemû mêrga wer bû Ew şolê nefsê bû, rengê xwedanî ji ber şikest bû Wek heya ji hizin der dibî Wek rezekî bê ber dibî Tijî gay û ker dibî Xwedan li axretê vêra bê mefer dibî Heya ji hizin dûr dibî Wek rezekî bê şûr dibî Tijî gay û ker dibî Bi kêr merya tê, heya û edeb û aqilî Ji wan nebin mişemir mebdeya Rê bi rastiyê dibe xuya Bi kêr merya tê hizin û edeb û hehya 
|