Qewlê Hevsarî
Qewlê Hevsarî Gelî bira guh bidêrin Îlmê xwedê hemû nesîhet û xêrin Xet û beratê siltan Êzî zêrin Da mirîd bixwe hilînin û bixwe veşêrin Da mirîd hilînin ji xwe re Medene xelkê mederek Da mişemer neçit ji xwe re Da mişemer neçit bi belaşî Hûn behay bidin bi qumaşî Ji ew baş jê bixwazin malî û başî Xilmet bikin sed salan û zêde Heger diserî heye fête Ji xwe nîşan ewe ji pêşve tête Heke ji paşve deheret e Û heke ye bi mikre ye bi hîlet e Mehik dê kifişket e Ne esil diniya ye, esil axret e Asin ku asin e Hosta dibînin dinasin e Di nav kurha agirî diken e Heke ye bi mikre, ye bi fen e dad sed kere tejî di heren e Şîrê esil ne ji asinî Heger xudan sed car bi pesinî Gava dana ber mihkê Ew bi xwe dê çite ser gêsnî Şîrê esil ne ji pûlay Heke xudan sed car cehwer day Gava dana ber mihkê Eyba wî dê bit xuyay Mebe mihbê xelkê av zîr kirî Hosta dibîne dikete nav kurha agirî Mihek nahêle xulkê xwe veşêrî Ew kevanê nû helqe ye Yî kêm şax e, Yî kêm pe ye Gava dana ber mihkê eyba wî dê bit xuya ye Ew kvanê ne ji nû sudar e Ji nezanî wergeriya îngeke û nûbar e Gava dana ber mihek ê Eyba wî dê bit diyar e Çend bedew û Ûlaq in Ewrêt beharê hemû dipan in Belê mirov bi nezanî jêk venedak in Bînin û bigrin bi man ê Zîn bikin û bibin e seyran ê Lê dirêj kin meydan ê Dê li wê derê kifişbin kihêl û bergîrêt garan ê Ew siwarêt me di qadir in Li ba mîrê xwe bi xatir in Li hemû erda bo me di hazir in Ew siwarêt me di bisat in Li ba mîrê xwe bi xelat in Li hemû erda bo me wê dihat in Gelî bira hûn tebayî terîq bin Xudanê îlmê heqîq bin Da hûn bi xasa re di refîq bin Da hûn bi xasa re bi hev sûr bin Da xudanê îlmê pir bin Da xudanê îlmê zav bin Li dîwanêt xasa hûn bi rû û nav bin Da hûn ne tebayî xema bin Da hûn saqiyêt kasa bin Da hûn li wêderê cînarêt mêr û miliyaketa bin Rojekê dê bite axir e Dê li wêderê mînit doje û cengekî gir e Ewê rojê bira dê haykene ser gunehkarê bir a Rojekê dê bite hizîz û gazî Éwan dê li wêderê mînin rûs û tazî Ewê rojê padşa heqiyê û ne heqiyê dê ji me xwazî Zor dê mînin li wê de Heke haweke birayê axretê neçû pê de Hero sibê zebênî ezaba wan kine zê de Heke li pê çû haweka bira Dê li wêder minit doje û cengekî gire Ewê rojê ji tariyê hîna ber ronaya çire Ewê rojê ji tariyê dê hînine ber ronya wî çirayî Dê bene ber kerameta wî padşayî Ê ji mere kirî xweşî û şayî Dê bene hikmeta wî cebarî xudan qesir û qisûrê vejwarî Ê li ber cor û cefayê diyayê rabwarî Hûn çêbikin sed carî ji xwe re çêk in pêşbara di pêşiya xwe virêk in Da hûn ciyekî li wêderê bi xwe çêk in Da hûn bi cî bin Xudanê qesir, xox, milk û pîh bin Û hûn tebayî xelkê çê bin Da hûn ne tebayî xema bin Xêr û xêrata kirî ne di poşman bin Da roja axretê ne di sefîh bin, ne di sergerdan bin Dibêjme we xudanêt maşa Bi nepenî hûn gir nekin şaşa Rojekê we xunte dîwanê paşa Gelî suniya: Îman ewe ya we birî Çav nedene xelkê mişemirî Da zuretê we li pey we dernekeve kifirî Di bêjme we ne ji kubarî Hûn helîm bin dildarî Evebû heqiya hefsarî Hezar rehmetê xwedê li day û babê guhdarî. Em dikêm in Xwedê yî temam e 
|