NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê seremergê   

Qewlê seremergê

Qewlê seremergê

Rojekê ji rojane
werin Xelkê êrifî zane
Ji mirinê biden beyane
Xelkê êrifî zane werin li van beyana bifikirin
Sitrekê ji mirinê bigrin
(Sinetekê ji mirinê hilgirin)
Ew sira min di kujî Dest û ser û pê û qalib dinijî
Miskîno bin Ademo hilû bijî
Ji bana nizil bû ew sir e Nesîbek afirand bû bi mi re
Em razîne heke hindike, heke pir e
Behra heq wetinî
Neh meha tê sekinî
Ji qudretê mekinî
Ji qudretê kirbû temam e Çî behreke bi xumam e
Bin miskîn te ez bûm xulam e
(Bin miskîn dibim bi xulam e)
Fikrîm li wê fikarê
Li mersûmê, li firwarê
Qariqê kirim ji behrê
(Min zor feriqe kiribûn ji wê behrê)
Min zor fariqe kiribûn ji makê
Wezna didim Şibakê
Bi rû da çome zikakê
Avêtim ber bedena makê
Li min cema dibûn xizim û lêzim û cînara
Bab î minêkare ji mêrê mîra
Bi şa (yî)ya dîwanên feqîra
Bi şa (yî)ya day û baba Qewal distirên bi def û şibaba
Xwedêyo te em xinê kirîn dû ava
Îlahîyo te em xinê kirin Berî roja em bimrin
Te bi Zarokekî em şah kirin
Çî zarokekî miskîne danîne nav tabûteke darîne
bi şevê û rojê şîne û girîne
Xwedê yî pir kereme Şefqeta te hebe li bin Ademe
Te em rakirine ser qedeme
Li ser lingan di geriyam Rûh hate dest û pêyam
Xwedêyo bi te firiyam
Li ser lingan di bezim Li sura mîrê xwe bilezim
Pisporê babê xwe ezim
Çî lawekî sermeste Bi sura mîrê xwe biweste
Babê malikyek jê re xweste
Çî meleka bi ray û tekbîr Lê diêwirîn coqetên feqîr
Pê re hebû nîşana mîr
Pê re hebû nîşana mîr ey Xweda
Piştî wan hewla
Xwedêyo te em kirin malxoyê mala
Xwedêyo nema bisebr im Te bi zêr û mal kirim
Demekê bidim yekê bixum
Heta roj ez bimirim
(Bese bixoyin bideyin heta roja em bimrim)
Meke em derwêş Rêya heq bikîn teftêş
Liber nav û dikrêd te bibîn hawêş
Talan kirin bi carek Raste nema dîndarek
Nema li min bipirse bira û yarek
Teyrê dewletê difirî Te li me hesa kir çirê bi girî
(Hêsayî kir çirayê digurî)
Suxamet, te yar û birên axiretê nasîn ji me birî
Suxûmet te yar û birên axiretê ji me birî nasî Sotin libin vî kirasî
Hind bizebûnî hind bi mêrxasî(Pêxwasî)
Bendekî teme yî zebûn Te ez dam ji erdekî nebûn
Xêr û şer bi destê te bûn
Bi te didin xêr û şer e Hîmeta te hebe bi me re
Em derwêşin bi navê te re
Navê te yî dikir in Saf û heybeta te difikir in
We`de hatiye rojekê em dê mir in
Rojekê ez nehişbûm Ketime nav nivînê û nexoşbûm
Bendeyê melikê èrşbûm
Nexweşbûm ketime nev nivînê Hatine ser min lêzmên xwînê
Bi zêr û mal nayê me kirînê
Ne bi zêre ne bi male Bab yî pîremêr yî kale
Got;èzîzê min,ji heft weleda,
ev welede min heye li bale
(Weledê weled yî lale)
Ne bi zêre ne bi malê dinê Babî pîremêrî kale yî finê
Got:èzîzê min,ji heft weleda, min wê heye bi tinê
Bab dibêjit:ez çî bikem çî çar kim Deh peza bi qurban kim
Serê xwe bi şikran kim
Banga Xwedê û Emîn Cebraîl kim
(Banga min nebî Simayile ku bankim)
Banga min li Emîn Cebraîl e (nebî Simayil e) Babî pîremêr kale yî Sefîl e
Go:tirsa min ji saf û heybetên Ezrayîl
Ezrayîl melekê mewtê Li hemû dera li hemû èrda ew tê
Go: ez hatîme zor bibirim ji hewtê
Îzrayîl Melkê mêrana
Yî deliq û tancên feqîra
Go: Xwedêyo te em razandin wekî êxsîra
Ezrayîlê per bikirim Hawirî şara difirim
Ne hatim nobê li kesî bigrim
Hatime bab û pisa jêk bibirim
Ezrayîlê per kesk im Hawirî şara di çirisk im
Ne hatîme nobê li kes kim
Hatime vî qalibî ji nefes kim
Ya min ji wê bû Rih çavnêriyê sirê bû
Ruh ji dest û pêya cihê bû
Şirê û rihê gel hev nas kir
xwe nerim ji dest û pêya xilaskir
Xwedê diqendîlê kir û hevraz kir
Ewê xwedayê xwe li wêder naskir
Rih çû ma qendîl û qalib Hate ser min destekî kotekî zorî qalind
ji wê kasê vexwar diya alem
Li ser min digrîn jin û mêre Giriyekê dikin şêran şêre
Eve bû kasa inzil jêre
Tazî kirim û hiştim Ser pûşekî danam û şûştim
Bi ava gerim biriştim
Kefenê min dipîv e Qerqere dû gaz û nîve
Miskîno bin Ademo diya hive
Kefenê min hijde gaz e Danabû ser cinaze
Wê li min digrîn wêlî û biraze
Kerem bikin dû dara bînin Werîsekî tê werînin
Cinazê min li ser deynin
Ew bû dara leylûn sedre Hilgirtibû yar û bira
Min ji mala mezin xwest xatira
Kirime der ji mala mezim Piçûk û mezin li pey min dibezin
Zênara li xilmeta xerîba çî bi lezin
(Birano bi xizmeta xerîba bi lez bin)
Birme aliyê goristanî
Li ser axa tirbê danî
Digrîn bo vî ciwanî
Axir ji rûyê dinê dibû fanî
Dema dikolin tirb e Ji şeriq heya bi xerb e
Kes nema venexwarbû ji ev şerbe
Tirba min temam kir Serê min dinav kir
Min li mala Qedîm silav kir
Silavên min li mala qedîm Birme nav xelkekî zorî zavî ezîm
Banga min melekê kerîm
Min divê birakî bitaqet e Girêya serê min vekete e
Biratiya xwe li min fihil biket e
Banga min Melikê erşe Ser singê min radixin ferşe
Her ferşek weke xerşe
Herî danîn li derz e Axê tînin ser min bi lez e
Dû kêl danîn go: eve ferze
Kêla serî sitirî Xelkê layîq hat û êwirî
Cahiz e xelik qedrê xerîba bigrî
Kerem kin û deng hilînin
Terqînê û yasînê li ser min bixwînin
Navê Xudê û ^tawisî Melek li ser min bînin
Ew bû kêla serê sedrî Wê li xelkê nazikî letîfî hedrî
Ceyize li xerîba bigrî qedrî
birim xaniyê bê derî Dû li ser min dixûnin bikeserî
Mîna heft dolabên aşa li serî
Dû li ser min dikin qîr û qale yek yî kere yek yî lale
Wê ji min dipirsin hal û hewale
Tirsa min ji ê ker e Heftî batman dermûs liber e
Çiqas sibe li ser riha min qal û şer e
tirsa min ji yê lal e Heftî batman dermûs heye li bal e
Ew li ser rûha min bûye hewal e
Ku li min dihilînit dermûsî Wê jê diçin birq û birûsî
Dil û hinavên min bihev re dinûsî
Gava min di weste Heftî batman dermûs bi deste
Ji tirsa de zimanê min şikeste
Bin Ademo,hûn li kû ne heroj siba radibin şerên we dinûn e
Me çû xêrên we nedîn e
Bin Ademo, em bixo xêrîn Em razdarên cebêrîn
Em xwedanên xêra na azêrîn
Xwedan xêr ji ber xwe werin Hûn razdarên cebêrin
Xwedanên xêra nazêrin
dû hatine ser min çav dimezin weke tas Tiliyên wan weke misas
Neynûkên wan weke das
Min go: sed xoziya me wê rihê,
ye bê sûc bê binas
Dû hitine ser min sehte îsixûm Di bilindin sehtek mezin
Ji tirsa dil û hinavên min têk dilerzin
Dû hatin ser min direşin weke Feqîr Bisk dinerm weke herîr
Pêre heye nîşana mîr
Dû hatine ser min, ji min dipirsî Äeqmaqê wan weke kursî
Miskîno bin Ademo,tu çî Însî tu çî cinsî?
Gava di hatin û di qedimîn Çêrekê di kelimîn
Bi îlmekî di elimîn
Ew bû îlimê qatê Zebêniya ez birime ser pira siratê
Ew bû ciyê Xwedê lê di ket sifetê
Ew sifet ye weye Pira siratê,aliyek behişte,
Yek tariye,yek dojeye
Haweke yar û birên axiretê,
sergunehkarên bira heye


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -