Qewlê Melik Şêxsin
Qewlê Melik Şêxsin
Silav û sed Silav Hey Meleko şirîn kilav Ya Melek Şêxsin ku baxo Şêx Fexrê Adiya ez bim xulam Silavên me li Melek Şêx Sin e Hey mêrdaro yî mezin e Ya melek Şêxsin ji heybeta te dijmin dimirin e Şêxê mino ji Adiya Rêbere ber suniya Ya melek Şêxsin tu wê li dereca zor hêviya Şêxê mino ji lalişê Ji qewlê te xilas bûn xişê Ya Melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya Ez beniyekî ji beniya bi te dijiye Şêxê mino temam Di giriya te de digrî şerq hetanî şam Ya melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya ez xulam Tu behrî ez rêm e Tu kanî ez com e Yamelek Şêxsin tu li dehir ez li kû me Tu behrî ez kanîm e Tu kelehî ez holîm e Ya Melek Şêxsin tu li dehir ez li kû me Tu behrî ez şîv Tu zêrî ez ziv Ya Melek Şêxsin tu rojî ez heyv Tu Şemsî ez qemer im Tu xundkarî ez babzer im Ya melek Şêxsin tu alimî ez defter im Tu alimî ez rêzan Tu siwarî ez çogan Ya Melek Şêx in tu goykerî ez meydan Tu elfî ez rûm e Tu siwarî ez kaşom e Ya melek Şêxsin tu ferzî ez sunet im Tu elifî ez bê me Tu bajêrî ez rê me Ya Melek Şêxsin di nêv karên te de dimanî ne Tu bajêrî ez sûk Tu miftî ez sindrûk Ya Melek Şêxsin tu yî mezinî ez yî piçûk Tu babî ez pisim Tu mekehî ez Qudsim Ya melek Şêxsin tu mîrî ez meclisim Tu mîrî ez heval Li min tacirî ez delal Ya Melek Şêxsin tu sûkî ez sewal Tu xinê ez yî dirêj Tu melhemî ez yî rêj Ya Melek Şêxsin Ji di nav û kerên te de dibim hawêj Zêwe tu Lalişî Mekehê tu berê reşî Ya Melek Şêxsin ji maldara tu maltijî Tu Hostay ez kitêb Bixûne eger te heye êb Tu hostay ez binyat Tu xetîbî ez civat Ya Melek Şêxsin tu el-hemdî ez tehiyat Tu alimî ez emel im Tu mêvanî ez mezel im Ya Melek Şêx Sin li di nav karê te yî kamilim Ji kesa me tu kesî Ji weliya me tu pisî Ya Melek Şêxsin hem tu ruhî hem nefesî Ji nafesa tu surî Ji horiya tu hurî Ji sedefa tu durî Ji dura tu sedefî Ji Qurana tu elîfî Ya Melek Şêxsin ji sûnda tu bo me meshefî Ji desta emînî Qurana tu Yasînî Behrên giran di meyînî Tu bo me meseb û dînî Ya Melek Şêxsin xwezma wê ruhê tu bidî û jê nestînî Bi zor derecare gehînî Esehî tu Melek Şêxsinî Mêrdarekî mezinî Bînaya çavê minî Sunet navê Şêxadî li Melek Şêxsin sekinî 
|