Titel: Qewlê Melik Şêxsin


Qewlê Melik Şêxsin

Silav û sed Silav Hey Meleko şirîn kilav
Ya Melek Şêxsin ku baxo Şêx Fexrê Adiya ez bim xulam
Silavên me li Melek Şêx Sin e Hey mêrdaro yî mezin e
Ya melek Şêxsin ji heybeta te dijmin dimirin e
Şêxê mino ji Adiya Rêbere ber suniya
Ya melek Şêxsin tu wê li dereca zor hêviya
Şêxê mino ji lalişê Ji qewlê te xilas bûn xişê
Ya Melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya Ez beniyekî ji beniya bi te dijiye
Şêxê mino temam Di giriya te de digrî şerq hetanî şam
Ya melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya ez xulam
Tu behrî ez rêm e Tu kanî ez com e
Yamelek Şêxsin tu li dehir ez li kû me
Tu behrî ez kanîm e Tu kelehî ez holîm e
Ya Melek Şêxsin tu li dehir ez li kû me
Tu behrî ez şîv Tu zêrî ez ziv
Ya Melek Şêxsin tu rojî ez heyv
Tu Şemsî ez qemer im Tu xundkarî ez babzer im
Ya melek Şêxsin tu alimî ez defter im
Tu alimî ez rêzan Tu siwarî ez çogan
Ya Melek Şêx in tu goykerî ez meydan
Tu elfî ez rûm e Tu siwarî ez kaşom e
Ya melek Şêxsin tu ferzî ez sunet im
Tu elifî ez bê me Tu bajêrî ez rê me
Ya Melek Şêxsin di nêv karên te de dimanî ne
Tu bajêrî ez sûk Tu miftî ez sindrûk
Ya Melek Şêxsin tu yî mezinî ez yî piçûk
Tu babî ez pisim Tu mekehî ez Qudsim
Ya melek Şêxsin tu mîrî ez meclisim
Tu mîrî ez heval Li min tacirî ez delal
Ya Melek Şêxsin tu sûkî ez sewal
Tu xinê ez yî dirêj Tu melhemî ez yî rêj
Ya Melek Şêxsin Ji di nav û kerên te de dibim hawêj
Zêwe tu Lalişî Mekehê tu berê reşî
Ya Melek Şêxsin ji maldara tu maltijî
Tu Hostay ez kitêb Bixûne eger te heye êb
Tu hostay ez binyat Tu xetîbî ez civat
Ya Melek Şêxsin tu el-hemdî ez tehiyat
Tu alimî ez emel im Tu mêvanî ez mezel im
Ya Melek Şêx Sin li di nav karê te yî kamilim
Ji kesa me tu kesî Ji weliya me tu pisî
Ya Melek Şêxsin hem tu ruhî hem nefesî
Ji nafesa tu surî Ji horiya tu hurî
Ji sedefa tu durî
Ji dura tu sedefî Ji Qurana tu elîfî
Ya Melek Şêxsin ji sûnda tu bo me meshefî
Ji desta emînî Qurana tu Yasînî
Behrên giran di meyînî
Tu bo me meseb û dînî Ya Melek Şêxsin xwezma wê ruhê tu bidî û jê nestînî
Bi zor derecare gehînî
Esehî tu Melek Şêxsinî Mêrdarekî mezinî
Bînaya çavê minî
Sunet navê Şêxadî li Melek Şêxsin sekinî



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=297