NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê çi sibeyek tarî ye   

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Sibeyek ji tarî ye Karê wan û mirnê yî kirî ye
Ka werin ji mere bêjin û xêrên,
we ji mere kirîn çi ye?
Sibeyek ji hale Ser wan bûye qîr û qale
Ji mere bêje xîret û namûs çi heye li bale?
Sibeyek şev e Birm e cîyê heqan û hisêb e
Wan hisêb nîne ji mêl pêv e
Bin Adem yî mal şirîn e Her roj,her roj vedihewîne
Ewî hisab bi mirnê nîne
Bin Adem yî zinêkar e Bi şev û roj yî guhdar e
Lê emîn nebe yî şermezar e
Zinêkar û kufar herdu buxtan e Li dinyayê belan e
Li axretê diwindan e
Heta nîva emrî li dinê bû Ji nîvê û paşî li ser rê bû
Ji wê paşî tevlî dojê bû
Di nîvê emir de îlm kir Li gel tolazên gundî xwe keşxe kir
Ji wê paşî xwe ji axretê bê mefer kir
Ka ew çavê li sertaserî? Ka ew dewra xweşbi te re dibuhrî?
Te hisab nedikir dê çiye nav agirê gurî?
Ka ew çavê te yê îşaret ê? Ka ew yarên te digirtin ji neyî, ji qewmiyet ê?
Te hisab nedikir ji axiret ê?
Birme baxê gula, gula sor ewicî Gul di baxan de qurmiçî
Yî bê temenbû ne di dericî
Birme baxê gula gul nav ê Dostên xwedê tên e silav ê
Bê esil ketin e dav ê
Gula bînin û bixemlînin Gulên baxa temen tê nînin
Rezên bê şûrhe nehevînin
Hatî cêşê atqat ê We heq nîne li vê qewmiyat ê
Fexir gêle wê li pey me t ê
Wan bigrin û bînin Hisabkin wan bihesibînin
Ji telpên giran ew şûnve dimînin
Zebêniyên zav vehizirîn Şîrê zirav seqa kirîn
Ser nezana hizin û girîn
Ew dembûsê giran e Şerqînî tê ser nezan e
Dembûs heqê ruhê dizan e
Behişt heye li ser xweşîya Tijîye ji telpên ewlîya
Ew hemû xelkê dîn dinasîya
Min li wê dîtin qesrên sor û sipî ye Telpên xasa li pişt telpên horî ye
Ew hemû xelkê dîn nasî ye
Ew çî dare şewiq pêv e? Nuxteke gehê ew yeke bi rêv e
(nuxtek digehê, ew yeke birê ve)
Sibebû dibû şêve
Sebeb çî ye ew naçin ê Ew dewrana xweşbirin ji rûyê din ê
Çend dimeşin nagehin ê
Çendî dimeşin ber bi jêr e Ewan xwe ji alima vedişêr a
Ew ji bê esla nedibûn têr e
Alim yî fere ser sunet ê
Ew gule li nav ûmet ê
Ew dihesilîn e axiret ê
Ew kî ye dibêje:Alima fêde nîne Ew însan di erifîne
Ji axiretê dihesilîne
Ew alim li qeda we ye Hukmê xweşli pêşiya we ye
Di zêde bin fêda we ye
Here û were xwîna te ye Darek li nîva hewşa te ye
Merê lê xe fêda te ye
Merê lê xe ne bi nezanî Ewê darê ber girt û xilfek dibirî
Xilfê dikire erzanî
Ew civate li pêşî mala we ye Wêda neçe ne rêya te ye
Ew çi bêjin bê fêde ye
Ew çi bêjin rêya dinê Kevlê giran qube li dinê
Qesra zêrîn neqeb ketnê
Xatira wî birayî Tev de rabin bi tebayî
Temamî bi navê Şîxadî, Melik Şêxsin û Xwedayî
Em di kêmîn û Xwedê temame


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -